Doza Rojnameger Reyhan Çapan hat taloqkirin

Danişîna doza Midûra Karê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan dihat darizandin, hat taloqkirin.

Stenbol – Li Tirkiyeyê ku yek ji wan welatên ku rojnamegerî herî zêde lê tê darizandin, bi taybetî li dijî rojnamegerên muxalif doz tên vekirin. 22'emîn danişîna doza ku Midûra Karê Nivîsê Rojnameya Ozgur Gundem ku bi KHK'ê hatibû girtin Reyhan Çapan ku bi hinceta "Propagandaya rêxistinê", "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê", "Weşandina daxuyaniyên rêxistinê" tê darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. 

 

Danişîn hat taloqkirin

Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de, ji ber ku biryara girtinê ya derbarê Bulent Toraman, Cîmşît Atilgan û Nebahat Akman nehatin bi cihanîn û ji ber vê sedemê şandeya dadgehê danişinê taloqê 7'ê sibata 2023'yan kir.