Derbarê rojnamevan Bêrîvan Altan de lêpirsîn hat vekirin

Ji ber nûçeya wê ya bi sernivîsa “Li Enqereyê êrîşa netewperest a li ser malbata Kurd: Jin û zarok ji taxê hatin derxistin” der barê Bêrîvan Altan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) ya Enqereyê Bêrîvan Altan de bi hincetnîşandana nûçeya wê ya bi sernivîsa “Li Enqereyê êrîşa netewperest a li ser malbata Kurd: Jin û zarok ji taxê hatin derxistin”, bi îdiaya “gel ber bi hêrs û dijminahiyê ve biriye ango biçûkxistinê” lêpirsîn da destpêkirin.

Bêrîvan Altan di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de îfadeya xwe da Şaxa Ewlehiyê ya girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Enqerê.