ÎSGÎ: Di sê mehan de 25 jin giştî 347 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclisa ÎSÎG’ê ragihand ku di sê mehên despêka salê de 347 karkeran jiyana xwe ji dest dane, ji wan 25 jin 6 jî zarokin.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Kar (ÎSÎG), “Rapora Mirana li ser Kar a Karkeran” a sê mehên ewil ên sala 2022’yan eşkere kir. Di raporê de hat diyarıkirin ku ji sedî 67’ê dane spartine çapemeniya netewî û ji sedî 33’yê dane jî spartine agahiyên karkeran, malbatan, pisporên ewlehiya kar, bijîşkên kargehan, sendîka û çapemeniya herêmî. Li gorî rapora ku hat eşkerekirin, di sê mehên salê de 347 karkeran jiyana xwe ji dest daye.  Di raporê de hat gotin ku 312 karker bi mûçe (karker û karmend) û 35 karker jî di karên xwe de xebitîne ango cotkar û esnaf bûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku mirina li ser kar di sektora înşeatan de 54 karker mirine, di sektora neqliyê de 45 karker, di di sektora daristanê de 33 karker, di sektora bazirganî, buro, perwerde û sînemayê de 30 karker, di sektora metal de 27 karker, di xizmeta tenduristiya, civakî de 27 karker, di sektora şaredarî, karên giştî de 26 karker, di cihê mêvanxane, şahî û kêfxweşiyê de 15 karker, di sektora parastin, ewlehiyê de 13 karker, di sektora madenvaniyê de 12 karker, di sektora tekstîl, çerm de 10 karker, di sektora keştî, tersane, behr, keştîgehê de 9 karker, di sektora enerjiyê de 8 karker, di sektora neft, kîmya, lastîkê de 8 karker, di sektora dar, kaxezê de 5 karker, di sektora zexîre, şekir de 4 karker, di di sektora rojnamevanî, çapemeniyê de 3 karker, di di sektora çîmento, ax û camê de 2 karker, di sektora banka, fînans, sîgort de karkerek jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hat gotin ku ji karkerên mirine 13 heb endamê sendîkayan bûne û 334 karker jî bêsendîka bûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji karkerên mirin e 25 kes jê karkerên jin bûne û 322 kes jî karkerên zilam bûne.

Her wiha di raporê de hat eşkerekirin ku di sê mehê ewil ên salê de 18 karkerên penaber ango koçber jî jiyana xwe ji dest dane.