Dadgehê ji bo Çaglar Demîrel cezaya girtîgehê xwest

Danişîna doza ku der barê Parlamentera berê ya HDP'ê Çaglar Demîrel de hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin. Dadgehê ji bo Çaglar Demîrel a ku bal kişand ser têkiliya DAIŞ-AKP'ê, ceza xwest.

Amed – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Berê Çaglar Demîrel dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî partiya wan rexne dikir û got; “Êrişa bombeyî ya duh, ji hêla çeteyên DAIŞ’ê û AKP’ê ve hatiye organîzekirin. Dewlet û hikûmeta AKP’ê bi awayekî derhiqûqî hevserok û parlamenterên me revandin û xesp kirin.” Ji ber van gotinan û du çalakiyên ku tev li bûbû, derbarê Çagla Demîrel de bi îdiaya “Komara Tirkiyeyê û hikûmet biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat dîtin. Danişîn ku Çaclar Demîrel beşdarî nebû parêzerê wê Serdar Çelebî amade bû. 

Ji 301’ê ceza xwest

Dozgeriyê di danişînê de mutalaaya xwe da dadgehê û xwest ku Demîrel bi îdiaya “Dewleta Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê biçûk xistiye” bê darizandin û ji xala 301’an a TCK’ê cezayê hefsê lê were birîn. 

 

Parêzerê Demîrel, Serdar Çelebî jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. Dadgehê daxwaza dem qebûl kir û danişîna dozê taloqî 15’ê mijdarê kir.