Adile Salman: Îhtimal heye ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan zêde bibin

Parêzer Adîle Salman a binpêkirinên li girtîgehan yek bi yek rêz kir, bi van gotinan bal kişand ser îhtîmala zêdebûna grevên birçîbûnê: "Birîna me ya herî mezin ew e tevî ku gelek bûyerên îşkenceyê radigihînin jî CPT’ê bêdeng dimîne."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Binpêkirina mafan ên li Tirkiye û girtîgehên herêmê tên jiyîn, bi zêdebûne berdewam dike. Girtiyên ku li girtîgehan ji mafê jiyanê tên bêparkirin li dijî zextan grevên birçîbûnê didin destpêkirin, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku çavên xwe ji binpêkirinên tê jiyîn re digre, bêdengiya xwe didomîne. Li girtîgehan di 9 mehên dawî de girtiyên hatine berdan jî di nav de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan, me bi yek ji rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê Adîle Salman re binpêkirinên mafan ên girtiyan di dema dawî de li girtîgehan dijîn axivîn.

"Rêkûpêkkirinan îşkence zêde kir"

Adile Salman a ji A heta Z’ê ye zext û zordariya girtiyan dijîn û astengiyên hiqûqî yên li pêşiya wan nirxand, diyar kir ku hemû pêkanînên ku Tirkiye ji bo girtiyan pêk tîne ji bo girtiyên siyasî veguheriye dezavantajek e. Adîle Salman a diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê ji raboriyê heta îro anîne navenda îşkenceyê û da zanîn ku herî dawî jî rêziknameya înfazê ya ku di Çileya sala borî de hat rêkûpekkirin, îşkenceya li ser girtiyan hîn zêdetir kir. Adîle Salman bal kişand rêkûpêkkirinên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine anîn, pirsgirêkên li girtîgehan hin jî kûrtir dike.

Odeya ku girtî lê tên dermankirin, li kêleka morgê cih digre”

Adîle Salman a diyar kir ku ji girtiyan re dinava tecrîdê de tecrîd tê ferz kirin, wiha got: “Niha li Girtîgeha Jinan a Amedê di hemû sirgûnên dawî de girtî rastî lêgerîna tazî hatin. Ev pirsgirêkek ku em li piranî girtîgehan pê re rû bi rû dimînin e, yek ji binpêkirinên ku bûye kronîk jî ji girtiyên ku ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyan re bikaranîna sepana du kelepçe ye. Dîsa li kêleka we li nexweşxaneyan lêgerîna dev tên kirin. Ji ber van sedeman gelek girtiyên nexweş ên giran nayên dermankirin. Ji xeynî wê odeyên girtiyan yên li nexweşxaneyan, odeya dermankirinê ya girtiyan ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê li kêleka morgê cih digre. Hûn jî dikarin şert û mercên fizîkî texmîn bikin, mirovek ku li kêleka morgê bê dermankirin, di hawîrdora ku ji derva hawara mirinê bê de tê derman kirin. Dema ji nexweşxaneyê derdikevin ji wan re ne wek nexweş bi nasnameyeke siyasî tên nêrtin.”

"Di 9 mehan de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan"

Adîle Salman anî ziman ku piraniya girtiyan ji pêvajoya şewbe heta niha nikarin bigihêjin mafê xwe yê tenduristiyê û da zanîn ku girtiyên tên dermankirin jî di pêvajoya birina nexweşxaneyê û muayeneyê de rastî tundiyê tên. Adîle Salman bi van gotinan rewşa tê jiyîn kurte kir: “Ji ber ku dewletê erkên xwe yên li ser girtîgehê pêk nayne, di 9 mehên dawî de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de girtiyên nexweş ku piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan jî hene. Ev tê wê wateyê ku ev kes di nav nivîna mirinê de hat tahliye kirin. Em hemû navên dawîn ên hatin diyar kirin dişopînin, hemiyan jî ji ber ku bi dereng birine nexweşxaneyê an jî ji ber ku pêvajoyên dermankirinê di cih û di wextê xwe de nehatine kirin, nûçeya mirina wan digrin.

