Çîroka Parêz Azad: Ji zehmetiya êşê heta lûtkeya serkeftinê
Parêz Azad, jinek ku ji bo debara jiyana zarokên xwe bike dest bi xebatê kiriye, diyar kir ku divê şiyana jinan neyê tepisandin û got ku “Divê baweriyên me xurt bin û divê şiyanên jinan neyên veşartin.”
ŞILÊR KOYÎ
Koy – Di nav qerebalixiya jiyanê de, her tim çîrokên wiha hene ku ji me re dibêjin: “Ketin ne dawiya rê ye, destpêka vejînek bihêztir e”.
Ew xwe kom dike û mîna dayîkek dixebite da ku bi xwêdana eniya xwe, du zarokên xwe xwedî bike. Parêz Azad, ne tenê wek dayîkek, bi jêhatîbûn û şiyanên xwe veguherî hêzeke hilberîner. Wê piştî ku hevjînê xwe winda kir, hêza xwe civand da ku serbixwe be; aboriya mala xwe bi rê ve bir û di gelek warên cûda de bû mînaka jineke serkeftî.
Parêz Azad ji ajansa me re axivî û behsa çîroka jiyan û keda xwe kir. Parêz ragihand ku du zarokên wê hene û ew wek ‘dayîka Peyvînê’ tê nasîn. Wê wiha got: “Ji ber ku ez rojane wekî dê û bav dixebitim, bi keda xwe li ser piyan dimînim û debara xwe dikim. Ez li dikanan û li malê xwarinên Kurdî çêdikim û fêrî kesên din dikim. Ez nafikirim ku divê mirov tenê xwarinên herêma xwe bizanibe, ji ber vê yekê ez xwarinên bajar û herêmên din jî hîn bûm û fêr dikim.”
‘Her çiyayekî bilind, xwedî nizmiyan e jî’
Parêz Azad anî ziman ku her çiyayek bilindahî û nizimbûna wî heye, wê bi xwe jî ew çiya derbas kiriye û wiha domand: “Hêza min di wê rastiyê de ye ku min gelek êş kişandiye. Ji ber ku piştî her gava ku hûn dikevin, vejînek heye. Ez di çiyayekî pir dijwar re derbas bûm, lê min karîbû biserkevim û hêza xwe kom bikim.”
Parêz ji jinên din re bûye sembolek
Parêz tekez kir ku ew ezmûna xwe ji jinên din re vedibêje û wiha axivî: “Her roj gelek name ji min re tên. Jin di nameyên xwe de ji min dipirsin ka mirov çawa dest pê dike û çawa li ser piyên xwe disekine. Min şîret li wan kir û ezmûna xwe bi wan re parve kir. Min ji wan re got ku bi xwêdana eniya xwe xwe perwerde bikin û ji ber şîroveyên neyînî bêhêvî nebin, her wiha ji ezmûnan sûd bigrin.”
‘Bila şiyana jinan neyê tepisandin’
Di dawiyê de Parêz Azad bal kişand ser girîngiya desteka ji bo jinan û wiha got: “Divê em ji pêşveçûnê netirsin û paşve nenhêrin. Her kesê ku wêrek be, ne hewce ye ku ji şîroveyên mirovan bandor bibe. Divê em netirsin, divê baweriyên me yên xurt hebin. Divê şiyanên jinan neyên veşartin; bila ew jî derkevin pêş û mîna me bixebitin.”