Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir

Dadgeha Bilind cezayê heta hetayê ya giran a li Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatibû binçavkirin erê kir.

Navenda Nûçeyan - Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di êrişa Tirkiyeyê û şirîkên wê grûbên paramîlîter a li ser Eyn Îsa de li gundê Mişrefa hatibû binçavkirin û wî anîbûn Rihayê û girtibûn. Dadgeha Rihayê bi îdiaya ku Çîçek, “yekirî û tevahiya welat û dewletê xera kiriye” cezayê heta hetayê yê girankirî û ji “kuştina mirov” 10 sal û 10 meh cezayê hefsê lê birîbû. 

Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê di 11’ê hezîrana 2021’an de cezayê Çîçek erê kiribû û şandibû Dadgeha Bilind. Hat zanîn ku Daîreya Cezayê 3’yemîn a Dadgeha Bilind jî di meha çile ya 2022’yan de cezayê Çîçek erê kiriye. Hat diyarkirin ku biryara ji bo dadgeha xwecihî hatiye şandin erêkirina ceza teqez bûye.