"Ceza dibin hêmana gef”

Adîle Salman a da zanîn ku girtiyan ji ber bi girtînameyên hincetên nehewce ya derbarê wan de tên girtin cezayên disîplinê digrin û berdana wan tê şewitandin, bal kişand ku ev girtînameyên tên amadekirin jî bêyî bên kontrol kirin tên erêkirin. Adîle Salman da zanîn ku tevî di cezayên hatine dayîn de hincet nehatine dayîn jî, dadwerên cezayên giran jî weke erka noterê dibîne van cezayan bi cih tînin û wiha got: “Di dosyayên înfazê de ji girtiyan re her tim cezayên dîsîplînê li tê birîn. Ev ceza êdî anîne rewşa wek hêmanek gef e. Ev ne tenê li Amedê li gelek girtîgehan jî tê pêkanîn. Di van cezayan de bi hincetên pir nehewce cezayên dîsîplînê tên dayîn. Mînak di rêziknameyê de cezayekî ku vegotina sirûd nehewce heye û ev jî pir zêde tê sepandin. Dema girtî bi dirûşmeyan ji mudaxaleya fizîkî ya li dijî xwe re bersiv dide, ji ber xwendina sirûdên nehewce cezayê dîsîplînê digre. Di vê mijarê de tu lêpirsînek li ser deqeyan tune ye. Em  nikarin ji sêrledanên xwe yên derbarê van girtînameyan de encamek bistînin. Hemû ceza bi heman awayî tên pejirandin.”

 “Gava wergervanekî Kurdî tê xwestin, ji ucretê re tê girêdan”

Adîle Salman da xuyakirin ku girtî ji bilî mafên tenduristî, jiyan û hiqûqê ji mafên xwe yên zimanê zikmakî bêpar in û wiha axivî: “Yek ji pirsgirêkên ku tên jiyîn, mafê girtiyan ya parastina xwe bi Kurdî bikin. Ji girtiyên ku li dadweriya înfazê parastinê dikin re bi gelemperî mafê parastina bi Kurdî nayê dayîn. Hincetên dadger ya di vê wateyê de ev e 'heke hûn wek nivîs bi Tirkî dinivîsin, wê demê hûn dikarin parastina xwe ji bi Tirkî biek'. Bi vî awayî mafê parastina bi Kurdî ji girtiyan tê standin. Rewşeke din jî dema wergervanek Kurdî tê xwestin ev ji ucretê re tê girêdan. Dema girtî vê yekê qebûl nakin, biryar didin ku girtî mafê xwe yê bêdengiyê bi kar bînin û ev yek derbasê girtîname dibe. Ev polîtîkayên ku em di vê pêvajoyê de dibînin derdikeve derveyî armanca înfazê. Mafê girtiyan yên dermankirin û danûstandin heye."

“Mekanîzmayên navneteweyî tevlî van pêvajoyan nabe”

Adîle Salman diyar kir ku CPT’ê li hemberî pêvajoya tê jiyîn bêdeng dimîne û girtî ji ber rêyên hiqûqî ji binpêkirinên tên jiyîn re bersiv nabe dest bi greva birçîbûnê kirine, herî dawî wiha got: “ Dema em bi gelemperî binpêkirinên mafan dinêrin, li hemû girtigêhên Tirkiyeyê tecrîdek tê sepandin. Em ê hemû pêvajoyên qanûnî bi temamî û di wextê xwe de bi cih bînin. Em di vê mijarê de serî li mekanîzmayên navneteweyî jî didin. Serlêdanên ku em divê mijarê de dikin, bi sedemên cuda cuda tên red kirin. Lê birîna me ya herî mezin ew e tevî ku gelek bûyerên îşkenceyê radigihînin jî CPT’ê bêdeng dimîne. Mekanîzmayên navneteweyî tevlî van pêvajoyan nabe. Em di hiqûqa navxweyî de nagihêjin tu derê. Girtî ji ji ber ku tu encam nayê girtin derbarê binpêkirinên tên jiyîn de di noqteya dawî de bedenên xwe didin ber birçîbûnê.  Di pêvajoya dawî de li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û îmtimala zêdebûna ev grevan heye.”