Tundiya darazê bi dozan didome

Emîne Şenyaşar a ku bi îdaya li Îbrahîm Halîl Yildiz "heqaret kiriye" doz lê hat vekirin ji dadger pirsa, "zarokên min kê kuştin" kir.

Riha – Emîne Şenyaşar bi îdiaya ku li parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê Rihayê, “heqaret”  kiriye tê darizandin. Xizm û parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz du law û hevjînê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne ji ber axaftina xwe ya di roja 157’emîn a çalakiya Nobeda Edaletê kiribû de di danişîna ewil a dozê de derket pêşberî dadger. Danişîn li Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê pêk hat. Emîne, nûnerên rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî te li danişînê bûn. Bi dehan parêzer di danişînê de amade bûn. 

“Li nexweşxaneyê mirov nayên qetilkirin”

Beriya danişîn dest pê bike, serokê dadgehê got dosyeyek “heqaretê” ye û divê kes dernekeve derveyî dosyeyê. Li ser vê yekê parêzeran îtîrazî daxwaza dadger kirin. Danişînê bi xwendina nasnameyê dest pê kir. Katib ji Emîne Şenyaşar pirsa “çend zarokên te hene” kir. Emîne Şenyaşar jî got: “Zarokên min kuştin, yekî jî dan girtin.” Piştre “sûcdarî” bi rêya wergêr ji Emîne  re hat ragihandin. Emîne diyar kir ku ew bi dermanan li ser pêya ye û wiha got: “7 zarokên min hebûn, xwestin hemûyan bikujin. Li nexweşxaneyê hevjînê min û du lawên min kuştin. Zarokên min li ber çavên min hatin kuştin. Li nexweşxaneyê mirov nayên qetilkirin. Ez heqê xwe helal nakim. Kê zarokên min kuşt? Ev dewletek çawa ye, ev hikûmetek çawa ye?” 

Ji parêzerên dozê Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û diyar kir ku ew wergêrê bêalî dixwazin. 

Serokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa jî destnîşan kir ku gotinên Emîne Şenyaşar nabin “heqaret” û ew ê parastina hûrgilî paşê bikin. 

Doz hat taloqkirin

Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û doz taloqî salvegera despêkirina Nobeda Edaletê 9’ê Adara 2023’yan kir. 

Piştî danişînê parêzerên malbatê û beşdaran li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û destnîşan kir ku tundiya darazê bi van dozan li ser malbarê berdewam dike.