Jinên hilberînerên Rebatê berhemên xwe pêşandan

Di organîzasyona ku li Rabatê hat lidarxistin de berhemê destên jinan û xwarinên herêmî yên xweş hatin pêşandan.

ROJİN MOHAMMADİ

Mahabad – Şaredariya Rebatê ji bo jinên karsaz cihek ku berhemên xwe nîşan bidin vekir. Di organîzasyona keda destê jinan de ji tamên herêmî bigire heta hunerên destan hatin pêşandan, hem ji aliyê aborî ve hem jî ji bo pêşxistina bajêr hate destek kirin. Ji kel û pelên mitbaxê bigire heta xwarinê, ji xemilandinê heta berhemên ronahîkirinê yên wekî mûm û hunerên destan ên çandî ku sembola Mehabadê ne, pêşangehê dîmenek rengîn pêşkêşî temaşevanan kir.

Armanc zêdekirina îstîhdamê ye

Li gorî amadekarên pêşangehê, armanca lidarxistina pêşangehê zêdekirina hilberîna berhemên herêmî û peydakirina kar e. Esmat Khezri Azar yek ji jinên karsaz e ku berhemên xwe di vê pêşangehê de nîşan dide. Li ser dezgeha xwe fêkiyên herêmî yên bi rêbazên xwezayî tên zuhakirin ku li bajarên cuda yên Îranê belav dikin, ji kiriyaran re tîne cem hev.

Di mala xwe ya veguherandiye atolyeyê de muman çêdike

Diana Sura ya li Rabatê dijî jî bilêv kir ku wê mala xwe kiriye atolye yê. Dîana Sûra diyar dike ku ew di atolyeya xwe de mûmeyên curbecur çêdike û anî ziman ku ji ber beşdarbûna pêşangehê gelekî kêfxweş e. Diana Sura bibîrxist ku divê rêxistinên bi vî rengî bên zêdekirin ku li darxistina pêşangehên bi vî rengî ji bo jinan di warê kar de girîng e.

Jinên hilberîner daxwaz dikin ku hejmara pêşangehên bi vî rengî di nava jinên hilberîner de zêde bibin û aboriya jinan were destek kirin.