Dikandarên Kirmaşanê piştî grevê rastî zext û şerê derûnî tên

Piştî greva dikandarên Kirmaşanê ya 15'ê Îlonê, pêlek hişyarî, ceza û mohrkirina dikanan dest pê kiriye, zextên ku hin bazirgan wekî bertekek li hember beşdarbûna xwe di grevê de dibînin.

SARA PORXAZERÎ

Kirmaşan – Zêdetirî du hefte di ser çaremîn salvegera serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” û kuştina Jîna Emînî ji aliyê hikûmetê ve derbas bûn; bûyerek ku di bîra kolektîf a gel de wekî birîneke teze dimîne û her sal bi awayên cûrbecûr ên berxwedana sivîl tê bîranîn. Di vê salvegerê de, dikandaran ji bo bîranîna Jîna û nûkirina helwesta xwe ya dijî Komara Îslamî, bangek ji bo greveke giştî kirin. Bangek ku li dikanên bajarên cûrbecûr bi piştgiriyek berfireh hat pêşwazîkirin û careke din nîşan da ku şoreşa Jîna hê jî di civakê de zindî ye.

Di 15'ê Îlonê de, dikan li gelek deverên Kurdan bi tevahî û li hin deveran jî bi qismî hatin girtin. Tevî hewldanên hikûmetê yên ji bo pêşîgirtina li belavbûna grevê, dikandaran di biryara xwe de israr kirin û nehiştin ku gef û zext dengê wan ê nerazîbûnê bêdeng bikin. Çend roj beriya grevê gelek bang hatin kirin, di heman demê de hikûmetê hewl da ku bi zextkirina serokên esnafan, gefên mohrkirina wan û betalkirina lîsansên karsaziya wan, grevê bêbandor bike. Lê tenê çend roj piştî bidawîbûna grevê, raporên herêmî yên li Kirmaşanê destpêkirina pêvajoya mohrkirina dikanên ku beşdarî grevê bûn ragihandin.

Di rojên dawî de, gelek dikandaran hişyariyên nivîskî wergirtine ku bi awayekî eşkere behsa binpêkirinên sendîkayan dikin. Lê dikandar bawer dikin ku ev hişyarî di rastiyê de bertekek li hember greva 15'ê Îlonê ne. Li gorî wan, hebûna hêzên cezayî li sûkê ji vê dîrokê ve bi awayekî berbiçav zêde bûye û karmend cezayên giran didin û gefê li wan dixwin ku bi her hincetî, ji hicabê bigire heya pirsgirêkên din ên biçûk, sûkê bigirin.

Zexta li ser dikandaran a piştî grevê: Morkirin û ceza

Soraya.B., xwediya dikaneke Xeraziyê li taxa Elahiye ya Kirmaşanê û dikandarek ku beşdarî grevê bûye, dibêje: "Heftiya borî, herî kêm çar karmendên bacê serdana dikana min kirine. Bê ku ravekirinek taybet hebe, wan tenê got ku çend mêrên ku hatine dikana we li awayê cilên we yên wek firoşkar gilî kirine. Her wiha îdia kirine ku hûn kelûpelan du qat biha difroşin. Ev di demekê ku hema hema hemû xerîdarên min jin in de pêk hat û hejmara mêrên ku dikevin dikana min, pir kêm e."

Di hefteyên dawî de, hejmarek karsaz rastî mohr, ceza û gazîkirinê hatine. Karmendên cezayê binpêkirinên wekî rêzkirina kelûpelan, bihayên zêde, an cilên firoşkar destnîşan kirine û di hin rewşan de ceza an betalkirina lîsansên karsaziyê ragihandine. Hin karsaz van bûyeran bi greva 15'ê Îlonê ve girêdidin.

'Karsaz û dikandar di qeyranên aboriya civakî de ne'

Rojnamevan Mahbûba S. dibêje: "Karsaz û bazarvan di nav qeyranên sereke yên aboriya civakê de ne û ji bo hikûmetên dîktator girîngiyeke wan a girîng heye. Ji ber ku ew di navbera aborî, civak û siyasetê de ne. Her tevgera kolektîf a ku ew dikin, dikare bi lez veguhere krîzeke rewatiyê. Ev girîngî ne têgihîştineke teorîk e, rastiyeke dîrokî û dubare ye ku li Îran, Rojhilata Navîn û gelek hikûmetên otorîter hatiye dîtin."

