Di doza destdirêjî ya Pasûrê de îstînafê îtiraz red kir

Di doza ku di raya giştî de wek ‘Doza destdirêjî ya Pasûrê’ tê zanîn û bi salan e didome dadgehê biryara beratê dabû, li dijî vê îtîraz hatibû kirin û ev îtiraz ji aliyê îstînafê hate redkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Pasûr a Amedê di navbera 13’ê Hezîrana 2014 û 21’ê Adara 2015’an de 21 mêran bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribû û li ser gilîkirina zarokê doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê  di 28’ê îlona 2023’an de hate dîtin.

Faîlên ku li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ne girtî dihatin darizandin. Der barê gumanbar Bayram Baran, Raydin Eren, Bunyamin Can, Emrah Zengin, Erhan Oruç, Ersîn Şahîn, Mehmet Şahîn, Mustafa Şahîn, Fuat Gulsun, Huseyin Çelîk, Mehmet Kara, Mehmet Taş, Melik Seyitvan, Akif Kahraman, Mustafa Yildiz, Yakup Alu, Selahattin Avci, Serhat Eren, Ugur Kahraman, Yucel Akdenizû Mustafa Altın de bi îdiaya ‘delîl qels in’ biryara beratê hat dayîn. Serlêdana li Îstinafê hatî kirin, dadgeha xwecihî biryar li gora hiqûqê dît.

Dosya şandin temyîzê

Li gora nûçeya di ajansa JINNEWS de cih girtî; Îstînafê di biryara der barê gumanbaran de hatiye dayîn de tiştekî dijberê hiqûqê nedît. Dosya ji bo temyîzê şandin dadgeriyê. Serlêdana biryara Îstinafê red kir. dosya ji bo temyîzê şandin dadgeriyê.

Çi bûbû?

Li navçeya Pasûr a Amedê di navbera 13’ê Hezîrana 2014 û 21’ê Adara 2015’an de 21 mêran bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribû û li ser gilîkirina zarokê doz hatibû vekirin. Li  2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê  darizandin destpê kir. Piştî rûniştina yekem ya dozê di çaroveya lêpirsînê de 11 gumanbae hatin girtin, Di rûniştina 27’ê gulana 2017’an de hatin berdan. Biryara dozê  di 28’ê Îlona 2023’an de hate dîtin. Doza ku bi salene berdevam dike, di dîroka 28’ê Îlona 2023’an de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê biryar hate girtin. Derbarê gumanbarên ku ne girtî dihatin darizandin Bayram Baran, Raydin Eren, Bunyamin Can, Emrah Zengin, Erhan Oruç, Ersîn Şahîn, Mehmet Şahîn, Mustafa Şahîn, Fuat Gulsun, Huseyin Çelîk, Mehmet Kara, Mehmet Taş, Melik Seyitvan, Akif Kahraman, Mustafa Yildiz, Yakup Alu, Selahattin Avci, Serhat Eren, Ugur Kahraman, Yucel Akdeniz û Mustafa Altın de bi îdiaya ‘delîl qels in’ biryara beratê hat dayîn.

Dadgehê hinceta biryara dayî eşkere kir û diyarkir ku ‘beyanên zarok esas nehatiye girtin.’