Li Tûnisê di şûna destdirêjkaran de mexdûr tên sûcdarkirin

Çalakvana Tûnisî Duha Qellalî diyar kir ku doza Yeqîn a zarok ku rastî destdirêjiya gelek kesan hatiye, diyardeya sûcdarkirina qurbaniyan ji nû ve aniye rojevê. Duha destnîşan kir ku di şûna sûcdaran de, Yeqîn û diya xwe hatine sûcdarkirin.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ

Tûnis – Doza keça Tûnisî Yeqîn a ku çend roj beriya niha rastî destdirêjiya komek zilam hat û piştre li nav kolanê birîndar hiştin, nîqaşa li ser diyardeya sûcdarkirina qurbaniyan û bandorên wê yên civakî û psîkolojîk ji nû ve anî rojevê. Di nav bangên rawestandina retorîka ku tundiyê rewa dike an jî sedemên wê yên di tevgerên qurbaniyan de digere. Li şûna wê, balê bikşînin ser hesabpirsîna ji berpirsyarên sûc.

Di ser medya civakî re malbat hat sûcdarkirin

Doza Yeqîna 15 salî li Tûnisê hêrs û sempatiyek berfireh derxist holê. Her ku daxwazên ji bo hesabpirsînê zêde dibûn, li ser medyaya civakî gotarek derket holê ku qurbanî û diya wê ji ber tiştê qewimîne sûcdar dikir, rexne li hin hilbijartinên wan ên rojane û şêwaza dêûbavtiyê digirt.

Ev şîrove rastî rexneyên berfireh ji aliyê çalakvan û rêxistinên jinan û mafên mirovan ve hatin. Wan digotin ku balkişandina ser tevgerên zarok an biryarên diya wê, balê ji ser sûc û berpirsyariya sûcdaran dûr dixe û diyardeya sûcdarkirina qurbaniyan di dozên tundiya zayendî de didomîne.

‘Erka dewletê parastina qurbaniyan û berpirsyarkirina sûcdaran e’

Di vê çarçoveyê de Eniya Wekhevî û Mafên Jinan daxuyaniyek bi sernavê ‘Edalet ji bo Yeqîn… Ji rewakirina destdirêjiyê û sûcdarkirina jinan re na’ weşand û hevgirtina xwe bi zarok û malbata wê re diyar kir. Eniyê, daxwaza parastina wê kir, misoger kir ku ew lênêrîna pêwîst digre û nepeniya wê diparêze. Daxuyaniyê tekez kir ku berpirsyarî li ser sûcdaran e û erka dewletê parastina qurbaniyan û berpirsyarkirina sûcdaran e. Jinan her wiha redkirina hemû şêweyên cudakarî û serdestiyê li dijî jin û keçan piştrast kir, banga garantîkirina mafê wan ê azadî, ewlehî û wekheviyê kir û çareserkirina pirsgirêkên destdirêjiyê ya ji perspektîfa parastina qurbaniyan û hesabpirsîna sûcdaran kir.

Çalakvan û parêzvanên mafên mirovan dirûşmeya "Ji bo Yeqîn û ji bo hemû jin û keçan: Jji bêdengiyê re na, ji rewakirina tundiyê re na û ji sûcdarkirina qurbaniyan a ji ber tiştên ku dikşînin re na" bilind kirin. Wan tekez kirin ku pêwîstiya destekkirina qurbaniyan û rûbirûbûna çanda ku tundiyê rewa dike, heye.

'Tundî bi du riyan pêk tê'

Aktîvîsta civaka sivîl Duha Qellalî ragihand ku dozên tundiya li dijî jin û keçan bi gelemperî li ser du rêyên paralel dimeşin. Duha got ku “Ya yekem dadwerî ye, ku tê payîn bi eşkerekirina rastiyê û hesabpirsîna berpirsyaran bi dawî dibe, ku pir caran ji ber belavbûna siyaseta bêcezatiyê naghîje tu encamê. Ya duyemîn darizandinek gelêrî ye ku bi giranî bi rêya malperên medyaya civakî yên virtual çalak e, ku tê de mijar dibe mijara raya giştî.”

Duha Qellalî da zanîn tiştê ku tê payîn ku ji bo qurbaniyê çavkaniya piştgiriyê ye, pir caran dibe cihek ji bo domandina pêşdaraziyan. Duha destnîşan kir ku gelek deng ne tenê daxwaza hesabpirsînê ji sûcdaran dikin, di heman demê de hewl didin ku qurbanî û diya wê ji ber tiştê qewimî sûcdar bikin. Duha Qellalî zêde kir ku ev helwest ne tenê ne, her wiha şêwazên ramanê yên kûr di hejmarek civakên Ereb de nîşan didin ku li şûna ku sûcdar û şert û mercên ku dihêlin sûcên wiha dubare bibin berpirsyar bên girtin de, li ser sûcdarkirina jin û keçan û berpirsyarkirina wan a ji bo tundiya li dijî wan tê kirin.

Berpisyarî ne tenê ya dayîkê ye

Doha Qellalî tekez kir ku berpirsyarkirina dayîkê ji ber tiştê ku qewimî ji ber ku wê destûr da keça xwe ku derkeve derve an kêfê bike, têgihîştinek xelet a maf û azadiyên bingehîn nîşan dide. Duha her wiha gotarên kevneşopî yên ku cil, tevger, an hebûna jinê li qadên giştî sûcdar dikin, didomîne.

Duha Qellalî destnîşan kir ku ev mantiq rê li ber çerxek xirab vedike ku tê de qurban dibe gumanbarê sereke, di heman demê de sedemên rastîn ên tundiyê têne paşguhkirin. Ev sedem bêcezatî, belavbûna tiryakê û sûc, zêdebûna curbecur cureyên tundiyê û têkçûnên têkildarî perwerde û polîtîkayên civakî ne.

'Qurbanî hewceyî piştevanî û hevgirtinê ne'

Duha Qellalî tekez kir ku qurbanî hewceyî piştgirî, hevgirtin û têgihîştinê ne, ne zexta psîkolojîk û şermezarkirina civakî ya zêdetir. Duha bang kir ku dawî li hemû şêweyên rewakirina tundiyê û veşartina tawanan bê anîn û diyar kir ku "rûbirûbûna bi van diyardeyan re bi sekinandina li kêleka qurbaniyan û parastina mafê wan ê edalet û rûmetê dest pê dike."

Ev doz zêdebûna destdirêjiyê radixe ber çavan

Ev doz li ser belavbûna çanda sûcdarkirina qurbaniyan di dozên destdirêjiyê de pirsên kûrtir derdixe holê. Bandora wê ya li ser şansên bidestxistina edaletê, ya di demeke ku bangên ji bo veguheztina nîqaşê ji darizandina qurbaniyan ber bi hesabpirsîna sûcdaran ve diçe de. Her wiha li ser çareserkirina sedemên avahîsaziyê yên ku dihêlin binpêkirinên wiha dubare bibin.