Di makezagona Îranê de jin: Gelo wekhevî an wekheviya bi şert?

Makezagona Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, behsa wekheviya jin û mêran dike. Gelo dema ku ev wekhevî bi ‘rêzgirtina li hikmên Îslamî’ re tê girêdan, sînorên xwedîbûna rast a jinan a mafên wekhev li ku derê dest pê dikin?

SAMÎRA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Destpêkê gava ku meriv dinhêre, Makezagona Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê mêr û jinan ji maf û parastina yasayî bêpar nahêle. Berovajî vê yekê, di gelek Xalan de mafên wekhev, parastina yasayî û rakirina cudakariyê tên tekezkirin. Xala 19’an diyar dike ku gelê Îranê xwediyê mafên wekhev e. Xala 20’an bi awayekî eşkere radighîne ku "hemû kesên neteweyê, bêyî cudahiya di navbera mêr û jinan de, di bin parastina yasayê de wekhev in." Xala 3’yemîn jî dewletê mecbûr dike ku "cudakariya niheq" ji holê rake û ji bo hemû kesan derfetên adilane mîsoger bike.

Di mîsogerkirina wekheviya jin û mêr de şertê rêzgirtina li hikmên Îslamî

Lê belê Makezagona Bingehîn, di xala ku behsa wekheviya mêr û jinan dike de şertekî girîng datîne, sûdwergirtina ji mafên mirovî, siyasî, aborî, civakî û çandî bi "rêzgirtina li hikmên Îslamî" ve girêdayî ye. Ev xala destpêkê ya mijara mafên jinan li Komara Îslamî ya Îranê jî, ev yekbûn e.

Pirsgirêka li vir ne ew e ku gelo Makezagona Bingehîn têgeha "wekheviyê" ji bo jinan nas dike yan na, pirsgirêk ew e ku Makezagona Bingehîn rê nade ku ev yek bê redkirin. Pirsa rast ev e ku ev wekhevî heta kîjan astê dirêj dibe, sînorên wê çawa tên diyarkirin û kîjan sazî xwediyê desthilata diyarkirina wan sînoran e?

Xala 20’an stendina mafan bi şertê ‘rêzgirtina li hikmên Îslamî’ ve girê dide

Ji bo bersivdayîna vê pirsê, divê xala 20’an ji xala 4’an cuda bê xwendin. Xala 20’an behsa parastina wekhev a mêr û jinan û sûdwergirtina wan ji mafên mirovî, siyasî, aborî, civakî û çandî dike, lê bikaranîna van mafan bi şertê "rêzgirtina li hikmên Îslamî" ve girêdide. Xala 4’an jî diyar dike ku divê hemû yasa û rêziknameyên di warên cûrbecûr de li ser bingeha hikmên Îslamî bin û bi awayekî eşkere destnîşan dike ku ev prensîp heta li ser "mutleqbûn an jî giştîbûna hemû xalên Makezagona Bingehîn" jî tê sepandin. Diyarkirina vê mijarê jî ji dadnasên Encûmena Parêzvanan re hatiye hiştin.

Di encamê de "wekhevî" di nava pergala yasayî ya Komara Îslamî ya Îranê de ne tenê pîvana diyarkirina mafan e. Divê yasayên asayî ne tenê li gorî Makezagona Bingehîn bin, divê nakokiyê bi prensîbên Îslamî re jî çênekin. Ev her du pîvan dibin sedema pirseke bingehîn a der barê mafên jinan de. Gelo ger mafek hem ji bo mêran û hem jî ji bo jinan bi giştî hatibe naskirin, lê çarçoveya sepandina wê bi pîvaneke din ve girêdayî be û di navbera van her du pîvanan de nakokî derkeve, wê kîjan ji wan sînorên wê mafî diyar dike?

