Berhemên xwemali yên herî bedew li bazara jinên Serdeştê ne

Li bazara jinên Serdeşta ser bi Mihabadê ku weke bazara dayikan tê zanîn berhemên xwemalî yên xweza û çanda herêmê ne, her roj ji saetên serê sibê li ber dîdaran tên vekirin û di ber sohbetên jinan ên xweş heya êvarî digihin nava xwarina hemû malên herêmê. Jinên di vê bazarê de salên dirêjin ked didin diyar kirin ku debara mala wan li ser vê xebatê ye.

ROJÎN MOHEMEDÎ

Mihabad- Li bazara jinan a Serdeşta Mihabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ku weke bazara dayikan tê zanîn jin berhemên xumalî yên ayîdê herêmê ne pêşkêşî dîdaran dikin. Jinên li vê bazarê dixebitin hemû berpirsê mala xwe ne û bi dahata ji vê derê digirin debara mala xwe dikin. Ji nebatên çiyêyên bilind ên bi xwe kom kirine bigire heta berhemên şîr û fêkiyên baxên wan ên bi destê xwe hişk kirine bazara xwe dewlemend dikin. Li hemberî berhemên bazarên giştî yên ku kes nizane berhemên wan bi çî tê çêkirin li vê bazarê jin bi xwe van berheman hildiberînin an jî ji jinên din ên gundan dikirin û li bazarê difiroşin. Tama berhemê wan xwezayî û xwemaliye ji ber wê jinên ji deverên dur berê xwe didin bazara wan û hemû cure pêdiviyên xwe ji vê bazara bi sohbet û dilgermî pêşwaziya dîdarên xwe dikin digirin.Temenê jinên di vê bazarê de dixebitin navbera 30 heta 70 salî dene ku piraniya wan debara xwe li ser vî karî dikin.
"30 salin di vê bazarê de dixebitim"
Xedîce Husênî ya 70 salî yek ji jinên firoşkarê vê bazarê ye têkildarî xebata xwe ya li nava bazarê got: "Nêzîkî sîh sal e ku ez berhemên xwemalî li vê bazarê difiroşim. Bi dahata ku bi keda destê xwe digirim min karî keça xwe bişînim zanîngehê û niha keça min bûye mamoste. Ji bo debara xwe ez û hevjînê xwe kar dikin." 
"Bi vî karî debara mala xwe dikim"
Jineke din a firoşkar a li bazarê dixebite Meryem Qadirî ya 75 salî jî got: "Ez van berheman ji jinên gundan dikirim û li vê bazarê difiroşim û debara xwe li ser vî karî dikim. Hevjînê min jî pîr û kêmendam e. Em di xaniyek hilweşayî de dijîn û bi zehmetî em debara xwe dikin. Ji lewra barê malê hemû li ser milê mine.”