Bazara Newroz ji bo danasîna berhemên jinan derfetek e

Pêşangeha Bazara Newroz ya Serdeştê ya ji aliyê jinan ve hatiye vekirin ji bo nîşandana berhemên xwemalî û karên destê jinan derfetek mezin e. Jinan diyar dikin ku bi pêşangehên bi vî awayî dikarin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe.

LEYLA HESENZADE

Serdeşt – Di dawiya meha Adarê de, pêşangehek ya berhemên xwemalî û kerê destê jinan li Serdeşt hate vekirin û wê heta nîvê meha Nîsanê berdewam bike. Divê pêşangehê de jin berhemên xwe yên xwemalî û berhemên keda destê xwe didin nasandin.

Pêşangehên nasansina berhemên xwemalî û karê dest ji bo jinan derfetek mezin ava dike da ku hem berhemên xwe bi xelkê bidin nasîn hem jî dahata xwe bi dest bixin û bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Çalakiyên bi vî awayî rê ji bo aboriya navxweyî xweş dike û her wiha berhemên xwemalî hem xwezayê hem jî tendirûstiya mirovan diparêze. Ji ber vê çalakiyên bi vî awayî dikare alîkariya jinên resen û civaka navxweyî bike.

‘Pêşangeh ji bo berhemên jinan derfet e’

Jina ciwan Fatme Ehmedî ku di yek ji standên vê pêşangehê de berhemên xwe yên levaş û încas ku ku li firoşgeha xwe di firot beşdarî vê pêşangehê bûye û got: “Di destpêka serhildana gel û rewşa nebaş a aborî, ez neçar bûm ku firoşgeha xwe çend mehan bigirim. Ev bû sedem ku ez rastî pirsgirêkên aborî werim û dahata me kêmtir bibe. Niha jî li bajarê Serdeştê nirxê kirêya firoşgehan gelek giran e û gelek jin derfeta wan tune ye ku firoşgehekê kire bigre. Lê bi lidarxistina pêşangehên wiha ev derfeta me heye ku em berhemên xwe bifroşin û her wiha ev jî dibe alîkar ku mirov zêdetir berehmên me nas bikin. Niha ku ji ber nirxê zêde yê berheman, em neçar in ku nirxa berheman zêde bikin. Ev jî bandorek nerênî li ser firotina berhemên me dike, peydakirina kiryaran zêdetir ji bo karê me girîng e.”

‘Berhemê jinan ji bo serxwebûna aboriyê giring e’ 

Şirîn Resûlî ya ji Serdeştê amaje bi bandora vê bazarê li ser jiyana jinan kir û got: “Ez çûm bazara Newroz ya Serdeştê, ji berhemên wan gelek razî bûm, jinên ku bejdarî pêşangehê bûn berhemên xwe dan nasandin û pêşangehên bi vî awyî gelek giring in. Ji ber hemû berhem bi destê jinê tê çêkirin û jin bi xwe dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Ez hêvîdar im çalakiyên bi vî awayî berdewam bikin. Ger min berhemên ku ji vê drê digrim ji bazarê bigirta min ê dûqat pare dabuya."

Jina ciwan Nergîz Mortezevî ya serdana bazara Newroz ya Serdeşt kirî derbarê serdana pêşangehê de wiha got: “Di serdana pêşangehê de min gelên navxweyî nas kir. Rêvebirina pêşangehê ji aliyê jinan ve bûye derfetek ji bo nasandina berhem, çand û xelkê navçeyê.”