Xala 4’an roleke diyarker dilîze

Di vê xalê de xala 4’an roleke diyarker dilîze. Ji ber ku ne tenê ferz dike ku divê yasayên asayî di naveroka xwe de Îslamî bin. Her wiha destnîşan dike ku prensîbên Îslamî li ser "mutleqbûn an jî giştîbûna hemû madeyên Makezagona Bingehîn" xwedî pêşîniyê ne. Lewma di pergala yasayî ya Îranê de prensîba wekheviyê jî ne bi awayekî şîroveyî tê destgirtin, di çarçoveya ku ji aliyê Xala 4’an ve ji bo tevahiya pergala yasayî hatiye danîn de tê nirxandin.

Ev mijar, di nava pêvajoya yasadanînê de veguheriye rêgezeke sazûmanî jî. Xala 72’emîn a Makezagona Bingehîn rê li ber Parlamentoyê digre ku yasayên li dijî Destûra Bingehîn an jî prensîbên mezhebê olî yê fermî yê welat derxîne. Xala 94’an ferz dike ku hemû rêziknameyên ji aliyê Parlamentoyê ve hatine pejirandin, ji bo nirxandinê radestî Encûmena Parêzvanan bên kirin. Ev yek Encûmenê mecbûr dike ku wan li gorî prensîbên Îslamî û Makezagona Bingehîn binirxîne. Xala 96’an biryardayîna gelo yasayên derketine li dijî prensîbên Îslamî ne an na, dihêle piraniya zanayên fiqhêyên di Encûmenê de kar dikin.

Lewma "prensîbên Îslamî" di nava Makezagona Bingehîn de ne tenê têgeheke teorîk in, di pêvajoya fermî ya yasadanînê de ji bo nirxandina yasayan bûne pîvaneke yasayî.

Nêrîna fermî ya Konseya Parêzvanan a der barê Xala 4’an de vê şiroveyê xurt dike. Konseyê di bersiva xwe ya ku di dîroka 28’ê Nîsana 1981’an de ji bo nameya Konseya Bilind a Dadweriyê de, diyar kir ku Xala 4’an ferz dike ku "hemû yasa û rêziknameyên di her qadê de" li gorî prensîbên Îslamî bin û desthilata biryardayîna li ser vê yekê jî di destê zanayên fiqhêyên olî yên konseyê de ye. Ev nêrîn girîng e; ji ber ku nîşan dide Konseyê çarçoveya Xala 4’an tenê bi qadeke yasadanînê ya taybetî ve sînordar nabîne û nîşan dide ku ew hemû qadan di nava xwe de dihewîne.

Ji naveroka Makezagona Bingehîn tê yan bi rêya yasayên asayî hatiye afirandin?

Di pergaleke wiha de, mijara mafên jinan êdî ne tenê girêdayî vê yekê ye ku ka saziya yasadanînê kîjan yasayan derdixe. Pêwîst e mirov bingeha her cûre cudahiya yasayî ya di navbera jin û mêran de hatiye danîn, binirxîne. Gelo ev cudahî rasterast ji naveroka Makezagona Bingehîn tê yan bi rêya yasayên asayî hatiye afirandin? Gelo Konseya Parastina Makezagona Bingehîn ew li ser bingeha prensîbên Îslamî pejirandiye? Her wiha gelo ev cudahî bi prensîbên parastina wekhev û rakirina cudakariyê re li hev tê?

Xala 21’an a der barê jinan de Xala herî girîng a makezagonî ye, vê rewşa tevlihev hêj bêtir eşkere dike.

Ev xal, dewletê mecbûr dike ku mafên jinan "bi hemû awayan" û bi "pabendbûna bi hukmên Îslamî" re mîsoger bike. Piştre rêze erkekê dide ser milê dewletê. Dixwazê dewlet afirandina şert û mercên guncaw ji bo pêşxistina kesayetiya jinê û vegerandina mafên wê yên madî û manewî, parastina dayîkan, dabînkirina piştgiriyê ya di demên ducaniyê û girtina mafê xwedîkirina zarokan de, parastina zarokên bêxwedî, ji bo parastina hebûna malbatê damezrandina dadgehên jêhatî, dabînkirina sîgortaya taybet a ji bo jinebî, pîr an jî yên hewcedarê lênêrînê û di rewşa nebûna weliya rewa de dayîna mafê xwedîkirina zarokan ji dayîkên jêhatî re, pêk bîne.

