Di doza Denîz Poyraz de êrişî malbat û parêzeran kirin

Di danişîna doza Onur Gencerê ku Denîz Poyraz qetil kir de, cendirmeyan êrişî bir ser parêzerên ku bertek nîşanî negirtina eywanê ya parêzerên biwekalet û rojnamegeran dan.

Îzmîr – Danişîna doza Onur Gencer ê li Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kir dê li eywana Kampusa Girtîgeha Şakranê ya Alîaga berdewam bike. Parêzerên biwekalet û endamên çapemeniyê yên ku xwestin beşdarî dozê bibin, bi biryara heyeta dadgehê negirtin eywana danişîne.

Beriya rûniştina 6’emîn a doza Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bi destê faşîstê bi navê Onûr Gener hatibû qetilkirin, li pêşiya Girtîgeha Şakranê ya Alî Agayê daxuyaniyek hate dayîn. Malbata Denîz Poyraz, parlementerên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkûn, Alî Kenanoglû û gelek kes tevlê bûn.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî yê di daxuyaniyê de axivî bi lêv kir ku veguhestina dozê ya li Alîaga li ser daxwaza Onûr Gencer pêk hat û wiha got: “Êrişî birayê Denîz Poyraz hate kirin. Serokê di çarçoveya planekê de hatiye tayînkirin, peywîra xwe bi cih anî. Ev peywîr faşîzmê da wan. Ev komkujî sûcekî organîze ye û di nava dewletê de hatiye organîzekirin. Ev qetilkirin ne qetilkirineke ji rêzê ye. Yek ji pirsgirêkeke bingehîn a welatî ye. Divê hemû hêzên azadiyê zêdetir li vê danişînê xwedî derkevin. Denîz Poyraz rûmeta me ye. Em ê hesaba hemû komkujiyan bipirsin.

Parêzeran negirtin danişîne

Piştî daxuyaniyê parêzer û girse derbasî eywana danişînê bûn. Bi biryara dadgehê parêzerên xwedî belgeya rayeyê nagirin hundir. Şandeya dadgehê lîsteya kesên ku tev li danişînê bibin amade kir û biryar da ku tenê kesên tev li dosyayê bûne û parêzerên ku vekaletan wan heye bigirin danişînê. Tevî ku di dosyayê de biryara darizandina girtî heye jî hevdîtina parêzeran a ji bo vê biryarê didome. Li ser vê yekê li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî anî ziman ku parêzerên bi belgeyên raye û xebatkarên çapemeniyê nagirin hundir, cihazên elektronîk yên parêzerên dozê jî nagirin hundir, bêyî belgeya HDP’ê, HDP’iyan jî nagirin hundir û wiha got: “Lîsteyek heye, lîsteyeke biçûk û keyfî. Dibejin ‘Em dixwazin li ser qetilkirina Denîz Poyraz bigirin, polîtîkayên bêcezatiyê dişopînin hûn çi bikin bikin’. An divê parêzer, em û çapemenî li wir be an jî biryara girtinê aşkere bikin ku em bibînin. Em vê biryarê qebûl nakin, ev sefaleta hiqûqê ye. Em ji vir jî naçin.”  

Cendirmeyan êriş kir

Piştî daxuyaniyê parêzeran hewl da bikevin hundir lê cendirmeyan bi ava şid mudaxileyî parêzeran kirin. Mudaxile didome, parêzer bi berzkirina dirûşmeyan bersiv didin.