Zaroka ku rastî êrişa zayendî hat, rastî zexta zewaca êrişkar hat!

Mêrê bi navê Selman A. yê ku li Qulpê êrişa zayendî li zarokekî kir, bi qeydên deng ên ku girtibûn gef li zarok xwar û zext li ser wê kir ku pê re bizewice. Li ser giliya zarokê der barê êrişar de biryara girtinê hat dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li gorî daneyên TUÎK'ê yên sala 2019'an ji 206 hezar û 498 zarokên ku weke mexdûrên sûc hatin yekîneyên ewlekariyê ji sedî 15,2 rastî êrişa zayendî hatine. Dîsa li gorî amarên Wezareta Edaletê di sala 2012’an de hejmara sûcên êrişa zayendî ya zarokan 17 hezar û 589 bû, di sala 2019’an de ev hejmar derket 22 hezar û 689’an. Li welatê ku sûcên îstîsmarê yên li dijî zarokan roj bi roj zêde dibin yek ji van mînakan li Qulpa Amedê hat jiyîn. Ciwanê bi navê Selman A. yê 24 salî ku destdirêjiya zayendî li zarokekî kir, ji bo ku zarok ji kesî re nebêje gef li zarok xwar. Kiryarê ku bi qeydên deng 3 salan gef li zarok xwariye, piştî ku doz sewqî dadgehê bû hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Wî zarokê îstismar kir û qeyda deng girt

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin bûyer di havîna 2019’an de pêk hatiye. Zarokê ku bi malbata xwe re hat gund ji aliyê Selman A. ve rastî êrîşa zayendî hat. Kiryarê ku bi îdiaya ku qeydên deng û dîmenên wî hene gef li zarok xwar ku ji kesî re nebêje, 3 sal jî gefên xwe berdewam kir.

Zexta zewacê lê kir

Hate hînbûn ku êrîşkar ji bo pêşî bibe evîndarê wî û piştre pê re bizewice gefan li zarok xwariye, di vê demê de telefonî malbata zarokê kiriye û gotiye, "Eger namûsa we hebe hûn ê herin û wê bibin testa wê çêbikin." Zarokê ku pêşniyara Selman A. ya ji bo bibe evîndar û bizewice red kir, çû cem mamosteyê xwe yê dibistana xwe û tiştên ku jiyaye, gefên bi heman rengî dewam kirin vegot.

Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî îfadeya zarok hat destpêkirin de, kiryar Selman A. di meha Adarê de hatibû girtin û şandin girtîgehê. Rûniştina dozê dê di çarçoveya îdianameya piştî binçavkirinê hat amadekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.