Li dijî kampanyaya jinan, kampanyaya îftirayê hat despêkirin

Gelek çalakvanên jin kampanya îftirayê ya ku piştî kampanyaya wan a "Pasaporta min a bê welî" bi ser ket û gihişt armancên xwe li dijî wan hat destpêkirin, şermezar kirin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Kampanyaya çalakvanên jin "Pasaporta min a bê welî" bi betalkirina şert û mercên ku pêşî li wergirtina pasaportê ji bo jinan digirin û pêkanîna qanûnê ji bo hêsankirina dayîna pasaportê ji bo jinan armancên xwe bi cih anîn. Lê piştî ku qanûn di Daîreya Koç û Pasaportan de hat bicihanîn, li dijî çalakvanên jin ên ku kampanya "Pasaporta min a bê welî" dabûn destpêkirin, kampanyaya îftirayê bi armanca betalkirina sepandina qanûnê hat destpêkirin.

"Armanca kampanyaya wan vegerandina qanûnê bo rewşa berê ye"

Derbarê kampanya îftirayê ya li dijî çalakvanên jin, profesora civaknasiya hevbeş li zanîngeha Taiz Olfet El-Dabai wiha got: "Yên ku li pişt vê kampanyayê îftirayê ne, qonaxên veguherîna ku jinên Yemenî tê re derbas dibin, beşdarbûna wan di hemû qadên jiyanê de û tevkariya wan a bibandor di avakirina aştiyê de fêm nekir. Ez bi xwe hatim sûcdarkirin ku bi vê kampanyayê ez dihêlim ku keç li dijî malbata xwe, jin li dijî hevjînê xwe û xwişk li dijî birayê xwe bisekine û gef li min xwarin ku ez hewl didim civakê hilweşînim û parçe bikim. Ji ber ku kampaniya "Pasporta min a bê welî" bi ser ket, wan ev serkeftin fêm nekir û ev yek wekî sedema zêdetir daxwazên mafên jinan nirxandin, wekî ku ev yek sûc be, ji ber vê yekê kampanyaya îftirayê li dijî me dan destpêkirin. Armanca herî girîng a kampanyaya wan bandorkirina li ser pêdaçûna qanûnê û vegerandina wê bo rewşa berê ku ji bo bidestxistina pasportê pêwîstî bi razîbûn û amadebûna welî hebû. Ku kampanyaya îftirayê bandorê li biryarên Serokwezîr, Wezîrê Karên Hiqûqî û Wezîrê Karên Hundir neke. Jinên yemenî xwediyê belgeyeke diyaloga niştimanî ne ku ji aliyê hemû pêkhateyên siyasî ve hatiye lihevkirin û dewlet neçar e cîbicî bike. Ez beşdarî bilindkirina dozên qanûnî yên dijî kampanyayên îftirayê bûm û min bang li civak, saziyên fermî û nefermî kir ku berpirsiyariya xwe li hember van kampanyayên ku destdirêjiyê li jinên Yemenî dikin, hilgirin."

 "Bi hinceta ku ez banga hilweşandina civakê dikim gef li min xwarin"

Çalakvana civakê Elhan El-Şîbanî diyar kir ku ew rastî gelek gefan hat û wiha pê de çû: "Piştî ku me kampanyaya 'Pasaporta min a bê welî' da destpêkirin, em rastî gelek rexneyan hatin. Bi hinceta ku ez banga hilweşandina civakê û teşwîqkirina reva jin û keçan dikim gef li min xwarin."

 "Mixabin kesên ku beşdarî kampanyaya Îftirayê bûne akademîsyen û rewşenbîr in"

Şefîqa Elî Ehmed ku ew jî yek ji jinên ku kampanyay "Pasporta min a bê welî" dabûn destpêkirin wiha got: "Mixabin kesên ku beşdarî kampanyaya Îftirayê bûne akademîsyen û rewşenbîr in. Kesên ku kampanyaya 'Pasaporta min a bê welî'  kirin hedef, nekarîn qanûna ku mafê bidestxistina pasaportê dide jinan, betal bikin, lê hewl dan ku nehêlin ku dayik bêyî destûra hevjînê xwe nikaribe bi zarokên xwe re seferê bike, di heman demê de ger bav bixwaze bi zarokên xwe re seferê bike dikare bêyî destora dayikê seferê bike."