Polîsê ku ji ber tacîza li ser zarokek tê darizandin hê li ser peywira xwe ye!

Der barê polîsê ku li Amedê li ser zarokek destdirêjiyê kir de ji ber ‘tacîza zayendî’ îdianame hat amadekirin û lêpirsîn hat destpê kirin lê ew polîs hê jî li ser peywira xwe ye!

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weke rêbazek şerê taybet êrîş û destdirêjiya li ser jin û zarokan bi polîtîkayên taybet tên meşandin, rewşa xirab a heyî her ku diçe girantir dibe. Hat hînbûn ku polîsê bi navê Mehmet S. li Amedê êrîşa zayendî li welatiyek Sûriyeyê kiriye. Bûyer di meha Tebaxa sala borî de pêk hatiye, polîs jimareya telefona zarokê ku ji bo giliyê hatiye qereqolê jê girtiye. Polîs Mehmet S. yê ku rojekê bi hinceta "Ez ê ji te re cil û bergek nû bikirim" zarok ji malê girtiye, biriye mala xwe û bi roj di odeyekê de girtî hiştiye. Piştî serlêdana malbatê der barê polîs Mehmet S. de lêpirsîn hat destpêkirin, derket holê ku polîs tevî lêpirsînê jî hê xebatên xwe didomîne û li ser peywira xwe ye.

Got "Yên ji Sûriyeyê ne bedew in lê tu bedew î"

Li gorî agahiyan zarokê mexdûr di 10’ê Tebaxa 2021’ê de ji ber ku bi malbata xwe re nîqaş kiriye ji malê derketiye. Piştî ku zarok di rê de li xizmekî xwe rast hatiye, welatiyên li cihê bûyerê bang li polîsan kirine û rewşê ragihandine. 2 polîsên ku di nav wan de êrîşkarê zayendî polîsê bi navê Mehmet S jî heye hatine cihê bûyerê û zarok birine Midûriyeta Şaxa Zarokan. Li gorî agahiyên di îdianameyê de, di rê de polîs Mehmet S. ji zarok re gotiye, “Tu Sûriyeyî yî? Ne gengaz e tu ji wir bî, ew bi gelemperî ne bedew in lê tu pir xweşik î.”

Ji zarok re pêyaman şandiye

Hat hînbûn ku zarok piştî çûye Midûriyeta Şaxa Zarokan giliyê malbata xwe kir, polîs Mehmet S. yê ku hejmara telefona zarok bi dest xistiye li miduriyetê ji zarok re peyam şandiye û gotiye, “Sibê ez ê te ji mal bigrim ji bo ji te re kincên nû bikrim” ji bo ku axaftin neyê qeydkirin tenê peyam şandiye. Di dîmenên ku di qeydên kamerayên li midûriyetê de jî cih girtin de, hat diyarkirin ku her du li hemberî hev rûniştine û nivîsan dişînin.

Zaroka ku biriye mala xwe tevahî rojê wê li malê girtiye

Roja din 11’ê Tebaxê saet di 07.00’an de polîs bi wesayîda xwe çûye mala zarok û wê biriye malê. Hat hînbûn ku wê rojê zarok ji dayika xwe re gotiye, “Ez ê herim îfadeyê bidim. Polîs dê min bigirin.” Hat hînbûn ku polîsê êrîşkar ê bi navê Mehmet S. ê ku zarok di odeyekê de girt, piştî ku zarok bir malê, heman rojê danê êvarê piştî gotina zarokê ya "Min berde yan ez ê xwe bikujim" dîsa zarok biriye mala wê. Dayika ku tevahiya rojê agahî ji zarokê xwe negirt, çûye midûriyeta polîsan û serîlêdana windabûnê kir û piştî ku zarok vegeriya malê malbatê giliyê polîs kir.

Ji sûcên “tacîza zayendî” û “ji azadiya xwe bêpar hiştina kesekê” îdianame hat amadekirin

Her wiha di dosyayê de cih digre ku piştî gilîkirinê li midûriyeta polîsan malbat û zarok bi gotina “Gilî neke” gef li ser wan hatiye xwarin û polîs Mehmet S. hemû sûcdariyên der barê xwe de red kiriye. Di dosyayê de dîmenên ku Mehmet S. di roja bûyerê de zarok bi wesayîda xwe dibe mala xwe polîsê tacizkar Mehmet S. derewandin. Di çarçoveya îfadeyên ku hatin girtin û delîlên hatin berhevkirin de der barê Mehmet S de bi îdiaya "tacîza zayendî" û “ji azadiya xwe bêpar hiştina kesekê” îdianame hat amadekirin.

Rûniştina din a doza ku yekemîn rûniştina wê di meha Gulanê de hat dîtin dê di 25'ê Mijdarê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê dîtin.