Jinên firoşkar ên gundewarên Yemenê çandiniya herêmê diparêzin
Li Taîzê, jinên ji deverên gundewar hatine, tevî zehmetiyên çûnhatin û kêmbûna hêza kirînê, berhemên xwe yên xwezayî difiroşin. Bi vê hem, têkiliyên bi bajêr re diparêzin, hem jî sûd didin malbatên xwe û aboriya herêmî.
RAHMA ŞANZÛR
Yemen – Li kolanên kevin ên Taîzê, bi taybetî li Bazara Bab el-Kebîr ku yek ji bazarên giştî yên herî kevin û zindî ya bajêr e, firoşkarên jin ên ji gundewaran hatine beşek girîng a jiyana rojane ne. Di saetên serê sibehê de, bi dehan jin ji herêmên çandiniyê yên derdora Taîzê berhemên gundewarî yên nû ku bi salan e difroşin, digihîjînin bazarê.
Di nava berhemên ku van jinan anîn de rûnê nivîşkê gundan, penîr, sebzeyên demsalî û giyayên biyanî yên li gundên çiyayî çêdibin hene. Ev berhem çavkaniya debara gelek malbatên gundewaran pêk tînin, di heman demê de xwarinên herêmî û xwezayî ji niştecihên bajêr re peyda dikin.
Jin tevî zehmetiyan karê xwe didomînin
Tevî zehmetiyên çûnhatina rojane, zêdebûna mesrefên neqliye û kêmbûna hêza kirînê, jinên firoşkar ên gundan bi biryardarî karê xwe didomînin. Ev yek nîşan dide ku jinên Yemenî dikarin li gorî şert û mercên dijwar ên aborî û bi keda xwe li ser lingên xwe bisekinin.
Rola van jinan ne tenê bi firotina berhemên herêmî sînordar e. Di heman demê de domdariya têkiliya di navbera gundewar û bajar de pêk tînin, berhemên çandiniyê rasterast ji hilberîneran digihîjînin muşteriyan. Bi vî awayî piştgiriyê didin aboriya herêmî û sûdê didin parastina çanda xwarinê ya bêhempa ya gundewarên Yemenê.

Li bazara herî kevin a Taîzê keda 30 salan
Beriya ku roj bi tîrêjên xwe ji pişt çiyayên Taîzê derkeve, Nûr Abdusselam a 61 salî ji mala xwe ya li gundekî girêdayî bajêr derdikeve. Li ser milên wê berhemên wê yên gundewar hene, zêdeyî 30 salan e her roj derdikeve rêwîtiya ku dubare dike û ber bi bazara herî kevin û herî qerebalix a bajar a bi navê Bab el-Kebîr ve, bi rê dikeve.
Li qincikê xwe yê bazarê, bi baldarî qutiyên xwe yên plastîk rêz dike, berhemên gund pêşan dide. Rûnê nivîşkê gund, penîr û sebzeyên demsalî hene. Ew ji aliyê muşteriyên ku dem û cihê hatina wê dizanin ve tê pêşwazîkirin.
Nûr Abdusselam wiha dibêj: “Ev nêzî 30 salan e her roj ez têm bazarê. Ev kar tekane çavkaniya min a debarê ye û pêwîstiyên bingehîn ên malbata xwe bi vê pêk tînim.”
Ji bo Nûr firotina berhemên gundewar ne bijarteyeke asan e, ji bo wê bûye riyeke ku pê mesrefên zêde yê jiyanê dide. Tevî temenê xwe yê mezin, rêwîtiya xwe ya rojane didomîne. Ji ber bawer dike ku kar rûmetê bi mirovan dide qezenckirin û wisa dike ku mirov li ser lingên xwe bisekine.

‘Beriya roj derbikeve ez radibim’
Rûr wiha behsa rêwîtiya xwe ya rojane dike: “Ji bo ez berhemên xwe amade bikim, beriya roj derdikeve radibim. Ji bo di dema xwe de bigihîjim, ez xwe li ber zoriyên rê û mesrefên zêde yên gihîştinê digrim. Şertên rê û mesrefên neqliyeyê çiqas zor bin jî karê xwe didomînim. Hewl didim berhemên xwezayî û gundewarî yên ku mirov tercîh dikin pêşkêş bikim.”
Di salên dawî de, li Yemenê rewşa aborî ya xirab, bûye sedema zêdebûna berbiçav a mesrefên çûnhatinê her wiha hêza kirîna welatiyan bi awayekî berbiçav kêm bûye. Ev yek barê li ser firoşkarên jin ên gundan girantir dike.
Tevî vê, Nûr her roj tê bazarê. Ji ber ku dizane muşterî berhemên wê, xwezayî û nû dibînin û dibêje: “Xelk berhemên xwecihî tercîh dikin, ji ber xwezayî û nû ne. Gelek muşterî bi salan e me nas dikin û bi taybetî ji bo nivîşk û penîr bikirin tên.”
Rola civakî ku ketiye pêşiya firotinê û pirgirêkên piştî şer giran bûne
Bandora Nûr Abdulselam û firoşkarên jin ên gundan ên mîna wê, ne tenê bi pêkanîna debara rojane ya ji bo malbatan sînordar e. Di heman demê de rola girîng a pêşketin û piştevaniyê digrin. Gihandina berhemên çandiniya herêmî rasterast bi destên muşteriyan, zincîra bazara tevlîhev û bihayan zêde dike ji derve dihêle.
Bi saya vê yekê, girêdana di navbera gundewar û bajar de xurt dikin û di demeke ku xizmetên bingehîn bi piranî hilweşiyane de, alîkariya domandina bazirganiya herêmî dikin.
Nîvê berheman beriya werin firotin xirab dibin
Emriye Sabit a 67 salî ku çend metreyan dûrî Nûr dijî û heman têkoşînê dide piştrast dike ku rojane zoriyan dikşînin û wiha dibêje: “Her êvar ez li cotkarên gund digerim, berheman kom dikim. Paşê beriya roj derbikeve diçim bazarê. Lê îro rewş ne wek beriya şer e. Gihîştin hema bibêje ne mumkin e û mesref jî pir zêde bûne. Ji ber rewşa rê, ez gelek caran dereng digihîjim bazarê.”
Emriye Sabit wiha domand: “Hêza kirîna mirovan nemaye. Zêdetirî nîvê sebze û penîrê ku ez tînim beriya bifroşim xera dibin, ji ber muşterî êdî nikarin wekî berê bikirin. Berê min her tiştê ku dianî di saetên sibehê de difirot. Niha, carna neçar dibim berhemên xera bûne biavêjim çopê.”
Tevî van rolên girîng, firoşkarên jin ên gundewaran hê jî bêyî gihîştina mekanîzmayên parastin û piştgiriya civakî dixebitin. Saetên dirêj li bazarên vekirî derbas dikin, rojane zoriyên çûnhatinê dikşînin û bi şert û mercên kûrbûna krîza aborî ya welat re têdikoşin.