Tûnis xwe ji bo referandûmê amade dike

Tûnis xwe ji rêyeke siyasî ya dijwar re amade dike, piştî deh salan ku Tûnisî wan deh salan wekî melankolî binav dikin, ku bû sedema xirabbûna şert û mercên civakî û aborî û yên ku herî zêde zirar ji vê yekê dîtin jin bûn.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Li gorî daxuyaniya Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, 9 milyon û 300 hezar Tûnisî xwe amade dikin ku beşdarî referandûma destûra nû ya di 25'ê Tîrmehê de bibin. Ev referandûm ji aliyê hêzên siyasî û aliyên lihevhatî yan aliyên nakok ên welat ve, ku her yek li gotî îdeolojî û têkliyên xwe, hevdem hat pêşwazîkirin û redkirin. Hin rêxistinên femînîst dihesibînin ku referandum deriyekî nû ye ji bo dîktatoriyeke nû ku têgîn, zagon û destkeftiyên şoreşê û tevgera femînîst bi dest xistiye têk bibe. Aliyên din ên ku piştgirî didin tedbîrên Serok Qeys Seîd ji bo guhertina destûrê, referandûm pêwîstî dibînin da ku welat ji hilweşînê rizgar bikin piştî zêdebûna qeyranên siyasî û aborî û nakokiyên hizbî.

"Projeya destûrê nêzîkatiyeke yekalî ji serokê welat re nîşan dide"

Seroka Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê Nayla Zûxlamî diyar kir ku du pêşniyar li pêşiya wan hene yan boykot bikin yan jî beşdar bibin û wiha pê de çû: "Ji ber nakokiyên di navbera komeleyên sivîl û femînîst de biryar hêj di lêkolînê de ye. Projeya destûrê di amadekirin, nivîsandin û pêşkêşkirina xwe de nêzîkatiyeke yekalî ji serokê welat re nîşan dide, ku gel ji mafên wan ên di gengeşekirina çarenûs û paşeroja xwe de bêpar dihêle. Dema ku Serokkomar pêşnûmeya destûrê di Rojnameya Fermî de pêşkêş kir, dînamîka femînîst redkirina xwe ya destpêkê li ser vê yekê anî ziman."

"Destûra nû dê ji bo diyarkirin, sînorkirin û kontrolkirina mafan dê hêza teqez bide meclîsê"

Nayla Zûxlamî da zanîn ku destûra nû ya Saîd dê ji bo diyarkirin, sînorkirin û kontrolkirina mafan hêza mutleq bide meclîsê û wiha got: "Jêbirina referansa mafên mirovan ji pêşgotinê û balkişandina li ser nepenî, çand û nasnameya Erebî-Îslamî, ku dijberî esasê peymanên navdewletî û mafên mirovan e şermezar dikim. Divê bal were kişandin ser cidiyeta xala 108, ku destûrê dide serok ku çavdêriya hemû saziyan bike. Ez bang li civaka sivîl û femînîst dikim ku ji bo rûbirûbûna vê projeya ku li dijî demokrasiya ku Tûnisî dixwazin, bikevin yekîtiyê. Dînamîzma femînîst û komeleyên cûrbecûr pabendî redkirina projeya destûrê û referandumê ne û dê ji bo pêkanîna reformên destûrî yên ku rêzê li daxwaz û azadiya gelê Tûnisê digirin û wekheviya tam, dadmendiya civakî û hemû prensîbên ku şoreş ji bo wan hat, dê seferber bibe."

"Destûra nû dê bibe derfetek ji bo vegerandina saziyên dewletê yên talankirî"

Parêzvana mafên mirovan Henan El-Ebasî got ku destûra nû bersivê dide daxwazên gelê Tûnisê di warê birêxistinkirina desthilatên qanûnî, cîbicîkar û dadwerî de û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Serok Seîd dixwaze xewna xwe ya komareke nû ya ku tê de herdu zayend wekhev bin û dadmendiya civakî serdest be, pêk bîne. Dengên ku berevajî projeya serokatiyê derdixin, ji aliyê partiyên Ixwan ve tên piştgirîkirin da ku projeya ku Tûnisî demeke dirêj li benda wê bû hilweşînin. Destûra nû dê bibe derfetek ji bo vegerandina saziyên dewletê yên talankirî û reforma welatê ku di rewşek aborî ya dijwar û rawestana siyasî de derbas dibe. Tûnis bi dehsaliya zulm, neheqî û gendelî ya berbelav jiya ye û dem hatiye ku bi destûrek ku gelê wê temsîl dike were vegerandin."

"Referandûm dê têkiliya rasterast a di navbera Tûnisiyan de xurt bike"

Henan El-Ebasî eşkere kir ku guhertina sîstema siyasî ji parlemanî bo serokatiyê tiştekî baş e û wiha anî ziman: "Proje cîhê zêdetir dide serok ji bo parastina berjewendîyên welat û karkirina dezgehên wê, yên ku jixwe bi berjewendîyên hizbî yên teng re nakokî ne ku desthilatê wekî dergehek ji bo berjewendîyan dibînin. Referandûm dê têkiliya rasterast a di navbera Tûnisiyan de xurt bike û destûra ku ji bo referandûmê hatî pêşkêş kirin dê tevgerek nû ava bike ku dê welat ji nakokiyên hizbî dûr bixe û li dijî gendelî û yekdestdariyê şer bike."