Azra Erdag a ji bo parastina xwe mêrê êrişkar kuştibû, hat berdan

Azra Erdag a ku 3 salan ji aliyê Bîrdal Dogan ve hat tacîzkirin û mafê xwe ya xweparastinê bi kar anî, di danişîna xwe ya ewîl de tehliyê bû.

Navenda Nûçeyan- Azra Erdag a ku li gundê Kardeştepe ya navçeya Arpacaya Qersê ye, mêrê bi navê Birdal Dogan ê ku ji ber bi awayekî sîstematîk wê tacîz dikir, neçar ma bikuje, tehliyê bû.

Xwendekara dibistana amadeyî ya bi navê Azra Erdag 3 salan ji aliyê Bîrdal Dogan ve bi awayekî sîstematîk rastî tacîzê hat. Azra Erdag neçar ma bû ku bikaranîna mafê xwe ya xweparastinê Bîrdal Dogan bikuje.

Azra Erdag a ku piştî bûyera 1’ê Adara 2022’an pêkhat hate girtin, derket danişîna xwe ya ewil. Heyeta dadgehê derbarê Azra ku di dema bûyerê de ji 18 salî biçûktir bû û heta 12 salan cezayê girtîgehê lê hat birîn, ev biryar da; “Cînayet di bin bandora hêrs û êşên giran ên ji ber kiryareke neheq de pêk hatiye. Wesf û esasê sûcê, kombûna delîlan, nebûna îmkana reşkirina delîlan, tedbîra parastina girtinê tedbîrek e ku divê bi awayekî awarte were sepandin e, ger sepandina tedbîrên kontrolê yên edlî bigihîje armanc û mebesta ku ji binçavkirinê tê hêvîkirin, di serî de pêwîste ku tedbîrên kontrolê yên dadwerî li gorî rêgezên prosedurê werin bicîh kirin. Ger di çarçoveya dosyayê de delîlên heyî yên derbarê wê de û pêvajoya girtina wê bê berçavgirtin, ji vê qonaxê û pê ve ji sûcê ku li gorî prensîbên rêjedar û hevsengiyê tê sûcdarkirin bê tehliyê kirin."

Danişîn taloqî 3'ê Mijdarê hat kirin.