Qêrîna jinên Çiyayê Weslatê ya li hember paşguhkirinê: Em avê dixwazin

Li Çiyayê Weslatê yê Qêrwanê, jin li hemberî tîbûnê, paşguhkirinê û nebûna parastinê ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. Qêrîna “Em avê dixwazin”, dibe dengê jinan.

Qêrîna jinên Çiyayê Weslatê ya li hember paşguhkirinê: Em avê dixwazin

ZUHÛR EL-MEŞRİQÎ

Tûnis — Li dûrî sloganên fermî yên ku di çarçoveya kampanya 16 rojan a li dijî tundiya li ser bingeha zayendî de tên bilindkirin, jinên Çiyayê Weslatê yê li parêzgeha Qêrwanê ya Tûnîsê, rastiyeke dijwar dijîn ku trajediya kûr a Tûnîsê nîşan dide. Li vê herêma çiyayî ya paşguhkirî, nebûna pêşketinê, kêmbûna avê û bandorên guhertina avhewayê. bi lawazbûna karên çandiniyê û tundiya malbatî re têkildar dibin. Jinan di pêşberî şerekî bêdeng ê ji bo jiyanê de dihêlin. Şerek ku tê de bingehên herî sade yên rûmeta mirovî kêm in.

Bi destpêkirina çalakiyên kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser bingeha zayendî, balê dikşîne ser sloganên fermî. Lê trajediya rastîn a vê kampanyayê di hûrguliyên jiyana jinên li derveyî navendên erdnîgariya Tûnîsê de, veşartî dimîne. Ji nav Çiyayê Weslatê, yê girêdayî navçeya Weslatîya li parêzgeha Qêrwanê ya li navenda Tunîsê, qêrîna zordariyê ya jinê ku red kiriye di bêdengiyê de bimire û ji bo eşkerekirina êşên xwe biryara xwe daye, bilind dibe, bi hêviya ku rewşa wan baştir bibe.

Nebûna pêşketinê û wekheviya derfetê

Helîma Weslatî, şahidiya xwe bi danasîna rast û kûr a rewşa paşguhkirinê ya li ser herêma çiyayî dest pê dike. Helîma, piştrast dike ku dûrxistina li wir tenê bi nebûna xizmetan ve sînordar nabe, her qiha dighîje bingehê hebûna mirovî. Ew bi xemgîniyeke kûr ku hesteke zêde ya niheqî û dûrxistinê nîşan dide, dibêje ku herêm di rewşeke ku ew bi “zindana tecrîdê” re dişibîne de ye. Ew destnîşan dike ku nebûna dadmendiya di dabeşkirina pêşketinê de û nepotîzma di gihîştina xizmetên bingehîn de, jiyana niştecihên herêmê hema hema ne mumkin kiriye, li gorî kesên ku torên têkiliyê û hêzê hene.

Zaroktiya bêguneh jî di van çiyayên dijwar de ji bandorên vê zordariyê û tengasiya jiyanê ne xelas bûye. Ew behsa êşên giran yên ku neviya wê di baxçeyê zarokan de dikşîne dike. Dibêje ku nevîya wê carna ji vê hawîrdora ku şertên herî sade yên lênêrîn û aramiyê tê de tune ne, bi domdarî direve.

Tîbûna jinan, bandorên guhertinên avhewayê û êşa anîna avê

Di hûrguliyên êşa rojane ya girêdayî krîza kêmbûna avê ku welat dike bin bandorê û li gundewarî bi awayekî zêde dijwar dibe de, Helîma Weslatî diyar dike ku krîza avê, rûyê herî dijwar ê tundiya jîngehî û xizmetê ye. Helîma, zor û zehmetiyên ku dijîn wiha vedibêje: “Av bi hefteyên dirêj, ku carinan dighîje du hefteyan, ji malan re kêm dibe. Jin xwe di pêşengiya pêşbirka rojane ya bi vê dijwarî de dibînin. Ji bo ku karên jiyanê bi çar şûşeyên avê yên kêm re birêve bibin. Şûşeyên ku bi zorê ji bo şertên herî kêm yên jiyanê tên bikaranîn.”

Di hûrguliyên jiyana rojane li Çiyayê Weslatê de, Helîma Weslatî diyar dike ku jinên çiyayî di bin barê karên çandiniyê yên giran û karên dijwar ên çiyayî de ne. Tevî nexweşî, pîrbûn, westandina laşî ya zêde, di şertên ku derfetên karê bi rûmet û çavkaniyên jiyanê tune ne de.

Derbarê hewldanên wan ên lêdana li deriyên saziyên fermî de ji bo peydakirina hêviyekê an alîkariyekê ku wan ji belengaziyê biparêze, Helîma Weslatî piştrast dike ku daxuyaniyên fermî û alîkariyên kêm, êşên wan zêdetir dikin û wan dixin nav bêhêvî û bêhêvîtiyê. Ew destnîşan dike ku ji aliyê desthilatên herêmî û nûnerên herêmê ve, di dema daxwaza destwerdanê de, bersiveke rastîn û hereketeke cidî tune ye.”