Xala 21’an mikur tê ku jin xwedî mafên serbixwe ne

Xala 21’an bi ferzkirina “bi hemû awayan" parastina mafên jinan a ji aliyê dewletê ve, mikur tê ku jin xwedî mafên serbixwe ne. Lê belê ev maf bi "rêzgirtina li hemberî hukmên Îslamî" ve girêdayî hatine kirin û beşeke girîng a vê madeyê li ser bingeha rolên wekî dayikbûn, malbat û welayetê hatiye avakirin.

Ev rewş bi serê xwe nîşan nade ku jin tenê li gorî rolên xwe yên di nava malbatê de tên pênasekirin, lê belê nîşan dide ku parastina makezagonî bi giranî li ser bingeha malbatê ye.

Li aliyekî din xala 3’emîn, daxwaza rakirina "cudakariya niheq" û dabînkirina derfetên adilane ya ji bo hemû kesan dike. Lewma dibe ku cudahiyên yasayî yên di navbera jin û mêran de, li gorî prensîbên Makezagonê yên têkildarî wekhevî û pêşîlêgirtina cudakariyê, bên nirxandin. Ger di yasayên asayî de di navbera jin û mêran de cudahî hebe, divê were diyarkirin ka ev yek cudahiyeke yasayî ya rewa ye an jî "cudakariya niheq" e.

Wekheviya bi şert

Herçend xalên 19 û 20’an ên Makezagonê mafên wekhev û wekheviya zayendî nas dikin jî, xalên 20 û 21’an van mafan bi "rêzgirtina li hemberî hikmên Îslamî" ve girêdidin û xala 3’emîn bang li rakirina cudakariya neheq û dabînkirina derfetên adilane dike. Lewma makezagon him ji bo wekhevî û mafên jinan peyda dike bingehên yasayî pêşkêş dike û him jî van mafan di çarçoveya hukmên Îslamî de bi cih dike.

Ev yek dibe sedema derketina têgeha "wekheviya bi şert". Ev ne têgehek e ku bi awayekî eşkere di Makezagona Bingehîn de hatiye bikaranîn. Her wiha dibe têgehek e ku ji nirxandineke hevgirtî ya prensîbên wekhevî û parastina yasayî, li gel pîvanên ku mafan bi hikmên Îslamî ve girê didin, derdikeve holê.

Sînorên wekheviyê di çarçoveya hikmên Îslamî de tên diyarkirin

Divê rexneya yasayî ne li ser wê îdiayê be ku Makezagona Bingehîn tu mafan nadin jinan. Xalên 20 û 21’an bi awayekî eşkere mafên jinan nas dikin. Pirsgirêka bingehîn ew e ku sînorên vê wekheviyê di çarçoveya hukmên Îslamî de tên diyarkirin. Li gorî xala 98’an, desthilata şirovekirina Makezagona Bingehîn a di destê Konseya Parêzvanan de ye. Ev heman saziyê her wiha çavdêriya lihevhatina yasayan him bi Makezagona Bingehîn û him jî bi hikmên Îslamî re dike.

Lewma divê çavkaniya her cûdahiyeke yasayî ya di navbera mêr û jinan de bi awayekî serbixwe bê lêkolînkirin. Her wiha divê em bipirsîn ku gelo ev cûdahî ji Makezagona Bingehîn tê an ji yasayên asayî û li ser kîjan bingeha yasayî hatiye danîn?

Divê çavkaniya her cûdahiyeke yasayî bi hûrgilî bê lêkolînkirin. Gelo ew ji Makezagona Bingehîn derdikeve an ji yasayeke asayî? Gelo li ser bingeha biryareke olî ye? Konseya Parêzvanan vê yekê çawa şirove dike? Her wiha gelo dikare li dijî vê cûdahiyê li ser bingeha prensîbên wekhevî û rakirina cudakariyê derkeve?

