Baroya Amedê di nava 6 mehan de hezar û 600 serlêdanên tundiyê girt

Baroya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê di nava 6 mehan de hezar û 600 serlêdanên tundiyê girt. Bêrîvan Turan diyar kir ku li gor salên berê di serlêdanan de zêdebûn hatiye jiyîn û bal lê kişand ku sedema herî mezin a vê zêdebûnê polîtîkaya bêcezatiyê ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed-  Li Tirkiyeyê ku tundî roj bi roj lê zêde dibe de, ji meha Çileyê vir ve zêdeyî 400 jinan jiyana xwe ji dest dan. Li welatê ku tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokan jî bi heman rêjeyê zêde bûye, yek ji sedema herî mezin a vê zêdebûnê polîtîkaya bêcezatiyê ye. Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku çeteleya 6 mehên destpêkê yên salê bi me re parve kir, da zanîn ku di nava 6 mehan de zêdetirî hezar û 600 serlêdanên ku ji tundî, destdirêjiya zayendî, îstîsmar, telaq û gef xwarinê pêkte, girtine. Endama navendê Parêzer Bêrîvan Turan a diyar kir gelek sedemên zêdebûna van serlêdanan ku piraniya wan ji tundiyê pêk tên hene û balkişand ku dadgeh jî di pêvajoya darazê de ji aliyê jinan ve biryaran nagirin.

Di nîvê salê ya ewil de zêdeyî hezar û 600 serlêdan hatin girtin

Berîvan Turan a anî ziman ji meha Çileyê heta niha li Buroyên Alîkariya Edlî zêdetirî hezar û 600 serlêdan girtine, diyar kir ku di van hemû serlêdanan de cureyên cuda yên tundiyê cih digre. Berîvan Turan a da zanîn ji bo jinên ku bi serlêdana hevberdanê tên daxwaza tedbîrê dikin û piştgirîya hiqûqî pêşkêş dikin, diyar kir ku di darizandinên cezayê yên serlêdanên tundiyê cih digre de jî wek li navenda mafên mudaxîl dibin.

“Dadgehan ji bo jinan biryar nade”

Berîvan Turan a balkişand ku di darizandinên cezayan de daxwazavan ya mudaxîl aliyê dadgehan ve gelek caran bi hinceta "kesê rasterast ji sûcê zerar dîtiye" nayê qebûlkirin, wiha axivî: “Lê belê bi zagona jimare 6284’an re xalên Peymana Stenbolê, Qanûna Ceza û qanûna parêzertiyê jî, di dozên tundiya li dijî jinan de ji bo mudaxîlbûna me piştevanek avadike. Helbet hin rewşên ku daxwazên me yên ji bo beşdarbûnê wek îstîsnaî tên qebûlkirin jî hene, lê ji ber ku piranî ev hevkarî nayê kirin, ji bo em di dozê de  wek navend nikarin beşdarî bibin, em neçar dimînin dosyayê wek parêzerê mexdûr û bi wekaletnameya taybet bişopînin. Halbûkî ne hewce ye ku rewş ewqas giran bibe. Navendên me yên ku armanca wan a sereke têkoşîna qanûnî ya li dijî tundiya li ser jinê ye, gotina ku mirov bêje kes rasterast ji sûcê zirar nedîtiye wê pir ji derveyî rastiyê be. Bi rastî ji em nikarin bibêjin ku dadgehan ji aliyê jinan ve biryar dide.”

"Tevî ku hejmara biryarên tedbîrê zêde neguheriye jî, demê wan kurt bû”

Berîvan Turan a diyar kir sedemeke din a zêdebûna serlêdanên tundiyê jî, demkurt girtina biryarên tedbîrê an jî qet nedayî ne, bal kişand ku bi taybetî bi biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê re di biryarên tedbîrê de kêmbûnek cidî pêkhat. Berîvan Turan, diyar kir ku ew ê li ser van tedbîrên kêmbûne an jî demkurt tên girtin lêkolîneke mezin pêkbînin û axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku dê Tirkiye di demek nêz de raporekê pêşkêşî Grevio bike û ji wê îstatîstîk were xwestin. Ji ber vê sedemê, em texmîn dikin ji bo îspata vekişîna ji Peymana Stenbolê li welat zêde guhertinek çênekir û bêyî Peymana Stenbolê dikare li dijî tundiya li dijî jinan têbikoşe, di îstatîstîkan de bi qestî kêmbûn çêdike. Ji ber vê yekê ji aliyê dewletê ve manîpulasyonek mijara gotinê ye.”

“Polîtîkayên bêcezatî tundiyê zêde dike”

Berîvan Turan a diyar kir li gel newekheviya zayendiya civakî astengiya din a herî mezin a li pêşiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, polîtîkaya bêcezatiyê ye hatiye rewşa sîstematîk e, da zanîn ku wekî ku dema mexdûr jin be, piranî caran pêvajoya lêpirsînê ya bi bandor nayê meşandin, di qonaxên lêpirsînê de jî li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî nay tevgerandin û tedbîrên taybet jî nayên girtin.

“Baweriya jinan a bi edaletê roj bi roj zirar dibîne”

Berîvan Turan der barê astengiyên ku di pêvajoya darazê de di dosyayên kiryarên tundiyê de dijîn ev mînakan da: “Di dosyayên sûc yên em dişopînin de; em rastî gelek mînakên wek ji mexdûr û şahidan re dabîn nekirina parastin û piştgirîya bi bandor, bi navend nekirina mafên mexdûran di pêvajoya lêpirsînê de beşdarbûneke bi bandor pêk neanîn, negirtina tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê û dema binpêkirina tedbîrê dibe nepêkanîna hepsa tazyik re rû bi rû dimînin. Ji ber van sedeman, rastiya ku encam bûna sûcên zayendî bêcezatiyê an jî bi cezayê re, ne tenê ji bo me parêzeran, ji bo tevahiya civakê jî diyar e. Wek min di serî de jî behs kir, mixabin ji ber van sedeman rêjeya serlêdana sûc ji aliyê jinan ve tên kirin gelekî kêm e. Hem jî em dibînin ku di serlêdanên ku em distînin de, carnan serlêder bi çi curê tundiyê re rû bi rû maye jî bi me re parve nake û bi tirs bêdeng dibe. Û em çavderî dikin ku ev rewşa bêcezatiyê asteng dike ku jin serî li saziyên edlî bidin û li mafên xwe bigerin. Yanî baweriya jinan a bi edaletê roj bi roj zêdetir zirar dibîne.”