"Em ê li pey azadiya Çîçek Kobanê bin"

Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn têkildarî biryara cezayê muebed ê li Çîçek Kobanê ji aliyê dewleta tirk ve hat birîn got: "Ev biryar êrîşa li ser nasname, têkoşîn û destkeftiyên jinan e."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Dewleta tirk û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de bi tevgereke dagirkeriyê êrîşeke dijwar ya bejahî û asîmanî bi ser Girê Spî û Serêkaniyê de anî. Şervanên YPJ`e, YPG`e û QSD`ê ji bo parastina ax û gelê herêman berxwedaneke bê hempa li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan didan. Di wê demê de şervana YPJ`ê  Dozgîn Temo bi nasnav Çîçek Kobanê ji aliyê çeteyan ve li gundê Mişrefa yê Eyn Îsa hat girtin. Çeteyan Çîçek birin Rihayê û radestî Tirkiyeyê kirin. Dadgeha Rihayê bi îdiaya ku ‘Çîçek Kobanê welat û dewletê xirab dike’ cezayê heta hetayê yê girankirî lê birî. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê di 11`ê Hezîrana 2021`an de ceza erê kir û Çîçek şand Dadgeha Bilind. Daîreya Cezayê 3`emîn a Dadgeha Bilind di Çileya 2022`ande cezayê Çîçek erê kir û herî dawî ev biyar ji aliyê Dadgeha Xwecihî hatiye erêkirin û teqezkirin.

Li dijî vê biryarê berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Macîde Hesûn, helwesta xwe nîşan da û got  

"Çîçek Kobanê li dijî dagirkeriyê şer dikir"

Macîde Hesûn di destpêka axaftina xwe de girtina Çîçek Kobanê bi bîr xist û wiha got: "Em biryara faşîzma tirk ya li ser Çîçek Kobanê şermezar dikin, dewleta tirk bi rengekî eşkere zagonan binpê dike û hesabê vê yekê jî nad e. Dema ku dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wî êrîşên dagirkirina Serêkanî û Girê Spî destpê kirin, Çîçek Kobanê weke ku şervanên YPJ`ê di berxwedaniya li dijî DAIŞ`ê de axa xwe parastin, wê jî heman tişt kir û li dijî êrîşên dagirkeriyê, ji bo parastina gel û destkeftiyên jin şer kir. Çîçek di wî şerî de ji aliyê çeteyan ve hat girtin û pişt re radestî Tirkiyê hat kirin. Bê guman ne tenê Çîçek Kobanê di girtîgehên dewleta tirk de ye, lê bi hezaran kesên welatparêz, siyasetmedar, hiqûqnas, reweşenbîr, rojnamevan û hwd. girtîne."

"Dewleta tirk bi hezaran kiryar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne lê bê ceza dimînin"

Macîde Hesûn di domandina axaftina xwe de bêdengiya li hember binpêkirin û kiryarên dewleta tirk wiha nirxand: "Dewleta tirk bi girtina Çîçek Kobanê zagonên navdewletî binpê kir, niha jî bi erêkirina cezayê heta hetayê ev binpêkirin dubare kir. Divê êdî civaka navdewletî li hember van kiryaran xwedî helwest be û binpêkirinên dewleta tirk bê ceza nemînin. Ev tenê yek ji hezaran kiryarên dewleta tirk ên ku li Serêkanî, Girê Spî, Efrîn û deverên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li van herêman demografî tê guhertin, gel û bi taybetî jin bi hemû rêbazên hov re rû bi rû dimînin. Lê me heta vê kêliyê jî nedît ku tu rêxistin, hêz û dewlet xwe ji aliyê siyasî, hiqûqî û mirovî ve berpirsyar nîşan didin. Plan û tevgera dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di pêşerojê de xeterê li ser tevahî civaka navneteweyî ava bike."

"Biryara li ser Çîçek, li ser me hemûyan e"

Herî dawî berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn destnîşan kir ku ew ê li pey azadiya Çîçek Kobanê bin û got: "Biryara der heqê Çîçek Kobanê de hat girtin, em weke êrîşeke li ser nasname, têkoşîn û destkeftiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digrin dest. Dewleta tirk dixwaze bi hişmendiya xwe ya faşîst û desthilatdar vîn, hêz û berxwedana jinan a li hember dagirkeriyê lewaz bike. Li ser vê bingehê peyama me weke Kongreya Star û jinên Herêma Firatê ew e ku em têkoşînê bilindtir bikin û kîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê mezintir bikin. Em ê tu carî êrîş û kiryarên li ser jinan nepejirînin û li pey azadiya Çîçek Kobanê bin."