Li Başûrê Kurdistanê mafê mîrasa jinan di nav kevneşopî û newekheviyê de

Bêparkirina jinan ji mafê mîrasê, ne tenê windakirina mafê darayî ye, di heman demê de cureyek newekhevî û zexta civakî ye ku bandorê li serxwebûna aborî û civakî ya jinan dike.

Li Başûrê Kurdistanê mafê mîrasa jinan di nav kevneşopî û newekheviyê de

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Mafê mîrasê yek ji mafên bingehîn ên jinan e, lê di hin civakan de, kevneşopî û baweriyên civakî hîn jî rê li ber vî mafî digirin. Jin gelek caran ji ber têkiliyên malbatî, zextên derûnî û civakî, an jî nebûna hişyariya yasayî, ji mafê xwe yê mîrasê bêpar tên hiştin. Têkoşîna li dijî vê diyardeyê ne tenê berpirsyariya jinan e, di heman demê de pêwîstî bi hevrêziya malbatan, saziyên hiqûqî, rêxistinên jinan û medyayê heye. Têkildarî mijarê Parêzer û çalakvan Peyam Xelîl ji Ajansa mere axivî.

‘Divê yasa ji bo hemû welatiyan bibe sîwaneke hevpar’

Peyam Xelîl diyar kir ku dema behsa mijara mîrasê di civaka Kurdî de dikin, dibînin ku di navbera du astengiyan de ne û wiha domand: “Ya yekem rêzikname û bendên yasayî yên dadgehê, ya duyemîn kevneşopî û çanda serdest a civakî ye. Her ol û mezheb derbarê mîrasê de xwedî nêrînên xwe ye. Civaka Kurd, civakeke pirreng û pir olî y. Hinek ji mezhebê Henîfî ne, hinek ji mezhebê Ceferî ne û welatiyên me yên Xiristiyan jî hene. Ji ber wê di civakek pir olî û pir mezhebî de, em nikarin mijara mîrasê tenê ji nêrîna oleke taybet ve binirxînin. Ya girîng ew e ku divê yasa ji bo hemû welatiyan, bêyî cudahiya zayend, ol an beşan, bibe sîwanek giştgîr. Kevneşopî û gotinên civakê divê jinan ji mafên wan ên yasayî bêpar nehêlin. Mafê mîrasê mafek yasayî ye û parastina vî mafî divê li ser bingeha dadperwerî, wekhevî û rêzgirtina li mafên hemû kesên di nava civakê de be.”

Mijara zeviyên çandiniyê

Peyam Xelîl îşaret bi wê yekê kir ku di şerîeta Îslamî de, bi giştî, mêr du parên mîrasê distînin û jin jî parekê digrin. Peyam Xelîl da zanîn ku lê rewşên wiha jî hene ku di navbera mêr û jinan de tu cudahî nayê kirin û her du alî jî mîraseke wekhev distînin û wiha domand: “Mînak, ger kesek bimre û keç, kur, jin û dêûbavên xwe li pey xwe bihêle, dêûbavên kesê mirî di mîrasê de xwedî mafên wekhev in û her yek ji wan para şeşem a mîrasê distîne. Di vê rewşê de ji bo stendina vê beşê, di navbera mêr û jinan de tu cudahî tune ye. Rewşeke din jî mijara zeviyên çandiniyê ye. Li welatên wiha ku mafê bikaranîn û dagirkirinê bi dewletê ve girêdayî ye, awayê mîras û veguhestina vî mafî cûda ye. Li gorî rêzikên hiqûqa medenî, di dabeşkirina mafên li ser erdên çandiniyê de, mêr û jin xwedî mafên wekhev in. Her yek ji wan ji sedî 50’yê wê mafî dixwaze. Loma ev mînak nîşan dide ku pirsgirêka mîrasê bi rêbazek û awayekî tenê nayê çareserkirin, cureyê malî, şert û mercên yasayî û rewşa mîrasgiran di diyarkirina paran de roleke girîng dileyzin.”

