Derbarê Canan Kaftancioglu de biryara beraatê

Seroka Bajarê Stenbolê ya CHP Canan Kaftancioglu ji doza ku bi sûcdarkirina “Heqareta li Serokkomarê” dihat darizandin, beraat kir.

Navenda Nûçeyan – Danişîna doza Seroka Bajarê Stenbolê ya CHP Canan Kaftancioglu ji ber parvekirina xwe ya derbarê “Broşura Holdînda Bi SaBiKa” de kiribû, bi sûcdarkirinên “heqareta li Serokkomarê” û “heqareta li erkdarên kamuyê” dihat darizandin, li Dadgeha Cezaya Asliye ya 35’emîn a Stenbolê hat dîtin. Derbarê Canan Kaftancioglu ya beşdarî danişînê bû, biryara beraatê hat dayîn.

Bi daxwaza cezayê girtinê ya di navbera dû sal û şeş salan de doz li Canan Kaftancioglu hatibû vekirin.