Mahbûba.S ragihand ku di grev û xwepêşandanên berfireh ên çend salên dawî de, vê komê roleke sereke lîstiye û wiha domand: “Di gelek rewşan de, bê ku ji tepeserkirina hovane bitirse, piştgiriya serhildanan kiriye. Rastiya ku hikûmet hewl dide di grevên dawî de bi hincetên cûrbecûr li Kirmaşanê cezayên giran bibire û ferz bike, tenê yek armanc heye: di nav karsazan de panîk çêke û peyamek tehdîdkar bişîne ku her piştgiriyek ji bo xwepêşandanan dê bi tepeserkirinek dijwar re rûbirû bimîne."

Belavkirina gotegotan ji bo şikandina baweriya di bazarê de

Zexta li ser dikandaran ne tenê bi ceza û mohrkirinê ve sînordar e. Hin dikandar dibêjin ku dema ew serdana wan dikin, karmendên bacê li ser giliyên hevkar an firoşgehên cîran îdiayên li dijî wan kirine; ji bihayê zêde û kêm biha bigire heya girtina rê. Li gorî wan ev îdia di hin rewşan de bê pêşkêşkirina belgeyan an jî danasîna gilîkar hatine kirin, ku ev yek bêbaweriya di nav bazirganan de zêde kiriye.

Suheyla R., xwediya firoşgeheke kozmetîkê ye. Suheyla da zanîn ku dikana wê li quncikê Kolana Kirmaşanê ye û ev agahî dan: “Piştî êrîşan hêzên ewlehiyê ji min xwestin ku dîmenên kameraya dikanê bidim wan. Min bi zanebûn kamera vemirandibû, ji ber vê yekê min got ku ew şikestî ye û tenê ji bo xemilandinê ye. Efseran di cih de gotin ku dikanên din ragihandine ku we ji wan re gotiye ku kamerayên xwe vemirînin. Nêzî pênc roj şûnda, çend efseran dikana min ji ber firotina kelûpelên qaçax mohr kirin. Her çend hemû kelûpelên min Îranî bûn û tewar fatûreyên kirînê jî li cem min hebûn, mohr kirin."

Zextên pir-qatî yên ji bo astengkirina grevên pêşerojê

Gelek vegotin û bûyerên dawî nîşan didin ku zexta hikûmetê li ser dikanan ne tenê bi cezayan, mohr û gefên rasterast ve sînordar e, bêtir beşek ji stratejiyek berfirehtir e ku hem zexta takekesî diafirîne û hem jî hevgirtina kolektîf hedef digre. Bikaranîna taktîkên pir-qatî, ji gefên sendîkayan bigre heya belavkirina gotegotan û afirandina bêbaweriyê, hikûmet hewl dide ku karsaziyan ji hev veqetîne û yekîtiya wan veguherîne perçebûnê. Ev tevger tam armanc dike ku pêşî li çêbûna grevên pêşerojê bigre. Hikûmet pir baş dizane ku bazar wekî yek ji stûnên sereke yên aborî û civakê, dikare di demên krîtîk de bibe xala destpêkê ya serhildanek berfireh.

Ezmûna salên dawî jî nîşan daye ku derba yekem li hikûmetê pir caran ji bazarê tê, ku girtina hevrêz a dikanan ne tenê peyamek siyasî ya bihêz hildigre, her wiha herikîna aborî ya rojane jî têk dide û lêçûna siyasî ya hikûmetê zêde dike. Ji ber vê divê zextên dawî wekî beşek ji polîtîkayek pêşîlêgirtinê bên hesibandin. Polîtîkayek ku hem dixwaze karsazan bitirsîne û hem jî baweriya wan neke da ku îhtîmala grevên berfireh di krîzên pêşerojê de kêm bike. Lê belê ezmûna berê nîşan daye ku van zextan nekarî dikandaran ji grevê dûr bihêlin.