Kovara Jineolojî weke sûc hat dîtin!

Di îdianameya ku der barê siyasetmedara girtî Halîde Turkoglu de hat amadekirin de beşdarbûna wê ya daxuyaniya çapemeniyê û kongreya partiya wê weke sûc hat dîtin û kovarên Jineolojiyê yên li mala wê jî wek "belgeyên rêxistinê" hatin nîşandan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji ber îfadeyên şahida bi navê Kezîban Kuday a navê wê aşkera bû, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû vekirin de; di meha Gulanê de 13 kes hatibûn binçavkirin. Di navbera kesên hatibûn binçavkirin de endama Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîde Turkoglu jî hebû, der barê 10 kesan de biryara girtinê hat dayîn. Di îdianameya ku hatiye amadekirin de jî hejmarên kovara Jineolojiyê yên li mala Halîde Turkoglu hatin dîtin wekî “Belgeyên rêxistinî” hatin nîşandan, beşdariya wê ya Kongreya HDP’ê ya Bajarê Amadê jî sûc hat dîtin.

Ji dosyaya ku jê serbest hat berdan din hat girtin

Halîde Turkoglu mehek beriya biryara girtinê, di meha Adarê de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan lê ji ber îfadeyên Keziban Kuday careke din hatibû binçavkirin û di 20 Gulanê de hat girtin. Der barê Halîde Turkoglu de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianameyk ji çar rûpelê hat amadekirin û tê de îfadeyên Keziban Kuday û qeydên HTS hene.

Beşdariya kongreya partiyê sûc hat dîtin

Ji ber ku ji heman sûcî hat darizandin, her du dosyayên Halide Turkoglu kirin yek û îfadeyên Keziban Kuday esas hatin girtin. Beşdarbûna kongreya partiyê û daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Leyla Guven jî sûc hatin dîtin. Di qeydên HTS yên di îdianameyê de cih digrin de, perwerdeyên ku Halîde Turkoglu di çarçoveya rêzika partiya xwe de daye wekî “perwerdeya îdelolojîk” hat binavkirin. Her wiha di serdegirtina mala wê de hebûna hejmarên kovara Jineolojiyê yên Îlon-Cotmeh-Mijdar ên sala 2017’an û yên meha Çile-Sibat-Adar ên 2018’an ji ber biryara desteserkirinê li ser wan hebûye, wekî delîlên sûc hatin nîşandan û kovar weke “belgeyên rêxistinî” hatin dîtin.

Dê danişîn di 16’ê Îlonê de were dîtin

Danişîna yekem dê di 16’ê Îlonê de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk were.