Li Tûnisê kêmasiyên di yasaya hejmara 58’an de tê nîqaşkirin
Daxwazên ji bo pêkanîna bi bandor a Yasaya Hejmar 58 a Tûnisê ku di sala 2017’an de hatiye pejirandin û berfirehkirina wê ya mijarên wekî kuştina jinan û tundiya dîjîtal digre nava xwe, careke din derdikevin pêş.
Tûnis – Li Tûnisê "Yasaya Bingehîn a Hejmar 58" a bi dîroka 2017’an ya girêdayî rakirina tundiya li dijî jinan, ji bo tevgera mafên jinan wekî destkeftiyeke dîrokî tê dîtin. Tevî taybetmendiya xwe ya yasayî ya şoreşgerî, ev yasa niha di warê pêkanîna dadwerî de rastî astengiyan tê û xwedî kêmasiyên pêkhateyî yên aloz e. Ev rewş di demeke ku fikarên der barê lawazbûna potansiyela mafên jinan di bin şert û mercên siyasî yên heyî de zêde bûne û di hejmara bûyerên kuştina jinan de jî zêdebûneke berbiçav heye de pêktê.
Yasaya Hejmar 58 a nêzîkî sala xwe ya 10’emîn dibe, hêj bi zehmetî û astengiyan ku dem bi dem rê li ber gihîştina jinan a ji bo edaletê digre re rûbirû ye. Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Raja Dahmanî, ev yasa wekî destkeftiyeke rasteqîn û serkeftinekê ji bo femînîstên Tûnisî û ji bo tevahî jinan bi nav kir.
‘Hewildanên jinan bi derxistina yasayê re encam bû’
Raja Dahmanî, diyar kir ku ev destkeftî encama têkoşîna jinan a bi salane ku digihîje serdema tevgera neteweyî û beriya wê û da zanîn ku di destpêkê de tundiya li dijî jinan a li Tûnisê bi awayekî fermî wekî diyardeyek nehatibû naskirin û daneyên têkildarî wê jî dihatin veşartin.
Raja Dahmanî, tekez kir ku rêxistinên jinan û komên mafên mirovan demek dirêje li ser vê mijarê xebitîn û gelek kampanya ji bo şermezarkirina tundiyê li dar xistin. Raja Dahmanî, diyar kir ev hewldanên di dawiyê de di sala 2017an de bi derxistina yasayê encam bû.
‘Di pêkanîna yasayê de kêmasiyên cidî hene’
Raja Dahmanî, destnîşan kir ku Yasaya Hejmar 58’an di warê mafên jinan de şoreşeke rastîn e û balkişand ku pênaseya tundiyê ya di vê yasayê de, bi taybetî pênaseya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye dayîn, di belgeyên navneteweyî de cih digire hêj berfirehtir û kûrtir e: “Ji ber ku ew cureyên cûda yên tundiyê bi awayekî hûrgilî û zelal pênase dike. Nêzî deh sal piştî ketina meriyetê ya yasayê, di pêkanîna wê ya pratîkî de kêmasiyên cidî hene. Desthilata dadwerî ya Tûnisê di destpêkê de nikarîbû têgihiştina şoreşgerî ya vê yasayê fêm bike û vê yekê wekî metnek ku ji civakê pir pêşdetir û pêkanîna wê zehmet e pênase dikir. Em wekî civaka sivîl, vê nêzîkatiyê di nava pergala dadwerî de qebûl nekir. Di hinEK rewşan de, rayedar vedigeriyan ser sepandina yasayên kevin û yasaya nû ya ku bi awayekî fermî hatiye derxistin paşguh dikirin. Gava yasayek bi awayekî fermî tê derxistin, pêkanîna wê ya bilez mecbûrî ye."
Raja Dahmanî, diyar kir ku wan gelek kampanyayên bi armanca nirxandina van pratîkan, misogerkirina cîbicîkirina yasayê a li dadgehan û domandina çavdêriya berdewam a li ser mekanîzmayên pêşîlêgirtinê pêk anîne.
Raja Dahmanî, mekanîzmayên piştgiriyê yên ji bo jinan a di qonaxên cûda de bibîrxist û destnîşan kir ku wan ji bo dabînkirina piştgiriya darayî ya van pergalan jî xebat meşandine. Raja Dahmanî, tekez kir ku divê hikûmet budçeyeke girîng û taybet veqetîne ku cîbicîkirina bi bandor a yasayê misoger bibe.
‘Divê têkiliya zayendî ya bi darê zorê ya di nava zewacê de wekî sûcek bê hesibandin’
Raja Dahmanî, bal kişand ser yek ji xalên herî girîng ên yasayê, avakirina "yekîneyên pispor e” ku jinên rastî tundiyê hatine, dikarin li wir daxwaza piştgirî û parastinê bikin. Raja Dahmanî, axaftina xwe wiha domand:“Karmendên ewlehiyê yên him mêr û him jî yên jin ên di van yekîneyan de dixebitin, xwedî perwerdeya têrker nînin ka çawa bi jinan re têkiliyê deynin, parêzvaniya wan bikin û xalên taybet û mekanîzmayên xebatê yên yasayê bi cih bînin. Guherîna karmendan bandoreke neyînî li pêvajoya perwerdeyê dike û karmendên perwerdekirî gelek caran bi karmendên nû yên ku perwerdeya pêwîst wernegirtine, tên guhertin.”
