NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Her sal di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinan de gelek rêxistin û saziyên jinan kampanya û însiyatîfan didin destpêkirin ji bo li dijî tundiyê têbikoşin. Ev cure tundî di nava civakan de bi awayên cuda derdikeve pêş, bi taybetî jî li cihên ku şer û pevçûn hene.
Endama desteya akademîk a beşa çandiniyê ya Zanîngeha Kobanê bijîjk Nesrîn Dîb, têkildarî mijarê axivî. Nesrîn Dîb behsa tundiya ku jinên Sûriyeyê pê re rûbirû dimînin, zehmetî û astengiyên rastî wan tên, rola civakê ya di berdewamiya van kiryaran de û rêbazên ji bo jiholêrakirina vê tundiyê kir.
Hûn tundiya li dijî jinan çawa pênase dikin û sedemên berdewamiya wê çi ne?
Ez bawer im ku tundiya li dijî jinan, mîrateya herî xeternak û zirardar e ji bo civakan. Ji ber ku ev yek, statuya jinan a weke mirov nas nake. Peymanên navnetewî yên mafên mirovan, xalên zelal ji bo parastin û ewlekirina mafên jinan dihewînin. Mixabin, di hinek civakên Rojhilatî de, jin hê jî di nava pêkhateyeke civakî ya ku ji aliyê zîhniyeta baviksalar ve tên birêvebirin de, di rewşa duyemîn de tên hiştin û tenê wekî amûr tên dîtin. Ev yek yek ji sedemên bingehîn ên tundiya ku li dijî wan tê kirin e. Ji ber vê yekê, pêwîst e jin di warê hişmendiyê de xwe zêdetir bi pêş bixin. Hem ji bo bidawîbûna vê zîhniyetê, hem jî ji bo bidestxistina hêza ku ji bo bidawîanîna tundiya pê re rûbirû dimînin, ev yek gelek pêwîst e.
Rewşa jinan li Sûriyeyê tabloyeke çawa nîşan dide? Rêveberiya demkî çima jinan qebûl nake?
Jinên Sûriyeyî bi şert û mercên gelek dijwar re rûbirû ne. Tacîza zayendî, zewaca bi zorê ya di temenê biçûk de û dûrxistina ji perwerdeyê, bi kurtasî, rastî her cure tundiyê hatine.
Îro piştî hilweşîna rejîmê, jin bi siyaseta dûrxistinê re rûbirû ne, ji aliyê desthilatdariya tundrew Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) ve. Ev desthilatdarî ne tenê jinan ji qada siyasî dûr dixe, di heman demê de wan ji jiyana civakî jî tecrîd dike. Her wiha, gefa revandinê jî berdewam dike, bi taybetî li herêmên peravî.
Der barê temsîlkirina jinan di civakê de, ev tenê xeyalek e; cureyek ji tundiya siyasî ya veşartî ye ku ji bo dûrxistina wan hatiye sêwirandin. Di gelek waran de, rêjeya hebûna jinan ji sedî yek kêmtir e; di hinek waran de jî qet tune ne. Ji bo bidawîanîna vê tundiyê, pêwîstî bi çarçoveyên yasayî yên zelal heye ji bo jin, mafên wan û nasnameya wan bên parastin. Bêyî parastineke wiha, jin nikarin rolên xwe yên siyasî û civakî bi cih bînin an jî civakê bi awayekî bi bandor temsîl bikin.
Ji bo ku jin bikaribin pêşeroja welatên xwe diyar bikin divê xwe bi hêz û biryardariyê biçek bikin. Weke jinên Sûriyeyê divê em vê biryardariyê ji ezmûnên wan kesên ku di şoreşa Rojavayê de cih girtine, bigrin. Çimkî di tevahiya vê pêvajoya şoreşgerî de, jinan bi nîşandana şiyana xwe ya parastinê, civaka xwe û derdora xwe parastin, di her warî de bi serkeftî cihê xwe girtin. Tevî hewldanên ji bo dûrxistina wan, şervanên jin, xebatkarên medyayê û çalakvanan bi wêrekî têkoşîna xwe ya ji bo parastina doza xwe domandin.
Gelo windahiyên ku jinan di astên derûnî civakî û siyasî de jiyane çawa dikarin bên telafîkirin?
Ev pêvajo demeke dirêj dixwaze; ji bo telafîkirina salên windabûyî, avakirina bingeheke xurt pêwîst e. Beriya her tiştî divê valahiya di warê perwerdeyê de bê dagirtin; ev jî bi riya vegerandina jinan a hawirdorên fêrbûnê û dabînkirina derfeta gihîştina wan a perwerdeyê pêk tê.
Ya duyem divê xizmetên tenduristiyê yên berfireh bên pêşkêşkirin. Bi taybetî jî li ber çavgirtina wan zirarên giran ên fîzîkî ku di encama salên şer de gihîştine jinan. Her wiha, tevahiya civakê hem mêr, hem jî jin pêdiviya wan bi piştgiriya derûnî heye. Bi taybetî mêr, ji bo ku xwe ji zîhniyeta baviksalar rizgar bikin, pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Divê ew bi temamî fêm bikin ku pêşveçûna jinan statuya wan kêm nake, berevajî vê yekê, prensîba temamkeriya di navbera herdu zayendan de xurt dike. Di dawiyê de, ji bo misogerkirina serxwebûna wan a darayî, pêwîst e jin di warê aborî de bên bihêzkirin.
Bi vî awayî, jin dikarin her kêliya jiyana xwe veguherînin têkoşîna li dijî tundiyê. Ev pêvajo di nava malbatê de bi awayê mezinkirina zarokan dest pê dike û heta guhertina zîhniyet, adet û kevneşopiyên ku kok girtine didome. Ev yek redkirina tundiya li dijî jinan, di her şêweyî de û bi her hincetê dixwaze. Çi bi riya olê, çi bi riya kevneşopiyan, ji jî bi riya tirsê be. A girîng ew e ku li dijî vê hewldanên dawîanînê hene yan na.




