Rêxistina Abaad bi kampanyaya “Dem dema we ye” jinan bi rêxistin dike

Rêxistina Abaad wek komeleyên din, ji qeyranên ku Lubnanê ji dawiya sala 2019'an vir ve jiyaye û bandorê li ser çalakê û planên wê yên pêşerojê kiriye xilas nebûye. Ji ber ku rêxistin rastî gelek zehmetiyan hatiye lê tevî vê yekê jî wê dikaribûye mîsyona xwe ya rizgarkirinê biqedîne û serkeftinan bi dest bixe bi taybetî jî bang li jinên hatine çewisandin kir ku gilî bikin û tundiyê red bikin bi riya kampanyaya "Her dem dema we ye."

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Damezrîner û seroka rêxistina "Abaad" Ghîde Ananî teqez kir ku hevgirtina di navbera her du dosyayên parastin û bihêzkirina aborî ya jinan û pêşxistina parastina jinan di çarçoveya kampanyaya "Her dem dema we ye" de yek ji karên pêşîn ên rêxistina wan e.
"Sînordarkirina çavkaniyan kêşeyên sereke yên sala 2021'ê ne"
Der barê zehmetiyên ku rêxistin di sala 2021'ê de rastî wan hatiye de, damezrîner û seroka rêxistina Abaad Ghîde Ananî ji ajansa me re wiha got: "Tişta herî dijwar a ku di sala borî de me di ber çavan re derbas kir, li gorî rewş û guhertinên berdewam nekarîna me ya plansazkirinê di demek kurt de ye. Her tiştê ku bi plansaziyê ve girêdayî ye ji aliyekî ve dijwar bû, ji aliyê din ve jî çavkanî li Lubnanê sînordarkirî ne."
Ghîde Ananî bal kişand ser nebûna kesên pispor di hin waran de ku hevrêziyê bikin, hin karan bi cih bînin, an jî projeyên taybet bi xwezaya karê rêxistinê bi cih bînin, wek pisporiya di mijara tundûtûjiyê û zayendî û wiha domand: "Me di dîtina jêhatiyên domdar de zehmetî kişand, ev yek ji wan kêşeyên herî girîng bû ku em pê re rû bi rû bûn, ji bilî çûyîna hin endamên tîma kar ên ku armancên wan ên din ên girêdayî rêwîtiya derveyî welat, koçkirina bi malbatê re, yan jî carna derketina ji ber şert û mercên tenduristiyê hebûn. Bi kurtasî, ev guhertina berdewam û dijwariya derbaskirina vê valahiyê bi dijwariya plansaziyê bi giştî digel hemû aloziyên ku gelê Lubnanê pê re rû bi rû ne, ji bo me dijwariyek bû."
Li ser pirsgirêka nebûna pisporan di warê zayendî de, Ghîde Ananî ev yek da zanîn: "Di warê şîdeta li ser bingeha zayendî de hejmareke sînorkirî ya pisporan heye lewre piraniya kesên ku xwedî ezmûn bûn, derfetên wan ên koçberiyê yan jî derketina derveyî welat hebû. Ji hêla din ve, derçûyên nû hene ku ne xwedî tecrubeyên têrker in di rêxistinê de."
 Bi krîza aboriyê re rapor kêm bûn
Ji bilî zehmetiyan, Ghîde Ananî balê dikşîne ser serkeftinên ku "Abaad" di sala derbasbûyî de bi dest xistine û dibêje: "Di sala derbasbûyî de armanca me domandina xizmetguzariyên jiyanê ji bo jinan bû. Ez wê yekê ji serkeftinên ku me bi dest xistine dibînim, çi di navendên hewandinê de, çi jî berfirehkirina qadên navendên civakî û navendên ewle yên ku xizmetên taybet ji jinan re pêşkêş dikin."
Yek ji mijarên ku em pê serbilind in û sala borî dest pê kir û em ê li ser xebata xwe bidomînin, kampanyaya "Her dem dema we ye" ku ji hewcedariya bi wê derketiye. Ev kampanya bersivek li ser kêmbûna raporên jinan bû. Di ronahiya şert û mercên giran ên aborî me dît ku gelek dozên zextê li jinan dikin hene. Ji ber vê yekê, jinên ku hatine çewisandin êdî raporên xwe yên tundûtûjiyê ranagihînin, ji ber ku tundî li ser esasên din ên jiyanê ne ya pêşîn e. Her wiha astengiyên lojîstîkî jî li pêş jinan hebûn ku ji ber lêçûnan nikaribûn xwe bigihînin me, ji ber vê yekê me kampanya da destpêkirin ku em bi bîr bînin divê mijara parastina cewherî esas were girtin."
