Komeleya “Pêngavên Jinan” li Rojavayê Kurdistanê desteka yasayî dide jinan

Seroka Komeleya Pêngavên Jinan a li Qamişloyê Parêzer Şûkriya Yûsif, destnîşan kir ku ev komele hewl dide ku di hêla yasayî de mafê jinan biparêze û ragihand ku ewê li deverên din ên Rojava jî ofîsan vekin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Li bajarê Qamşloya Rojavayê Kurdistanê, komek ji parêzerên jin, bi baweriya xwe ya girîngiya hişyariya jinan a ji mafên xwe û xwedîderketina wan a ji bo parastinê, di sala 2025’an de Komeleyek bi navê "Pêngavên Jinan" ava kirin. Ev komeleya jinan hewl dide ku ji bo jinan cihek bi ewle, platformek ji bo parastina maf û rêyek ji bo zêdekirina hebûn û rola wan di civakê de biafirîne.

"Pêngavên Jinan" ji pêwîstiya belavkirina hişmendiya yasayî û mafî, piştgiriya jinan di rûbirûbûna bi pirsgirêkên ku rê li ber gihîştina mafên wan digirin de û xebata ji bo pêşxistina çandeke edalet, wekhevî û rûmeta mirovan derket holê.

Seroka Komeleya Pêngavên Jinan Parêzer Şûkriya Yûsif têkildarî armanc, kar û xebatên Komeleyê ji nûçegîhana ajansa me re axivî.

Navê komeleyê li ser bingeha gav avêtina di Sûriyeya nû de bû

Şûkriya Yûsif di destpêkê de li ser bijartina navê Komeleya axivî û wiha vegot: “Komeleya Pêngavên Jinan; komeleyeke taybet e. Bi jinan, bi awayê civakî, yasayî, xwebexş e û serbixwe ye. Destpêkê ji bo mijara bijartina nav hinek gotûbêj çêbûn. Xwesteka me ew bû ku tiştekî girêdayî jinê û pêşketinê wê be. Ji ber ku em ber bi Sûriyeyek nû ku piştî şoreşa Rojava ya 15 salan ve diçin. Ji ber vê yekê me navê “Komeleya Pêngavên Jinan” hilbijart, ji bo ku em bikaribin di Sûriyeke nû û demokratîk de gavan ber bi mafê jinan ve bavêjin.”

Di civînên xwe de balê dikşînin ser maf û hebûna jinan

Şûkriya Yûsif di dewama nirxandina xwe de anî ziman ku ew wekî Parêzerên jin ji bo maf û hebûna jinan her dixebitin û wiha berdewam kir: “11 parêzerên jin avakerên vê Komeleyê ne. Em wekî parêzerên jin gelek caran li hev diciviyan, ji bo rewşa ku jin tê de derbas dibe û di civakê de dighîje çi astê. Ji ber ku em ji vê civakê ne, em bi êşa wê dêşin û bi serketinên wê kêfxweş dibin. Ji ber ku em her di civînên xwe de balê dikşînin ser maf û hebûna jinan û ji ber ku em di guhertinên ji kokê de derbas dibin, pêwîstî  bi komeleyeke wisa hebû. Jinên Rojavayê Kurdistanê modelek siyasî û rêxistinî ava kirin. Ji ber vê yekê erkê me wekî parêzer ku em bihêlin jinên li hemû deverên Sûriyeyê sûdê ji vê modelê bigrin.”

Dixwazin ku jin di civakê de xwedî hêz û bawerî be

Şûkriya Yûsif bal kişand ser armancên sereke yên ku ev Komele li ser dixebite û wiha pê de çû: “Armancên me di vê Komeleyê de li ser du beşan e, yek girêdayî jinan û yek jî girêdayî qanûnê ne. Komeleya Pêngavên Jinan Komeleyek Jinan û qanûnî ye. Xwesteka me ew e ku jin di civakê de xwedî hêz û bawerî be, ev jî girêdayî qanûnê ye. Pêwîst e her jinek bizanibe bê mafê wê çi ye û bighê wê asta bilind a zanebûna xwe. Di heman demê de em dixwazin di civakê de hişyariya civakî belav bikin. Her wiha armanca sereke ku hemû pêkhateyên di hundirê Sûriyeyê de bi aştî û aramî jiyan bikin. Pêwîst e her kes ji bo xizmeta vî welatî xwe berpirsyar bibîne. Komeleya Pêngavên Jinan mal û xwedî her jinekê ye. Ji ber ku em di Komeleyek qanûnî de ne, yek ji armancên me ku karê Edaleta civakî û edaleta veguhêz di destûra Sûriyeyê de were li ser kar kirin û di civakê de pêk bînin.”

Ji bo her jinek ku rastî tundiyê tê desteka yasayî û mafî

Şûkriya Yûsif destnîşan kir ku komxebata hişyariyê divê li gundan were lidarxistin û wiha domand: “Karê vê komeleyê nîvê wê girêdayî jinê ye û nîvê din girêdayî civakê ye. Ji ber ku jin nîvê civakê ye û nîvê din jî xwedî dike. Em dikarin hişyariyên qanûnî ji jinan re pêşkêş bikin. Her wiha her jinek ku tundî li ser pêk hatibe di rêya qanûnê de em ê mafê wê biparêzin. Beriya çend mehan me komxebatên hişyariyê li hundirê gundan çêkir, em bi gelek jinan re civiyan, jinên ku rastî gelek îşkencê û tundiyê hatibûn û nizanîbûn ku qanûn dikare mafê wan biparêze hebûn.”

Komele ji bo her jineke ku nû bûye parêzer vekiriye

Şûkriya Yûsif bal kişand ser rola jinan a di yasayan de û wiha bilêv kir: “Gelek jin hebûn ku nizanîbûn mîratê malbatî mafê wê ye jî. Em di komxabetên xwe de balê dikşînin ser vê yekê. Ji ber ku qanûna Sûriyeyê ji Şerîta Îslamî hatiye dibêje mêr du paran dibe, lê belê jin tenê parekê dibe. Her wiha ji bo hêzdarkirina jinan, bi taybetî wekî jinên ku nû dibin parêzer, Komeleya Pêngavên Jinan vekirî ye. Ji bo her parêzerek ku bixwazibe xwe bi hêztir bike û zêdetir fêrî zagonan bibe. Xwesteka me, wekheviyek di maf û bar de di civakê de were avakirin.”

Xwestekên Komeleyê

Şûkriya Yûsif ragihand ku dixwazin ofîsên vê komeleyê li hemû deverên Sûriyeyê vekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku rast gav werin avêtin, ji ber di civakek wekî civaka me de gav pir bi zehmetî têne avêtin, di her avêtina gavekê de gelek astengî hene. Em dixwazin ofîsên ji vê komeleyê, di hemû deverên Sûriyeyê de vekin. Her wiha ku em bighên her jinekê û mafê wê pê bidin naskirin. Pêwîst e gelê Sûriyeyê bi giştî qedrê mafê jinan nas bikin.”