Doza Pinar Gultekîn birin dadgeha îstînafê

Biryara daxistina “tehrîkkirina nerewa” ya ji bo Cemal Metîn Avci yê ku Pinar Gultekîn qetil kir, ji îstinafê re hat şandin. Jin li gelek deverên Tirkiyeyê di çalakiyê de bûn.

Navenda Nûçeyan- Di doza der barê qetilkirina Pinar Gultekîn de, biryara ji kujer Cemal Metîn Avci bi daxistina “tehrîkkirina nerewa" mehkûmkirina 23 sal cezayê girtîgehê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Muglayê û malbata Gultekîn ve şandin dadgeha îstinafê.

Parêzera Malbata Gultekîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ev tişt parve kir:

“Ev biryara ku di warê hiqûqê de garabet e, ji îro pê ve hem wek wekîl em, hem jî Serdozgeriya Komarê ya Muglayê ku di vê warê de xwestibû hemû bersûc werin cezakirin îtiraz kiribû. Di pêvajoya dozê de me bi bahîsa ku bêalîbûna dadgehê zirar dîtiye 3 caran ji redî dadger xwest, hemû jî hatin redkirin. Me îtîraz kir, îtîrazên me hatin redkirin. Me der barê heyeta dadgehê de ji HSK'ê re daxwaznameya giliyê da, tu teserûf nehat kirin. Di gelek danişînan de û herî dawî di danişîna duh de, muwekîlan û me teqezî li ser wê yekê kirin ku dadgeh dûrî pêkanîna edaletê ye, nikare edaletê pêk bîne û ne bêalî ye û me ev yek di girtenameyên danişînê de jî tomar kir. Em ê weke pêwîstiya serweriya hiqûqê, azadiya xwe ya lêgerîna edaletê heta dawiyê bi kar bînin û em hêvî dikin ku ev biryara bêhiqûqî û bêbingeh e, di qonaxên hiqûqî de bê sererastkirin û edalet derkeve holê.”

Ji wezîr daxuyanî

Piştî bertekên li ser di doza Pinar Gultekîn daxistina "tehrîkkirina nerewa" ya ku ji bo kujer Cemal Metîn Avcî hat dayîn, hat nîşandan Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik jî daxuyaniyek da. Derya Yanik wiha got: “ Ne mimkun e ku em di cezayê li bersûcê ku li Mûglayê Pinar Gultekîn bi awayekî hovane qetil kir bi armanca “tehrîkkirina nerewa” pêkanîna daxistinê qebûl bikin.”

Wezaret dê bibe dadgeha îstinafê

Di doza ku ji destpêkê ve em tê de cih digirin û ji nêz ve dişopînin de, wekî wezaret em ê biryarê ku ev kesê ku Pinar Gultekin di temenê xwe yê biçûk de bi zanebûn ji jiyan û ji hezkiriyên wê qut kiriye, bêyî daxistin cezayê herî giran bigre ji dadgeha îstinafê re bibin. Îtirazkirina vê biryara ku zirarê dide wijdanê gel û baweriya bi edaletê re, mafê welatîbûna me hemûyan e.”

Çi qewîmî bû?

Pinar Gultekîna ku nişteciha Taxa Akyakayê ya Ulayê, navçeya Muglayê bû di 16’ê Tîrmehê de ji mala xwe derket. Pinar Gultekîn ku piştî bi telefonê bi Sibel Gultekîn, xwişka xwe ya li Stenbolê re axivî, careke din agahî jê nehat girtin. Sibel Gultekîn ji jiyana xwişka xwe ket gumanê û bi diya xwe Şefika Gultekînê re çû Muglayê. Çûn Fermandariya Qereqola Akyayakayê û gotin ku Pinar Gultekîn winda ye. Piştî serî li qereqolê dan cendirmeyan dest bi lêgerînê kirin. Cemal Metîn Avciyê ku li ser gumanê hat binçavkirin, li xwe mikur hat ku wî berê li Pinar Gultekînê xistiye, pişt re ew xeniqandiye û bi benzînê ew şewitandiye û ji bo ku şopa kuştinê bide windakirin jî hestiyên wê yên şewitî xistiye bermîlekê, beton rijandiye ser û ew avêtiye nava zeviyek.

Danişîna biryarê ya dozê ya Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci, dayika wî Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku dev jê berdabû Eda Karagun û şirîkê wî Şukru Gokhan Orhan jî bi sedema “veşartina delîlan” hatin darizandin, 20’ê Hezîranê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Muglayê hat dîtin. Şandeya dadgehê da zanîn ku di rapora ATK’ê ya ji hêla Zanîngeha Suleyman Demîrel ve hatiye amadekirin de xuya dibe ku Gultekîn piştî kuştinê hatiye şewitandin. Şandeyê piştre jî biryara xwe da û cezayê muebbeda giran da kujer Avci. Lê belê bi hinceta “tehrîkkirina nerewa”, cezayê kujer Avci daxist 23 salan. Ji bo 5 faîlên din jî biryara beraetê da.