Zarokên ku rastî êrişa zayendî hatine, gef li ser wan hatiye xwarin!

Dema li Qulpê Îmam Hamdusena C. yê ku ji ber giliya 10 zarokên bi îdiaya êrîşa zayendî hatibû girtin, piştî paşve kişandina giliyan hat berdan. Hat îdiakirin ku malbatên zarokan ji aliyê muxtar û cerdevanan ve hatine tehdîtkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li Taxa Karpuzlu ya girêdayî navçeya Qulpê ya Amedê Hamdusena C. ê ku par li mizgefta taxê melatî dikir, êrişa zayendî li 10 zarokên ku temenê wan di navbera 10 û 12 salî de kir. Piştî ku zarok bûyer ji mamosteyên xwe re vegotin, sewqî edliye hate kirin. Zarokên ku bi psîkologan îfadeya xwe dan diyarkirin ku mele Hamdusena C. 2 salan tundiya fizîkî û êrîşa zayendî li wan kiriye. Hin zarokên mexdûran jî anîn ziman ku ji ber tundiya ku dîtine di destên wan de reşahî çêbûye.

Derbarê kiryar de biryara girtinê hat dayîn

Dema ku piştî îfadeyên hatin girtin bersûc Hamdusena C. hat girtin û şandin girtîgehê, hate îdiakirin ku li taxê muxtar û cerdevan di nav hin kesan, gef li malbatên zarokên ku îfadeyên xwe dabûn xwerin ku îfadeya xwe paşve bikşînin. Hate diyarkirin ku kes di nava xwe de li hev kombûne û bûyera ku hatiye jiyîn, îftîrayeke û bûyerên bi vî rengî belav kirine. Piştî ku ev rewş di çapemeniyê de cih girt, îdianameyên ku destpêkir, darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpêkir.

Zarokên ku gef li wan hatin xwarin dev ji giliyên xwe berdan

Dema darizandin destpêkir, zarokên ku gilî kirin, dev ji giliyên xwe berdan û îfadeyên ku dan ji paş ve kişandin. Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin zarokên ku bi hincetên “Me îftîra avêt” dest ji giliyên xwe berdane û hatiye dîtin ku zarok îfadeyên ji hev cuda cuda dane. Bersûcên ku li ser bûyerê hatibû binçavkirin serbest hate berdan.

Danişîn di 31’ê Cotmehê de ye

Danişîna din a dosyaya ku hêj darizandina wê berdewam dike, dê di 31'ê Cotmehê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.