‘Hin kevneşopî serdestiya mafên yasayî yên jinan dikin’

Parêzer Payam Xelîl destnîşan kir ku mixabin di hin rewşan de, jin ji aliyekî ve di navbera edetên eşîrî û çanda civakê de û ji aliyê din ve jî di navbera yasayê de dimînin û wiha berdewam kir: “Ev her du mijar bi temamî ji hev cuda ne. Mînak, jinek heye ku ne birayên wê û ne jî dêûbavên wê sax in; tenê 2-3 apên wê hene. Li vir jin dikeve bin bandor û rehma malbata apê xwe, da ku debara xwe bike. Di hin rewşan de, ap an xal li gorî adetên civakî zextê li jinê dikin û rê li ber wê digirin ku mîrasa xwe bistîne. Bi hinceta ku divê ew hemû mîrasa bavê xwe negre û piştî zewacê nebe mala mêrek din. Ev yek ji wan kevneşopiyên civakî ye ku di hin malbatan de  li ser mafên yasayî yên jinan serdestiyê ferz dike. Rewşek din jî ew e ku zarokek keç di bin 18 saliyê de ye û hêj negihîştiye temenê yasayî, di hin rewşan de, zextek psîkolojîk lê tê kirin û gef lê tê xwarin ku ger ew bi dadgehê razî nebe û dev ji mafê xwe yê mîrasê bernede, malbat wê jê bê par dike û ji malê derdixwe û rê nade li gel wan bijî. Di vê rewşê de, zaroka keç ji ber tirsê û nebûna cihek din, neçar dimîne ji mafên xwe yên yasayî tawîzê bide.”

‘Divê hişyariya yasayî di nav jinan de bê belavkirin’

Peyam Xelîl da zanîn ku rewşeke din ew e ku jin, piştî gihîştina temenê 18 salî, ji mafên xwe agahdar dibe û daxwaza mîrasa xwe dike, di bedêla vê de, malbatên apên wê ji vê mijarê dûr dixin û bi awayên cûda paşguh diki ew ne debara wê, ne perwerde û ne jî pêdiviyên din peyda nakin. Di şûna wê de, bi hinceta ku wê mîrasa xwe wergirtiye, jê re dibêjin: ‘Niha bila mîrasa te te xwedî bike.’ Peyam Xelîl derbarê çareseriya yasayî ya van dozan de, destnîşan kir ku Yasaya Rewşa Kesane ya Iraqê ya hejmar 188 a sala 1959’an ku li Herêma Kurdistanê jî tê bicîhanîn û wiha got: “Di sala 2008’an de, Herêma Kurdistanê hin xal guherandin ku mijara pirzewacê jî di nav de bû, lê mijara mîrasê wek xwe ma. Di hin rewşan de, jin dikare temamiya mîrasa bavê xwe werbigire, her çend birayê wê tune be jî. Ev mafek yasayî ye û divê ji ber adet an zextên civakî neyê redkirin. Mixabin, agahî û hişyariya yasayî di nava civakê de bi têra xwe nehatine belavkirin û heta hin parêzer jî ev mafê yasayî bi awayekî berfireh ji jinan re rave nekirine. Ji ber vê, divê hişyariya yasayî zêdetir bê belavkirin da ku jin bizanibin mafên wan çi ne û çawa dikarin di çarçoveya yasayê de mafên xwe biparêzin.”

‘Jin ji ber zextên civakî ji mafên mîrasê bêpar tên hiştin ev jî cezayê wê heye’

