Dozgeriyê ji bo îşkenceyê got: “Ji ber ku li ber xwe dan lêdan xwarin”

Ji bo jinên ku di dema binçavkirinê de lêdan xwarin û rastî heqaretê hatin giliyê polîsan kiribûn, lêpirsîn hatibû vekirin lê dozgeriyê îdia kir ku ku ber jinan bertek nîşan dane lêdan xwarine û lêpirsîn bi neşopandinê bi encam bû.

MEDÎNE MAMEDOGLU 

Şirnex – Li Cizîra Botan, di 20’ê Kanûna 2020’an de polîsan avêtibûn ser mala hevşaredara Şirnexê Bêrîvan Kutlu. Di dema serdagirtinê de Berîvan û mêvana wê Meryem Eşkara bi lêdan û heqaret  hatin binçavkirin. Piştî ku wan birin qereqolê jî ji aliyê polîsên ku avêtibûn ser mala wan ve rastî tehdîtê hatin, ji ber nêzîkahiya xirab û îşkenceya polîsan serlêdana sûc kiribûn. Piştî serlêdana sûc lêpirsînê du sal berdewam kir û di encamê de serdozgeriya komarê ya Cizîrê biryar da ku ji ber di dema serdegirtina malê de bertek nîşan dane lêdan xwarine û lêpirsîn bi neşopandinê bi encam bû.

Di dema lêgerîna malê de wan li ser erda beton a cemidî dan sekinandin

Di roja 20 Kanûna 2020’an de polîsan bi ser mala Bêrîvan Kutlu ve girtin wê û mêvana wê Meryem Aşkara li erdê dirêj kirin dû re bi lêdanê wan binçav kirin. Ji ber ku di dema lêgerînê de wan li ser beton dan sekinandin, Meryem Aşkara bertek nîşan dabû, dubare rastî lêdanê hatibû. Piştî wan birin qereqolê jî rastî heman muameleyê hatin, Meryem Aşkara di heman şevê de ji nexweşxaneyê rapora lêdanê girt. Bi raporê jinan der barê polîsan de serlêdana sûc kirin. Polîsên ku li wan dabûn jî îdia kirin ku jinan jî li wan dane û gilî kirin.

Du salan tu tişt ji lêpirsînê derneket

Lêpirsîna ku bi giliyê jinan bi îdiaya “Heqaret, tehdît û bi zanebûn birîndarkirinê” hatibû vekirin du salan tu tişt jê derneketibû lê di 19’ê Îlonê de serdozgeriya komarê ya Cizîrê biryara neşopandinê da. Dozgeriyê hincet nîşan da ku ji ber jinan bertek nîşan dane polîsan li wan daye, rayeya polîsan heye ku dema bertek were nîşandan zoriyê bikin û ji ber wê dosyaya lêpirsînê girt.

“Tevî teşxîsa dîmen jî lêkolîn nehat kirin”

Têkildarî lêpirsînê, parêzera dosyayê Newroz Uysal ragihand ku tevî jinan polîsên li wan dane teşxîs kirine jî; der barê wan kesan de tu lêkolîn nehatiye kirin û dosya hatiye girtin. Newroz Uysal diyar kir ku tevî destên wan li pişt wan hatine kelepçekirin û hatine binçavkirin jî rastî tehdît û heqaretê hatine jî dozgeriyê di biryara xwe de bi gotinên “Ji ber ku polîsek dikare bi zorê peywira xwe bi cih bîne, di wê demê de ger birîndarî çêbibe ev yek sûc nayê dîtin” dosyayê girtiye.