6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hatîce Şahîn hat birîn

Dadgeh di danişîna dawî ya doza rojnameger Hatîce Şahîn dihat darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Her wiha heyeta dadgehê biryar da ku kontrola tedbîra edlî ya der barê Hatîce Şahîn de hatiye dayîn jî bidome.

Amed – 8’emîn danişîna biryarê ya doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn a xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şopandin de hatiye vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Hatîce Şahîn tev li nebûyî de parêzer Resûl Temûr amade bû. 

Heta 15 sal ceza hat xwestin

Dozgeriyê beyanên şahidên nepen ên bi navê Ezel û Fîrar, endamtiya wê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatiye girtin û agahiyên di dema aktîvîteyên KCD’ê yên çûna wê ya bi balafirê nirxandin û îdia kir ku Şahîn sûcê endamtiya rêxistinê kiriye û xwest 15 sal cezayê hefsê bê cezakirin. 

“Em mutalayê qebûl nakin”

Parêzer Resûl Temûr diyar kir ku dosya ji dosyayeke ku tu eleqeya muwekîla wê bi îfadeyên şahidên nepen ên bi navê Fîrar û Ezel re nîne hatiye binçavkirin û belgeyên ku tê îdîakirin ji destnivîs û belgeyên tê îdîakirin pêk tên di dosyayê de cih digirin. Resûl Resûl Temûr, biryarên Dadgeha Temyîzê ya der bareyê neşandina îfadeyên şahidên nepen ên ji bo tevahî dosyayê pêşkêşî dadgehê kir xwest ku îfadeyên şahidên nepen bi tevahî li ser dosyayê bên bicihkirin. Temûr, biryarên Dadgeha Temyîzê ya der barê neşandina îfadeyên şahidên nepen ên ji bo tevahî dosyayê pêşkêşî dadgehê kir xwest ku îfadeyên şahidên nepen bi tevahî li dosyayê bên zêdekirin.

Daxwaza beraeta muwekîla xwe kir

Resûl Temûr, da zanîn ku serdegirtina cihê kar a muwekîla wî weke operasyoneke bi ser mala wê de girtine hatiye nîşandan û wiha got: “Tê îdiakirin ku muwekîla min, xebatên KCD’ê bi rê ve birine. Derbarê kesên ku xebatên rêveberî meşandine û di nava KCD’ê de koordîne kirine de talîmata cezakirinê hatiye girtin. Ev hemû ji bo muwekîla min derewên duyemîn in. Beyanên şahidên hewl dan bi van bên şênberkirin. Ev nehatin gelhev. Beyanên şahidên veşartî tena serê xwe man.” Resûl Temûr, xwest hisûsên diyar kirine berçav bên girtin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 

Dadgeh ceza da

Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt danişînê biryara xwe aşkere kir û li Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. Her wiha heyeta dadgehê biryar da ku kontrola tedbîra edlî ya der barê Hatîce Şahîn de hatiye dayîn jî bidome.