Bi berhemên xwe sebze û fêkiyan diparêze

Eqîla Razazî ya Cezayîrî diyar kir ku parastina xwarinê yek ji kevintirîn rêbazên kevneşopî ye û got: "Bi riya projeya xwe "Ewla Darî" sebze û fêkiyan bi rêbazên xwezayî diparêzim."

RABIA XERÎS

Cezayîr – Li bajarê Batnayê ya Cezayîrê, Eqîla Razazî fêkî û sebzeyan bi rêbazên xwezayî diparêze. Ew îlhama xwe ji kevneşopiyên kevnar ên Cezayîrê digre û berhemên saxlem, bi kalîte pêşkêş dike ku mohra mîrateya xwarinên Cezayîrê li ser wan e.

Eqîla Razazî li atolyeya xwe ya biçûk a li bajarê Batna ya li rojhilatê Cezayîrê ye, projeya xwe ya "Tesbîrê" didomîne. Li vî bajarî, deverên arkeolojîk û nîşaneyên xwezayî hene. Ev yek ji kevintirîn kevneşopiyên çêkirina xwarinê ye ku jinên Cezayîrê pê tên nasîn e. Eqîla Razazî navê berhemên xwe li gor slogana kevnar "Ewla Darî" ku ji "Te'wîl" hatiye wergirtin, daniye. Di atolyeya wê de şûşeyên cam ên bi hemû cûreyên xwe ku xwarinên kevneşopî tijî kirine, tên peydakirin.

'Parastina sebze û fêkiyan ji kevneşopiyên herêmê ne'

Eqîla Razazî jineke pîşekar e ku piştî veguherandina wan a bi rêbazên parastina xwezayî, pispora konservekirin û parastina fêkî û sebzeyan e jî. Eqîla dibêje: "Parastina fêkî û sebzeyan ne tiştekî nû ye. Me di dema pandemiya COVID-ê de dest bi karê xwe kir, bi îlhama ji amadekariyên min ên rojane yên malê dest pê kir. Ez bi gelemperî hin berheman wek firingî, îsot û sîr, diparêzim. Çêtir e ku mirov xwe bispêre berhemên demsalî û wan bi awayek kevneşopî û paqij, dûrî her cure lêzêdekirina kîmyewî ya wek rengdêr û parêzkeran, amade bike."

Xwarinên gelêrî yên navdar amade dike

Eqîla Razazî diyar kir ku ew li ser parastina gelek berhemên xwarinê dixebite, li ser amadekirina seleteya biraştî ya ku li herêmê wek xumus tê zanîn wiha got: “Ew xwarinek bingehîn a li ser sifreya Cezayîrê ye. Derbarê amadekirina xumusê de, em wê bi awayê kevneşopî bi pijandina wê ya li ser tabûnekê an jî di tajînek axê de amade dikin. Em hem malzemeyên wê, ji îsotan bigre heya sîr û firingiyan, dipijînin heta ku em wê tama bêhempa bistînin. Em bi mîqdarên wê amade dikin û hin malzemeyan lê zêde dikin da ku hilberînek bê kêmasî bi dest bixin ku hewcedariyên xerîdarên me bicîh bîne."

Bi madeyên xam hilberînên xwe amade dike

Eqîla Razazî li kêleka amadekirina xwarinan, cureyên şêrînahiyan jî çêdike. Eqîla derbarê vana de jî wiha got: "Cureyên cuda ji rîçalan bê şekir amade dikim, tenê bi fêkiyan. Rîçalên wek Sefercal, Ermûd, Sêv, hejîr û porteqal bi hemû cûreyên wê amade dikim. Di destpêka rêwîtiya xwe de, me malzeme bi destan dibirîn. Lê bi demê re me karî yekem makîneya ku pêvajoya birînê hêsan dikir 'Brouille' bikirin, ku ev yek beşdarî baştirkirina hilberînê û zêdekirina karîgeriyê bû. Her wiha makîneya 'Labushones' bikar tînin da ku bi hêsanî û bi bandor şûşeyên cam mor bikin."

'Şûşeyên cam parastina hilberînan dikin'

Derbarê sedema hilbijartina şûşeyên cam ji bo hilanîna berhemên xwe de, Eqîla Razazî dibêje: "Cam tekane materyal e ku berhemê ji bo demek dirêj diparêze. Pakêtkirina rîçalê dema ku germ e rêbazek baş-naskirî ye û dema hilanînê ji yek heta du salan an jî zêdetir li cîhek hişk û tarî dom dike, ango ew ne li ber tîrêjên rojê be. Em li ser projeyekê dixebitin ku perwerda pratîkî peyda bikin da ku alîkariya nifşên pêşerojê bikin ku rêbazên amadekirina kevneşopî fêr bibin. Ji bo her kes bikaribe li malê bêyî bikaranîna kîmyewî, hilberînên xwezayî û saxlem amade bike. Bi riya projeyê hewl didin riyên nû ji bo firotinên hilberînên xwe peyda bikin."