Ev nêzîkatî rexneya yasayî xurt dike, ji ber ku li şûna ku hemû newekheviyan rasterast girê bide Makezagona Bingehîn bike, rê dide mirov ku bi awayekî rast diyar bike ka cudakarî li ku derê û li ser kîjan bingehê derdikeve holê.

Xala 3’emîn rakirina cudakariya niheq ferz dike

Makezagona Bingehîn ne tenê bingehek ji bo sînordarkirinan e, her wiha erkan li ser dewletê ferz dike. Xala 3’emîn rakirina cudakariya neheq ferz dike, Xala 19’an mafên wekhev mîsoger dike, Xala 20’an parastina wekhev a mêr û jinan li ber yasayê destnîşan dike û Xala 21’an jî parastina mafên jinan garantî dike. Ev prensîb dikarin bibin bingeha dijberiya yasayî li hemberî yasayên ku ji bo mêr û jinan mafên cuda destnîşan dikin.

Lê li aliyê din Xala 4’an jî heye. Tê hesibandin ku ev made li ser hemû madeyên din ên makezagonî serdest e û ew erkê diyarkirina lihevhatina yasayan bi prensîbên Îslamî re dispêre zanayên fiqhêyên Encûmena Parêzvanan. Di sala 1981’an de Encûmena Parêzvanan bi daxuyaniyeke fermî ji bo vê madeyê şiroveyeke berfireh anî û ji bo hemû warên yasayan û rêziknameyan di nava xwe de bigre çarçoveya wê berfireh kir.

Mafên jinan wekî aloziyeke yasayî ya navxweyî tê pênasekirin

Di encamê de mijara mafên jinan di çarçoveya Makezagona Komara Îslamî ya Îranê de bi kêmanî wekî aloziyeke yasayî ya navxweyî dikare bê pênasekirin. Makezagon li aliyekî behsa wekheviyê, parastina wekhev, rakirina cudakariya neheq û mafên jinan dike û li aliyê din jî van mafan di çarçoveyeke ku bi pîvanên Îslamî hatiye diyarkirin de bi cih dike û ji bo diyarkirina wan pîvanan mekanîzmayeke sazûmanî ya taybet ava dike.

Di vê çarçoveyê de pirsa bingehîn a vê xebatê êdî ne "Gelo Makezagona Komara Îslamî ya Îranê tu maf dide jinan?" ye. Pirsa guncawtir ev e:

Ger Makezagon mêr û jinan di qada parastina yasayî de li ser bingeheke wekhev bi cih bike û di heman demê de bikaranîna mafan bi pabendbûna bi prensîbên Îslamî ve girê bide, gelo di vê pergala yasayî de sînorên wekheviya rastîn a navbera mêr û jinan li ku derê ne?

Bersiva vê pirsê, tenê bi xwendina xalên 19, 20 û 21’an nayê dîtin. Ji bo dîtina bersivê, divê mirov ji bilî naveroka Makezagona Bingehîn, li yasayên asayî û şîroveyên fermî jî binêre. Li cihê ku wekhevî an jî newekhevî ji têgehekî giştî derdikeve û vedigıhere mafekî mafekî berbiçav û rastîn, li vir e.

Gelo Makezagona Bingehîn çi mafî dide jinan

Di beşên din ên vê lêkolînê de heman pîvan dê li ser warên taybetî bên sepandin. Mînak wekî zewac û hevberdan, mehr û nafaka, mafê girtina zarokan û welayet, mîras; kar û serxwebûna aborî, beşdariya siyasî û gihîştina karên giştî, dezgeha dadweriyê, rêzikên cilûbergan û nepeniya jiyana taybet, welatîbûn û mafên dayikan û her wiha tundiya li dijî jinan.