Tundiya malbatî ya duqat û mirina hêdî… ‘Miriyên zindî’

Helîma Weslatî beşeke din a êşên xwe eşkere dike, ku bi tundiya malbatî ya fizîkî ya giran ve girêdayî ye. Ev tundî lawazbûna jiyanî û laşî ya wê zêdetir dike. Ew behsa rastiyên êrîşên laşî yên giran dike ku bû sedema mayîna wê ya li nexweşxaneyê. Ew bi gotineke ku giraniya zordarî û êşa mirovî nîşan dide, rewşa xwe û rewşa hemû jinên paşguhkirî yên ku mirineke manewî û maddî ya hêdî dijîn, kurt dike. Ew dibêje ku ew wekî “miriyên zindî” dijîn, laşên wan hereket dikin, lê di rastiya jiyanê, mafan û pêşketinê de ew wekî mirî ne.

Ev qêrînên meydanî, yên ku bi dengên çalakvanên mafên jinan re tevlihev dibin, her dem bîranînekê ne ku şerê li dijî tundiya jinan di kampanya 16 rojan de û piştî wê jî. Bê tunekirina kokên paşguhkirina pêşketinê, pêkanîna dadmendiya avhewayî û bicîhkirina qanûnên rastîn yên ji kûrahiya meydanê hatine, ne mumkin e, ne ji nivîsgehên girtî.

Rewşeke krîzê

Di şirovekirineke analîtîk û meydanî ya vê rewşa xirab de, çalakvana femînîst û civakî Haya Attar, rewşa jinên gundewarî û jinên ku di sektora çandiniyê de dixebitin, li parêzgeha Qêrwanê bi rêjeya ji sedî 29 analîz dike. Qêrwana ku li Tûnîsê wekî parêzgeha duyemîn a herî xizan tê hesibandin. Ew piştrast dike ku şert û merc ne ber bi başbûnê ve diçin, her ku diçe zêdetir xirab dibin û krîz kûrtir dibe. Ew diyar dike ku piraniya jinên ku di karên çandiniyê de dixebitin, ji bilî krîzên aborî û civakî yên kevneşopî, ji bandorên giran yên guhertinên avhewayê, tehdîdên rasterast li ser ewlehiya laşî ya wan û nebûna şertên herî sade yên parastina civakî jî dikşînin.

Ew destnîşan dike ku tekoşînên meydanî û hereketên protestoyî yên ku ji aliyê jinên karên çandiniyê û civaka sivîl ve hatine pêşxistin, bûne sedema derxistina hin nivîsên yasayî, wekî Dekreya hejmar 4 a sala 2024’an, ya girêdayî pergala parastina civakî. Lê ew dibêje ku piştî çend salan ji derxistina vê dekreyê, heta niha tu nivîsa rêxistinî an peymana bicîhkirinê di navbera Wezareta Karên Civakî û aliyên têkildar de nehatiye derxistin û bi vî awayî yasa tenê li ser kaxez dimîne.

‘Hikûmet heta niha negihîştiye astekê ku çareseriyên bingehîn peyda bike’

Haya Attar balê dikşîne ser wê yekê ku yasa bi tena xwe nikarin van krîzên kûr çareser bikin, dema ku di navbera nivîsên yasayî û rastiya civakî ya meydanî de valahiyeke mezin hebe. Ev valahî bê guman dibe sedema zêdebûna binpêkirinên mafan û xirabtirbûna şert û mercan. Ew diyar dike ku hikûmet heta niha negihîştiye astekê ku çareseriyên bingehîn peyda bike û wiha dibêje: “Ji ber ku siyaseta wê ji meydanê dest pê nake û jinên ku rasterast di pêşberî van krîzan de ne, di pêvajoya çêkirina çareseriyan de tevlî nake, her wiha biryarên xwe bi awayekî ji jor ve li ser wan ferz dike.

Di vê çarçoveyê de, ew mînakekê bi yasaya hejmar 51 a girêdayî veguhastina çandiniyê dide. Haya Attar dibêje ku vê yasayê, pirsgirêka veguhastinê çareser nekiriye. Her wiha bûye sedemek nerasterast ji bo zêdebûna qurbanên qezayên kamyonên ku mirinê dibin.

Haya Attar di dawiyê de piştrast dike ku jinên kar ên çandiniyê yên ji van herêmên paşguhkirî, rastî formên eşkere yên tundiya aborî tên, ku di mûçeyên lawaz, nebûna parastina civakî û şertên veguhastina ne ewle de xuya dibin. Her wiha, ew rastî formên tundiya devkî, laşî û cinsî jî tên, ku bi bêdengiya wan û qebûlkirina vê rewşê ji bo ku karê xwe bidomînin, zêdetir dibin.
 

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.