Li Canan Kaftancioglu ya CHP'yî cezayê pere hat birîn

Li Seroka Bajar a CHP'ê ya Stenbolê Kaftancioglu, bi îdiaya ku di parvekirinek xwe de heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye, 10 hezar û 620 lîre cezayê pere hat dayîn

Navenda Nûçeyan- Danişîna doza ku der barê Seroka Giştî ya Partiya Komarê ya Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu de bi îdiaya ku li ser hesabê xwe yê medyayê parvekirinek ku heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye, hat vekirin li 71’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya  Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de parêzer amade bûn. Dozgerê ku di danişînê de der barê esasê de mutala xwe anî ziman diyar kir ku di parvekirina Canan Kaftancioglu de li dijî erkdarê kamûyê ji ber erka wî sûcê heqeratê pêk aniyê û xwest bê cezakirin.

Parêzeran daxwaza beraetê kirin

Di danişînê de parêzerê Suleyman Soylu diyar kir ku giliyên wan berdewam dikin û xwest Canan Kaftancioglu bê cezakirin. Parêzera Canan Kaftancioglu ku mafê axaftinê girt, diyar kir ku di bernameya ku Suleyman Soylu beşdar bû de îdia kir ku Canan Kaftancioglu "bi rêxistina terorê DHKP-C"yê ra têkildar e” ji ber ve xwest li gorî xala 129'an a TCK'ê weke "heqareta beramberî hev" bê nirxandin û muwekîla wê bê beraetkirin.

10 hezar û 620 TL cezayê pere lê hat birîn

Heyeta dadgehê ku piştî îfadeyên parêzeran biryara xwe eşkere kir, îdia kir ku sûcê li ser Canan Kaftancioglu ya li dijî erkdarên kamûyê ji ber erka wî sûcê heqeratê pêk aniyê neguher e û biryar da ku li Canan Kaftancioglu di berdêla 354 rojan de 10 hezar 620 lîre cezayê pere bê dayîn.