Jinên li gundên Xezayê dijîn ji hemû mafên xwe bêpar in

Jinên li gundên Xezayê rastî tundiya aborî tên û di nava pergalek ne dadwer de, nikarin di tu warî de xwe bi pêş bixin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Jinên li gundên Filistînê dijîn rastî gelek binpêkirin û tundiya li ser bingeha cudakariya civakî tên. Ji ber çanda civakî ya paşverû ew ji mafên xwe yên sereke yên mîras û perwerdekirinê jî bêpar dimînin. Endama Encumena Rêveber a Komeleya Geşepêdana Jinên Gundan Îman Kalî rewşa jinên li gundên Xezayê nirxand û bal lê kişand ku jin ji gelek mafên xwe bê par tên hiştin.

Krîza aborî rewşê girantir dike

Der barê jiyana jinên li gundên Xezayê de, Endama Encumena Rêveber a Komeleya Geşepêdana Jinên Gundan Îman Kalî got: “Rewşa jinên li gundên Xezayê di nava krîzeke aborî û xirab de ye, mixabin ew rewş her sal xirabtir dibe. Her wiha ew jin rastî paşguhkirin, belengaziyê tên û tu dahata wan tune ye. Di warê çandinî û sewalkariyê de dixebitin da ku debara malbatên xwe bikin û pêdiviyên wan ên sereke bi cih bînin. Her wiha li benda alîkariyê ne."

Jin him li derve him li malê dixebitin

Îman Kalî diyar kir ku jinên li gundewaran dijîn, bê xizmetguzariyên tendrustî, perwerde û rêwîtiyê ne. Hinek ji jinan bêyî tu qezencê bigrin li rex hevjînên xwe di nava erdan de dixebitin û sewalkariyê dikin, dema vedigerin malê jî hem karê malê dikin hem jî bi zarokan têkildar dibin.

Der barê mûçeyên jinên li gundan de Îman Kalî got, "Jinên li gundan mafê xwe di mûçeyan de nastîne, tevî ku ew demên dirêj jî kar dike, ji bo saetek kar li derdora 1.5$ distîne, ji ber xirabûna rewşa aborî îsal ew mûçe jî kêm bû. Tevî van hemû sîtemkarî û çewisandinê, dîsa jî jin kar dikin ji bo nanê xwe yê rojane bi dest bixin."

Ferzkirinên kevneşopiyên dijwar

Îman Kalî got ku jinên gundan li herêmên dûr, ên hatine paşguhkirin, dikevin bin barê kevneşopiyên dijwar û wiha domand: “Ew ne azad in ku derkevin derve ji xwe re bixebitin, dixwazî zewicandî bin dixwazî jî jinebî. Ew herêm bi xwe jî ji bo jiyanê ne guncav in, ji ber ku tu rê û rêbazên ku jiyana bi rûmet û ewledar ji bo malbatê misoger bike li wan deveran tune ye. Ji mafên xwe bêpar in, nimûne ger xwedî mîras be nayê zewicandin, ji ber ku malbat ditirse dibêje dê mîrasa wê biçe. Ji ber wê yan mîrasê ji birayên xwe yên kur re dihêle yan jî bi pereyê herî kêm difroşe. Her wiha dema jin dest bi projeyek dikin, nikarin xwediyên wê projeyê bin, bi navê xwe tomar bikin. Ji ber ku ew jin e, hevjîn an birayê wê jinê wê projeyê desteser dike û hemû qezenca wê ji xwe re dibe."

Pêwistiya guhertinên zagonan

Îman Kalî da zanîn ku divê kampanyayên li dijî vê rewşê bên destpêkirin û zagonên kar bên guhertin û wiha got, “Her wiha zext li ser Wezareta Kar bê kirin da ku mûçeyên her du zayendan wekhev bike û qanûnên li ser esasê cudakariyê bên rakirin, nemaze di dabeşkirina derfetên kar de. Mafên jinên xwedî pêdiviyên taybet li ber çavan bên girtin da ku hemû mafên xwe yên aborî bi dest bixin. Ji bilî wê jî daxwaz dikin ku projeyên biçûk ên wan jinan xurtir bikin ji ber ku ew jinên xwedî hilberîn in.”

Li herêmên gundewar perwerde didin û semîneran li dar dixin

Îman Kalî der barê komeleya geşepêdana jinên gund de got, "Li gorî rewşa jinan cudayî çêdibe, jinên jinebî û yên rastî tundiyê hatine li herêmên paşgukirî, em perwerde û semîneran li dar dixin û derfetên kar bi girêbestên demkî fînansekirî ji bo wan jinan pêşniyar dikin. Piraniya jinên gundî di warê çandinî û xurekan de kar dikin û derçûyên zanîngehan in lê nikaribûne derfetên kar bi dest bixin.”

Zehmetiyên ku jin li Xezayê dijîn

Yek ji pêşengên rêxistina Nîdaa, Ebu Attia got: "Tevî hemû destkeftiyên zanistî, ez li benda kar im heta niha di rêza derçûyên zanîngehan de. Min mastera perwerdeyê bi asta herî baş girtiye û niha jî doktora dikim, bernameya min li ser jêhatîbûna jinan e di warê akademîk û pîşeyî de."

Ebu Attia destnîşan kir ku Nîdaa ji sala 2016’an ve xwedî projeyek biçûk a xurekan e, berî du salan jî projeya xwe ber bi warê çandiniyê ve bir û ev tişt got, “Jinên li gundên Filistînê rastî gelek zehmetiyan tên weke nebûna fînansê, dijwarbûna bazarê, kêmbûna derfetên perwerdekirina jinên gund ji aliyê pêwendîdar ve da ku bikarbin projeyên xwe bi pêş bixin û berfireh bikin her wiha berhem jî zêde bibin."

Der barê dijwariya ku di projeya xwe çandiniyê de ji ber paşguhxistin û nebûna piştgiriyê de jî Ebu Attia got, "Di demek kin de min biryar da ku karê xwedîkirina masiyan bikim da ku sûdê ji rûberên berfireh bibînim û derfetên kar ji bo xwe zêde bikim her wiha berhemdarî jî zêde û baş bibin."