Mustafa Asan ê ku qeydên HTS’ê wî derewandin bi gotinên ecêb xwe parast

Di meha Kanûna borî de cenazeyê Mulkiye Kazan a hatibû qetilkirin, hatibû dîtin. Dergistiyê wê Mustafa Asan ê hat girtîn, dema qeydên HTS'ê derketin holê got; “xwest bireve, min jî alîkarî kir.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn - Di 15'ê Kanûna 2021'ê de li Çemê Çirpiyê ku di navbera sînorê Ceylanpinara Rihayê û Qosera Mêrdînê de ye, perçeyên cenazayê aîde jinekê hatin dîtin. Şivanên ku cenaze dîtin, agahî dan leşkeran. Piştî lêkolîna otopsiyê hat tesbîtkirin ku cenaze aîdî Mulkiye Kazan a 24 salî ye, mehek e winda bûye. Mustafa Asan ê ku dergistiyê Mulkiye Kazan bû, guman jê hebûn, piştî cenazê hat dîtin wek gumanbarê cînayetê hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat amadekirin de, di qeydên HTS’ê de derket holê ku kiryar Mustafa Asan di roja windabûna Mulkiye Kazan de, li cihê bûyerê bûye, ev yek bi sînyala tlf. diyar bû. Hat hînbûn ku piştî cenaze hatiye dîtin sînyalên telefonê yên Mustafa Asan hatine şopandin û di vê pêvajoyê de dema xwestiye bireve hatiye girtin. 

Serlêdana windabûne hatibû kirin

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Mulkiye Kazan, di meha Mijdarê de bi gotina “Em ê gustîl bikirin” ji mala xwe ya li Wêranşarê derket. Ji bo Mulkiye Kazan a ku piştî ji mala xwe derket careke din agahî jê nehat girtin, malbata wê çû midûriyeta polîsan û serlêdana windabûne kir. Mustafa Asan ê tevî herî dawî bi wê re telefonê axivî û hev dîtin j îder barê windabûna Mulkiye Kazan de wiha gotibû; “Agahiya min ji wê tune ye, me wê rojê qet hev nedît.” Hat hînbûn hefteyek piştî windabûna Mulkiye Kazan ji hejmareke ne diyar ji telefona xwişka wê re peyama “Ez Mulkiye li Almanyayê me, li min negerin” hatiye şandin. Piştî windabûna Mulkiye Kazan, yekane gumanbarê bûyerê Mustafa Asan jî beşdarî xebatên lêgerînê bû.

Bersûc dema hewl da bireve hat girtin

Piştî serlêdana windabûnê, bi qasî mehek şûnde, di çemê ku navbera navçeyên Ceylanpinar û Qoserê cih digre de, ji aliyê şivanan ve cenazeyê jineke ku hatibû perçekirin hat dîtin. Cenazeyê ku ji ber gelek derbên amûrên birîne ji bedena xwe girtibû, rûyê wê nedihat naskirin, pêşî şandin Mêrdînê, piştre Amedê û herî dawî şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Piştî ku malbatê ji bo cenaze nimûneya xwînê da, hat tesbîtkirin ku cenaze aîdî Mulkiye Kazan e. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve piştî teşhîskirina nasnameya cenaze hat destpêkirin de, qeydên HTS'ê yên yekane gumanbarê bûyerê Mustafa Asan hatin lêkolînkirin û hevdîtinên telefona wî hatin guhdarkirin. Mustafa Asan ê ku di îfadeya xwe ya ewil de gotibû "Min wê rojê Mulkiye Kazan nedît" piştî di hevdîtina telefonê de gumanên der barê reva wê de hatin tesbîtkirin, hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Mustafa Asan ê ku qeydên HTS'ê wî derewand îfadeya xwe guherand

Di îdianameya ku 8 meh piştî bûyerê hat amadekirin de hat xwestin ku bersûc Mustafa Asan, ji ber sûcên "kuştina bi qestî, gef û hwd. were darizandin. Di îdianameya hat amadekirin de raporên Tiba Edlî, îfadeyên şahidan û qeydên HTS'ê cih girtin. Li gorî lêkolîna ku di îdianameyê de hat kirin, agahiya ku di roja windakirina Mulkiye Kazan de sînyala telefonê wê û sînyala telefona kiryar Murat Asan li cihekî hevpar hatiye dîtin, hat parvekirin. Bersûc Mustafa Asan ê ku piştî agahiya sînyalan li cihekî hevpar hatine dîtin îfadeya wî jî nû ve hat girtin, berovajî îfadeya xwe ya ewil îfade da û diyar kir ku dergistiya wî Mulkiye Kazan bi kesekî din re axiviye, xwestiye bireve û wî jî alîkariya wê kiriye û ji gund wê derxistiye biriye gundekî nêzî Qoserê. Serdozgeriyê ku îfadeyan li ber çavan girt, tesbît kir ku cihê Mustafa Asan behs dike 3-4 kîlometre dûrî cihê cenazeyê Mulkiye Kazan lê hatiye dîtin e.

Danişîna yekemîn dê di 25’ê cotmehê de bê dîtin

Di îdianameyê de ferdên malbata Mulkiye Kazan jî diyar kirin ku gumana wan ji Mustafa Asan heye û gilî kirin. Di çarçoveya îdianameya hat amedekirin de yekemîn danişîna dosyayê dê di 25'ê Cotmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.