Derbarê Nazan Ozcan a li ser dozê nûçe nivîsandibû, lêpirsîn hat vekirin

Der barê Nazan Ozcan a ku doza rojnameger Dogan Ergun û Îzel Sezer tên darizandin dişopand, lêpirsîn hat destpêkirin. Rojnamegeran ji bo îfadeyê hat gazî kirin.

Navenda Nûçeyan- Nazan Ozcan di lêpirsîna ku doza nûçeya ku ji aliyê parêzerê Serokomar Erdogan ve li dijî rojnamegeran hatibû vekirin de îfade da.

Derbarê Midûrê Karên Nivîsan ê berê Dogan Ergûn û Midûra Karên Nivîsan ya niha Îzel Sezer ên ku ji ber îdiaya ku parêzerê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bertîl wergirtiye nûçekirine dihat darizandin, bi daxwaza 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Rojnameger Nazan Ozcan a ku dosyaya ji rojnamegeran re hat vekirin, kiribû nûçe jî ji bo îfadeyê hat gazî kirin.

Nazan Ozcan nûçeya xwe bi sernavê “Ji rojnamegerên ku îdaya bertîlxwarina parêzerê Erdogan şopandine re  doz” weşandi bû.

Li gor agahiyên ku hatine bi destxistin Nazan Ozcan a ku bi parêzera xwe Merîç Eyuboglu re li Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê  îfade da, wiha got û hemû sûcdariyên li ser xwe red kir: “Hemû hêmanên di nûçeyê de hatin diyar kirin wek ‘îdia’ hatiye dest nîşan kirin. Ji ber vê yekê wekî gilîker îdia dike nîtelika 'heqaret-îftîra' nîne, yê mijara gotine xebateke rojnamegeriyê ye."

Nazan Ozcan li ser hesabê xwe ya twîtterê jî wiha nivîsî: "Xebatên rojnamegeriyê weke sûc nayên nîşandan."