Ghîda Ananî amaje bi wê yekê kir ku bi belavbûna vîrusa koronayê re agahdarkirin zêde bûye lê bi  dijwarbûna krîza aborî re, ji ber sedemên navborî hejmara ragihandinê kêm bûye. Raporên agahdarkirinê ji nîvê meha Sibatê heta Hezîran û Tîrmeha sala 2021'ê gelek kêm bûne. Dibe ku raporên hêzên ewlehiyê hebin, bi taybetî dema ku metirsî li ser ewlehiya jinek an yek ji endamên malbata wan hebe. Der barê rêxistin û xetên bi ewle de, em bûne şahidên kêmbûneke berbiçav di raporan de, ji bilî zehmetiya serdana navendan ji aliyê kesên ku rastî tundiyê tên."
Kampanyaya "Her dem dema we ye" bû alîkar ku jinan teşwîq bike raporan pêşkêş bikin û pêşî li dora mijara nîqaşa şîdetê were vekirin. Kampanya ji bo me cureyek avakirina pirek bû di navbera guftûgokirina gel û pêşanî li ser mijara şîdeta li ser bingeha zayendî, bi taybetî parastina ji şîdeta zewacê û malbatê û ji aliyê din ve jî kampanya di çûyîna ber bi reforma zagonî ve dibe alîkar. Kampanya celebek stratejiyek bû ji bo vejandina palpişta li dora şîdeta li ser bingeha zayendî." 
  Hevgirtina di navbera du dosyayên bihêzkirina aborî û parastinê de
Têkildarî planên ku Abaad bi destpêkirina sala nû re li ser dixebitî, rêxistin xebatên kampanyaya "Her dem dema we ye" diqedîne jî Ghîde Ananî vê yekê anî ziman: "Yek ji pêşengiya me parêzvanî û reforma siyasî ye ku mimkûn e rewşa giştî ya welat baştir bibe. Di heman demê de yek ji xebatên me yên sereke jî mijara hevgirtina du dosyayên parastin û bihêzkirina aborî ya jinan e, ji ber ku girêdana her du dosyayan bi hev re, ango xebata li ser bernameyên ku serxwebûna darayî û bihêzkirina aborî ya jinan wek beşeke sereke ya mijara bihêzkirina parastinê bilind dike. Berfirehkirina veguhestina zanyariyan, rahênan û pevguhertina ezmûnan di navbera Lubnan û herêmên Ereb de yek ji wan karên pêşîn e û her wiha berfirehkirina li herêmên Ereb heta li qada navneteweyî ku em dikarin balê bikşînin ser piştgirîkirina Lubnanê li ser hemû bernameyên ku îtîmad dide ser parastina jin, zarok, malbat û xurtkirina xizmetên jiyanê."
Rawestandina projeyan ji ber krîzê
Ji xeynî armancên rêxistinê, Ghîde Ananî amaje bi wê yekê kir ku piştî belavbûna nexweşiya koronayê, bi taybetî piştî teqîna bendera Beyrûdê, têkiliyên ku rêxistinê digrin zêde bûne, çi li ser xeta ewle û çi bi riya nameyê bi mebesta bidestxistina desteka aborî yan jî çavkaniyên xwarinê. Nemaze ku gazîvan ji rêxistinê bawer bin. Me bi riya tîma pispor li Abaad hin bûyer dinirxand da ku em bibînin ka ji ber qeyranê bandorek li ser endamên malbatê heye yan na û di pir rewşan de em hin doz sewqî komeleyên ku alîkariya madî dikin, her yek li gorî cihê rûniştina xwe."
Der barê projeyên ku di dema niha de hatine rawestandin de, Ghîde Ananî dibêje: "Yek ji wan projeyên ku em li ser dixebitîn, avakirina kompleksek nimûne bû ku navendek hewandinê ye bi rewşên jinên ku rastî  şîdetê tên û yên ku ji pirsgirêkên tenduristiyê êşê dikşînin eleqedar dike. Ew projeyek ku me bi hevkariya hikûmeta Hollandayê û bi hevkariya Wezareta Tenduristiya Giştî û Wezareta Karûbarên Civakî dest pê kir. Lê plansaziya darayî û pereyê ku ji bo projeya me dikaribû dest pê bikira hatibû veqetandin, an çûye bankan an jî nirxê xwe winda kiriye. Ev projeyek mezin e û yek ji wan projeyan bû ku di salên borî de, bi taybetî di sala 2020 û 2021’ê de, me nikaribû tu gavek jê re bavêjin. Ev proje hê jî pêşanî ye lê zehmet e ku di sala 2022'an de li ser wê were xebitandin. Dibe ku em ê bêtir alîkariyê berhev bikin da ku em di sala 2023'an de li ser bixebitin, ji ber ku dizanin ew hewcedariyek lezgîn e û valahiyek ji bo Lubnanê ye."