Peyam Xelîl ragihand ku di civaka Kurd de, beşek girîng a jinan ji ber zextên civakî ji mafên xwe yên mîrasê bêpar in û wiha domand: “Bira pir caran ev hincet nîşan didan ku ‘şaş e ku xwişk mîrasê bistîne’ an jî ‘ew ê mîrasê bibe cem hevjînê xwe û dê bikeve destê kesek biyanî.’ Zextê li xwişkên xwe dikin ku bi dilxwazî dev ji mafên xwe yê mîrasê berdin. Ev cure fikirîn dibe sedem ku jin hîs bikin ku stendina mafên wan li dijî adetên civakî ye û karek şaş e. Her çend mîras mafekî yasayî ye û mafê jinê ê wergirtina para xwe li gorî yasayê hene, ji aliyê yasayî ve, devjêberdana ji mafên mîrasê divê bi riza û vîna azad a jinê be, ne bi encama zext û zorê be. Ger jinek li ber dadgehê îdia bike ku wê ji ber stresa derûnî an jî her cure zorê dev ji mafê xwe berdaye, yasa ji bo parastina mafên wê tedbîrên taybet peyda dike. Li gorî yasayê, neçarhiştina jinan ku dev ji mafê xwe yê mîrasê berdin, sûc e. Kesên ku vê zextê li ser jinan dikin, rûbirûyê cezayên yasayî dibin, ev ceza dibe ku girtin an jî cezayên pereyan bin. Pirsgirêka sereke ne ew e ku yasa mafên mîrasê yên jinan naparêze, pirsgirêk nebûna hişyariya yasayî û belavbûna hin adetên civakî ye ku rê li ber jinan digirin da ku bi rêya dadgehan daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber wê, divê jin bizanibin wergirtina mafên mîrasê ne şerm e, mafek yasayî ye ku divê bê parastin.”

‘Veşartina mal û milk ji jinan, sedemek e ku nikarin bi hêsanî mafên xwe bistînin’

Peyam Xelîl destnîşan kir ku mêrsalarî hîn jî di nava civakê de heye û di hin rewşan de, jinên derdora jinan jî naxwazin ku jin bighîjin mafên xwe yên yasayî û wiha dom kir: “Ji bo pêkanîna hevsengiya civakî, hişyarkirina jinan têr nake, divê mêr jî bi rêya platform û saziyên civakî hişyar bibin û bizanin ku parastina mafên jinan, bi taybetî di mijara mîrasê de, erkek yasayî û civakî ye. Divê jin ji aliyê yasayî ve hişyar bin û bizanibin dema mafên wan tên binpêkirin, ew dikarin li dadgehê dozê vekin. Her wiha pirsgirêkeke din jî heye: hin jin ji ber nebûna belgeyên yasayî, nikarin hebûna hinek erd û milkên bavê xwe îsbat bikin. Veşartina agahiyên derbarê mal û milk de ji xwişk, keç û dayîkan, yek ji astengiyên yasayî û civakî ye ku rê li ber jinan digire da ku mafên xwe yên mîrasê bi dest nexin û wisan dike ku ew nikaribin bi asanî daxwaza mafên xwe bikin.”

‘Dadwer dikare parêzvaniya pere bide karmedek ku wê tayîn kirî’

Peyam Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Du rewşên cuda hene; ya yekem jinên di bin temenê 18 salî de û ya duyem jî keçên ji 18 saliyê mezintir digre nava xwe. Li gorî yasayê, ji bo her du rewşan jî xebatên taybet hene ku armanca wan parastina maf û berjewendiyên keçê ye. Di rewşa keçên di bin 18 salî de, yasa parêzvanekê diyar dike, dibe ku apên wan jî be, bi şertê ku ev parêzvanî di berjewendiya baş a keçikê de be. Bêyî destûra dadwer, mafê welî tune ku milkê keçikê bifroşe an jî pereyên di bankê de ne bikşîne. Ew tenê dikare van tiştan bike, ger dadwer piştrast be ku dê pere ji bo dabînkirina pêdiviyên keçikê, debara jiyanê, mesrefa perwerdeyê an kirîna milkê çêtir ji bo wê bê bikaranîn. Ger dadwer bibîne ku welî li dijî berjewendiyên keçikê tevdigere, dikare parêzvanek derve tayîn bike daku li pere û milkê keçikê binêre û mafên wê biparêze. Biryar dide ku gava keçik bighîje temenê 18 saliyê, malê wê bikeve destê wê û ew bikaribe bi awayekî serbixwe li ser wê biryarê bide.”