Doza Mariya Sam a hatibû qetilkirin hat taloqkirin

Piştî 6 mehan a li ser qetilkirina Mariya Sam a ku di 6’ê Adara îsal de li bajarê Hewlêrê hatibû qetilkirin, rûniştina yekem a dozê îro hat dîtin lê belê ji ber lewaziya dosyayê doz heta roja sêşema hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan - Îro li dadgeha Têhelçûn ya bajarê Hewlêrê roniştina yekem a doza Mariya Sam bi amadebûna dayîka wê û parêzer bi rêve çû. Lê belê ji ber lewaziya dosyayê doz heta roja Sêşemê hate taloqkirin û piştre dayîka Mariya û parêzerên doza Mariye daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de dayîka Mariya Samî Gerdûn Mihemed axivî û got: “Hinek belgeyên pêwîst hene, divê dadgeh bişopîne. Ji ber ku navbera keç û kurê min gelek baş bû. Qet tevlî kuştina xwişka xwe nebûye. Kurê min qet çek bi kar neaniye. Lê, hinek kes ji bo kuştina Marya çek dane destan. Ez ê bi belge ji bo dadgehê îspat bikim. Mamê zarokên min û xizmên wan gefan li min dikin. Min sûcdar dikin ku ji bo keça xwe dayikek baş nebûm. Çend caran mamê wan şîdet li Marya kir.”

Parêzerê Doza Marya Samî, Herêm Refhet wiha got: “Me niha daxwaz ji dadgehê kiriye ku lêkolînek hûr li ser dosyayê bike. Lê, dadgehê di demek kurt de dawî li lêkolînê anî û rûniştin ji bo sêşema bê paşxist. Guman hene ku destwerdana dosyayê bikin. Ji ber ku di lêkolînan de kêmûkurtî hene. Ti rêxistinên parastina mafên jinan li rûniştina dadgehê de nebû.”

Îmam Samî Mexdîd ku weke Mariya Samî tê nasîn di şeva 6’ê Adara 2022’an de  aliyê mam û birayekî xwe ve hate revandin û piştre li ser cadeya 100 metrî ya li Hewlêrê cenazeyê wê hatibû dîtin. Di 9’ê Adarê de birayê Marya Samî bi sûcdariya kuştinê xwe radest kir û mamê wê jî di 7’ê Gulana 2022’an de ji ber hevkariya bikuj kiriye hate girtin.