Raja Dahmanî, da zanîn yek ji kêmasiyeke mezin a Yasaya Hejmar 58’an ew e ku "têkiliya zayendî ya bi darê zorê ya di nava zewacê de" bi awayekî vekirî wekî sûcek pênase nake û tekez kir ji ber ku ev kiryar li Tûnisê wekî sûcek tê qebûlkirin, divê di yasayê de jî bi awayekî zelal wekî sûc were pênasekirin. Raja Dahmanî, destnîşan kir tundiya dîjîtal ku li Tûnisê di nava jin, zarokên keç û kur de gefeke cidî ye, di yasayê de bi awayekî eşkere cih nagire. Raja Dahmanî, got ku her çend mekanîzmayên parastin û piştgiriyê di warê teorîk de di yasayê de hebin jî, di warê cîbicîkirina pratîkî de hêj kêmasiyên mezin hene.
‘Yasaya Hejmar 58’an mijara kuştina jinan nagre nava xwe’
Raja Dahmanî, diyar kir ku Yasaya Hejmar 58’an mijara "kuştina jinan" an jî kuştinên ku li ser bingeha zayendî ya civakî jî nagre nava xwe û wiha pê de çû: “Ev yasa dozên kuştinê wekî sûcên giştî dibîne û paşguh dike ku jin ji ber jinbûna xwe tên kuştin. Komaleya me bi hevkariya rêxistinên din, van kuştinan li qadê dişopîne û tomar dike. Lê hikûmetê heta niha derbarê vê mijarê de tu daneyên fermî belav nekiriye. Di sala 2024’an de 26 bûyerên kuştina jinan hatin tomarkirin, rewş di sala 2025’an de xirabtir bû û meylên bi fikar heta sala 2026’an jî berdewam kir. Hejmara giştî ya kuştina jinan di navbera salên 2024 û 2026’an de ji sedî 30’î derbas kir. Ev hejmar asteke pir bilind û nîşana gefeke cidî ya li ser civaka Tûnisê ye. Ev rastî bi taybetî jî 70 sal piştî bidestxistina serxwebûna welat, derxistina "Yasaya Rewşa Kesane" û dîroka dirêj a têkoşîna ji bo mafên jinan, cihê fikarê ye.
Raja Dahmanî, diyar kir ku di Yasaya Hejmar 58’an de gelek kêmasî hene û ew dixwazin ev yasa ji nû ve were nirxandin ku ev pirsgirêk bên çareserkirin û wiha axivî: “Lê der barê vekirina yasayê ji bo nirxandineke nû ya di şert û mercên heyî de, dibe sedema fikareke kûr. Ev yasa di dema pêvajoya veguherîna şoreşgerî ya beriya 10 salên şoreşa di navbera 17’ê û 14’ê Çileyê de hate derxistin û di vê pêvajo de di warên yasadanîn û mafên mirovan de destkeftiyên girîng hatin bidestxistin.”
‘Divê destkeftiyên jinan bi biryardarî bên parastin’
Raja Dahmanî, da zanîn niha di pêvajoyeke siyasî ya aloz re derbas dibin û balkişand ku geşedanên tên jiyîn dikarin bi awayekî bingehîn gefê li destkeftiyên jinan bixwe tên jiyîn. Raja Dahmanî, bal kişand ser paşveçûna di hinek yasa û biryarnameyên ku berê ji bo berjewendiya jinan hatibûn derxistin de û got ku di vê pêvajoyê de her cure destwerdaneke di Yasaya Hejmar 58’an de dê ji bo maf û destkeftiyên jinan li Tûnisê bibe xetereyeke cidî.
Raja Dahmanî, tekez kir ku maf û destkeftiyên jinan di nava mijarên herî girîng de ne û pêwîste di rewşa heyî de bi biryardarî bên parastin û anî ziman ku ev pabendbûna ji bo parastina destkeftiyên heyî, rê li ber jinan nagre ku daxwaza guhertina xalên cudakar ên hêj di çarçoveyên yasayî û jiyana civakî de rûbirû dimînin, bikin.
Girtina navenda Yekîtiya Neteweyî ya Jinan: Tundiya li dijî jinan e
Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Raja Dahmanî, girtin û mohrkirina ofîsa serokatiya Yekîtiya Neteweyî ya Jinan a Tûnisê şermezar kir û vê kiryarê wekî tundiyeke li dijî rêxistineke jinan a xwedî dîrokeke dirêj ku şahidiya pêvajoya welat a ber bi serxwebûnê kiriye, pênase kir.
Raja Dahmanî, biryara dewletê ya qutkirina fonên vê rêxistinê rexne kir û diyar kir ku ji ber vê yekê karmend du sal in mûçeyên xwe nagrin û ji sîgorteya tenduristiyê jî bêpar tên hiştin. Raja Dahmanî, vê yekê wekî cezayeke neheq û binpêkirineke eşkere ya mafên aborî û civakî yên karmendan bi nav kir.
Raja Dahmanî, berpirsiyar girtina karmendên saziyeke ya ji ber binpêkirinên berê şermezar kir û destnîşan kir ku bêparkirina karmendan a mûçeyan û gihîştina xizmetên tenduristiyê, binpêkirina mafê jiyanê ye. Raja Dahamnî, anî ziman ku ev yek binpekirinek dine ku di çarçoveya kampanyayeke berfirehtir de civaka sivîl dike hedef û zextê li rêxistinên navbeynkar dike.
Raja Dahmanî, tekez kir ku ev saziyan ji bo dewletê ne gef e û berevajî vê yekê ji bo hemwelatiyan wekî mertalek parastin û stargehê xizmet dikin.
Raja Dahmanî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek wekî komelê, bi awayekî tam û bê şert û merc piştgiriyê didin Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî û hêviya dikin ku mexdûriyet û zehmetiyên ku karmend pê re rûbirû dimînin, di demek kurt de bên çareserkirin.