Danişîna doza rojnameger Pinar Gayip û Semîha Şahîn hat taloqkirin
Doza der barê 4 kesên ku di nav wan de edîtora ETHA’yê Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene hatibû vekirin, bêyî ku bê dîtin hat taloqkirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2022/03/20220310-10-03-2022-danisina-doza-rojnameger-pinar-gayip-u-semiha-Sahin-jpg32574f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê darizandina rojnamegeran berdewam dike. Der barê 4 kesên ku di nav wan de edîtora ETHA'yê Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene bi îdiaya "endama rêxistina terorê" û "propagandaya terorê" doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê beriya bê dîtin hat taloqkirin.
Danişîn ji ber şert û mercên hewayê lihevhatina rojek li Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) taloqî dîrokek pêş hat kirin.