Di her rewşekê de wê heman pirsa bingehîn bê şopandin; Gelo Makezagona Bingehîn çi mafî dide jinan, yasaya asayî çi sînordarkirinê ferz dike, bingeha fermî ya vê sînordarkirinê çi ye û gelo dikare li dijî vê sînordarkirinê, li ser bingeha prensîbên makezagonî yên wekhevî û mafên jinan, îtiraz bê kirin?

Bi vî awayî "wekheviya bi şert" ne encama vê lêkolînê ye, xala destpêkê ye. Ger Makezagona Bingehîn behsa wekheviya di navbera jin û mêran de dike, divê her cûre cudahiya yasayî ya di navbera wan de were ravekirin. Ger cudahiyeke wiha xwe dispêre prensîbên Îslamî, divê şirovekirina van prensîban û saziya ku berpirsiyarê diyarkirina wan e, bi zelalî werin eşkerekirin. Her wiha ger cudahî ji yasayên asayî derdikeve holê, divê li gorî erkên Makezagona Bingehîn ên têkildarî mafên wekhev û rakirina cudakariya neheq were nirxandin.

Di encamê de rexneyên der barê mafên jinan a li Komara Îslamî ya Îranê de, tenê dema ku em yasayê bi xwe wekî pîvanekê ji bo nirxandina yasayê bi kar tînin, xwedî taybetmendiyeke cidîtir û bingehtir e. Bi danîna prensîba wekheviyê ya li hemberî yasayên cudaxwaz û bi berawirdkirina erka dewletê ya ji bo rakirina cudakariyê li gel rêziknameyên cudaxwaz, bi danîna soza makezagonî ya parastina mafên jinan li hemberî wan pratîkên ku bi rêya yasayên asayî di jiyana rasteqîn de li ser jinan tên ferzkirin e.

Di vê xalê de êdî ne tenê nîqaşkirina têgeha "wekhevî" ya di navenda naveroka Makezagona Bingehîn de, her wiha nîqaşkirina sînorên rasteqîn ên wê wekheviyê û mekanîzmayên yasayî yên ku wê sînordar dikin, pêkan dibe.

Çavkanî

Makezagona Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, di sala 1979’an de hatiye pejirandin û di sala 1989’an de tê de guhertin û sererastkirin hatine kirin.

Bi taybetî jî xalên 3, 4, 19, 20, 21, 72, 94, 96 û 98’an.

Nêrîna Konseya Parêzvanan a Makezsgona Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê ya der barê Xala 4’an a Makezagona Bingehîn de, Hejmar 1983’an û 28’ê Nîsana 1981 e.

Di vê nêrînê de Konseya Parêzvanan, diyar kir ku divê yasa û rêziknameyên di hemû qadan de li gorî hukmên Îslamî bin û diyarkirina vê mijarê dikeve ser milê zanayên fiqhêyên encumenê.

Naveroka Makezagona Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê: Nezamet

Çavkaniya ku ji bo berawirdkirina naveroka xalên makezagonî û lêkolîna guhertinan hatiye bikaranîn.

Naveroka Makezagona Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê: Wikisource

Nivîsa xalên makezagonî ku tê de bi taybetî yên têkildarî mafên welatiyan û statuya yasayî ya jinan, lêgerîn û berawirdkirin pêkan e.

Şîroveyên têkildarî Xala 4’an a Makezagonî: Wikisource

Ji bo lêkolîna şîroveyên Konseya Parêzvanan a der barê çarçoveya Xala 4’an û têkiliya wê bi yasa û rêziknameyan re.

Çavkaniyên înternetê

Zemîna yasa û rêziknameyên Komara Îslamî ya Îranê- Nezamat: nezamat.ir

Nivîsa Makezagona Komara Îslamî ya Îranê- Wikisource: Wikisource

Nêrîna Konseya Parêzvanan der barê Xala 4’an a Makezagonê de, 28’ê Nîsana 1981’an: Nezamat – Görüş No. 1983

Şîroveyên têkildarî Xala 4’an a Makezagonê: Wikisource – Anayasa’nın 4. maddesine ilişkin yorumla