Dayikên Şemiyê: Divê demildest ev şerma hiqûqê dawî bibe

Yekemîn danişîna dozê ya derbarê Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên ku piştî di êrîşa polîsan de hatin binçavkirin, duh li salona 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Danişîn taloqî 26’ê Gulanê hat kirin.

Stenbol - Yekemîn danişîna dozê ya der barê 14 Dayik/ Mirovên Şemiyê yên ku di 30’ê Tebaxa 2022’an de bi boneya Roja Windayan a bi Zorê ya Navneteweyî di encama êrîşa polîsan a li ser daxuyaniya çapemeniyê ya xwestin li Goristana Yetîm-Dera Altinşehîrê bidin de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "Li dijî qanûnê civîn û meş pêk anîne" doz hatibû vekirin, di 4’ê Gulanê de hat dîtin.

Îdîaname ji hêla 1'emîn Dadgeha Ceza Aslî ya Kuçukçekmeceyê ve hat qebûl kirin û doz li wan kesan hat vekirin. Danişîna yekem a dozê îro hat dîtin. Ji ber ku salon biçûkbû danişîn li salona 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Beriya danişînê edliya ji hêla bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Di danişînê de hemû Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê amade bûn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek parêzer û nûnerên saziyên pîşeyî beşdarî danişînê bûn. Her wiha komeke qelebalix parêzvanên mafên mirovan, xizmên windayan û siyasetmedaran temaşeyê danişînê kirin.

Polîs ji salonê hatin derxistin, rojnameger hatin birin

Gelek rojnameger bi hinceta di salonê de cih tune ye negirtin danişînê. Parêzeran xwestin rojnameger bigrin salona dadgehê. Serokê dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û xwest rojnameger bigrin salonê. Parêzer Eren Keskîn ku mafê axaftinê girt, bal kişand ku salona ku rojnamegeran nayên girtin, bi polîsên cil û bergên sivîl tijî ye. Li ser vê yekê dadger diyar kir ku polîsên bi cil û bergên sivîl ji ber 'ewlehiyê' li salonê ne û Eren Keskîn ji got ku, "Ji xwe li vê salonê pirsgirêkeke ewlekariyê nîn e. Tirsê ava dikin, li derve qelebalixa polîsan ku mîna li derva operasyoneke mezin heye. Dadger dê îro biryarê bidin ka dewlet polîs e an dewleta hiqûqê ye.” Piştre jî biryar hat dayîn ku rojnameger bigrin danişînê û polîsên cil û bergên sivîl jî bên derxistin.

Ji dayikan re pirsa ‘gelo zarokên we hene’

Di danişîna ku bi tesbîtkirina nasnameyan berdewam kir de, ji hemû kesên tên darizandin rewşa wan a zewacê û ka zarokên wan hene an tuye hatin pirsîn. Di dema tespîtkirina nasnameya Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz nehat pirsîn ka zarokê wê heye yan na. Piştî ku Hanîfe pirsî "Çima te nepirsî zaroka te heye an nîn e" serokê dadgehê pirs kir. Hanîfe Yildiz jî wiha bersiv da: "Kurê min 28 sal berê di binçavan de hat windakirin."

Danişîn hat taloqkirin

Piştî axaftinan biryara navber hat eşkerekirin. Parêzerên Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku parastina xwe piştî dadgehê dîmenên ku li dosyayê hatine şandin temaşe bikin û dozgeriyê der barê esasê de nêrîna xwe eşkere bike, bikin. Dema biryar hat dayîn ji bo şopandina qeydên kamerayê amadekariyên pêwîst bên kirin, hat xwestin ku axaftinên di wêneyan de jî bên çareser kirin. Danişîn taloqî 26’ê Gulanê hat kirin.

Dema ku ji edliyeyê derdiket, ji ber ku rojnameger xwestin bi Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz û Kesê Şemiyê Alî Koç re li ber edliyeyê roportaj bigrin, hejmarek zêde polîsan derdor dorpeç kirin. Polîsên ku bi hinceta biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê nehiştin Hanîfe Yildiz û Alî Koç daxuyanî bidin, piştî bertekên parêzeran neçar man ku dorpeçê rabikin. Piştre Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ji edliyeyê derketin.