Şermîn û kargeha xwe parêzvanên berhemên xwemalî ne

Şermîn Newşîrwan a ji bajarokê Xurmale ya Başurê Kurdistanê, di kargeha xwe de berhemên xwemalî amade dike û bûye parêzvana berhemên xwemalî ya herêma Helebce û Hewreman.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Helebce û Hewreman bi karê dest û berhemên xwemalî bi nav û deng in. Jin di pêşxistina van berheman de xwedî rolek girîng in. Şermîn Newşîrwan, jinek ji bajarokê Xurmale, xwedî kargeha Şermîn Xanim e. Di kargeha xwe de berhemên xwemalî amade dike û dimsa tuyan çêdike.

Şermîn Newşîrwan dibêje: “Ev nêzî sê salane ez behemên xwemalî çêdikim. Tu yek ji wan fêkiyên ku bi sûde û di aliyê vîtamînan de gelek dewlemende, ji bo bedenê mirovan girîng e û parastina beden dike. Dimsa tu ji tuyên xweşik û zêde çêdibe, wek xwarinek gelek baş bi sûd ji bo gelek dermanan bi kar tê.”

Amadekirina dimsa tu

Şermîn Newşîrwan derbarê amadekirina dimsa tu de wiha got: “Destpêkê em tu ji darê kom dikin û dişûn û piştre kême av dixinê û didanin ser agir, piştî nerm bû em ava wê derdixin û di dani ser agir heta dibe dims em dikelînin. Dimsa tu mirovan ji gelek nexweşiyan diparêze. Dema dims amade bû, em dixin şûşe û ji bo firotinê dişînin bazarê da ku xelk jê sûd bigre.”