Înfaza cezayê Aysel Tugluk salek din jî hat taloqkirin

Înfaza cezayê siyasetmedar Aysel Tugluk a ji ber nexweşiya demancê hatibû berdan saleke din hat taloqkirin. Parêzera wê Reyhan Yalçindag got: "Ger piştî teşxîskirina nexweşiyê bihata berdan û dermankirin dê nexweşî evqas bi pêş neketa.”

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedar Aysel Tûglûk di çarçoveya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, di 28'ê kanûna 2016'an de bi îdiaya "rêvebirina rêxistinê" hatibû girtin û 10 sal ceza lê hatibû birîn. Aysel Tugluk a ku cezayê wê ji aliyê 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat erêkirin, li Girtîgeha Kocaeliyê ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê bi nexweşiya demansê ket.

Aysel Tugluk a ku nikare jiyana xwe bi tena serê xwe didomîne, piştî gelek serlêdanên parêzerên wê tevî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne" jî nehat berdan. Aysel Tugluk piştî serlêdana parêzeran a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 27’ê Cotmeha 2022’an de hat berdan. Înfaza cezayê Aysel Tugluk bi rapora nû ya ATK'ê saleke din jî hat taloqkirin.

Ceza ji bo saleke din hat taloqkirin

Aysel Tugluk, ji bo nexweşiya xwe careke din sewqî ATK'ê hat kirin. Ji bo careke din înfaza cezayê wê bê taloqkirin sewqî ATK'ê hat kirin. ATK'ê careke din got "nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne." Piştî ku rapora ATK'ê gihîşt Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, dozgeriyê înfaza cezayê Aysel Tugluk saleke din jî taloq kir.

Di biryarê de hat bibîrxistin ku înfaza cezayê Aysel Tugluk beriya 6 mehan hatiye taloqkirin, ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê ve wiha hat gotin, "Li gorî Serokatiya Giştî ya Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê, di warê encama taloqkirina cezayê girtîgehê ya Aysel Tugluk dê ji bo ewlekariya giştî bibe metirsiyek cidî û şenbêr ava bike de tu aliyên neyînî nehatine dîtin."

Dozgeriyê di biryara xwe de diyar kir ku piştî salekê dê careke din tenduristiya Aysel Tugluk bê kontrolkirin.

Parêzera Aysel Tugluk, Reyhan Yalçindag anî ziman ku ger piştî teşxîskirinê muwekîla wê bihata berdan û dest bi dermankirinê bihata kirin dê nexweşiya wê evqas bi pêş neketa û got: "Lê mixabin piştî ku nexweşiya wê pir pêş ket ATK'ê rapor da. Dermankirina wê hê jî didome."