Ji bo Sîbel Tekîn a 45 rojan girtî ma dê tazmînata menewî bê dayîn

Derhênera Belgefîlmê Sîbel Tekîn a ku ji ber dîmenên ku ji bo belgefîlma “Jiyana di Tarîtiyê de dest pê dike” kişandibû ji doza ku hatibû binçavkirin beraet kir, bi hinceta binçavkirin û girtina neheq dê 25 hezar TL tazmînata menewî bê dayîn.

Navenda Nûçeyan – Derhênera Belgefîlmê Sîbel Tekîn a ku ji ber dîmenên ku ji bo belgefîlma “Jiyana di Tarîtiyê de Dest pê dike” de hatibû binçavkirin, piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, piştî 45 rojan ji doza ku li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihat darizandin, beraet kir.

Piştî biryara beraetê parêzerên Sîbel Tekîn bi hinceta binçavkirin û girtinên neheq di 2’ê Nîsana 2024’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabûn û daxwaza tazmînata madî û manewî kiribûn. Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Ji bo neheqiyên ku wê û tevahiya malbata wê di vê pêvajoya nêzî 1,5 salan de dîtine tu telafiya wê nîne. Keseke bêguneh bi awayekî neheq hat binçavkirin, girtin, guh neda pêşgotina bêsûciyê û bi lez û bez li ber meqamên darizandinê bêyî lêpirsîneke bi bandor hat mexdûrkirin û piştre bi tevkariya yekîneyên îdarî û civakê ev pêvajo gihişt asta herî jor.”

Daxwaza tazmînata madî hat redkirin

Li gorî nûçeya di malpera Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA); Di serlêdanê de parêzeran ji bo tazmînata menewî 250 hezar TL û ji bo tazmînata madî jî 10 hezar TL xwestin. 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di danişîna ewil de derbarê daxwaza tazmînatê de biryara xwe da. Dadgehê biryara redkirina daxwaza tazmînata madî ji ber ku şert û merc pêk nehatin, 25 hezar TL tazmînata menewî ji bo pêvajoyên ku hatiye binçavkirin û di girtîgehê de maye, da. Hate hînbûn ku parêzerên Sîbel Tekîn dê der barê redkirina daxwaza tazmînata madî û qismî qebûlkirina daxwaza tazmînata menewî de îtîrazê bikin.

Piştî ku hat binçavkirin hat girtin

Sîbel Tekîn a ku di 16’ê Kanûnê de di serdegirtina malê de bi hinceta “îxbar” heye piştî kişandina belgefîlma wê ya di 15’ê Kanûna 2022’an de li Tuzluçayira Enqereyê hatibû binçavkirin, di 17’ê Kanûnê de ji aliyê dadgehê ve biryara girtinê hatibû dayîn. Sîbel Tekîn a ku di îdianameya ku der barê wê de hat amadekirin de bi îdiaya “Bi talîmata rêxistinê keşfê kiriye” di danişîna ewil a dozê ya 30’ê Çileya 2023’an de hat tehliyekirin. Di danişîna ku di 5’ê Adarê de li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de, bi hinceta ku hêmanên bersûcê nehatine dîtin, biryara beraetkirina Sîbel Tekîn hat dayîn.