Însiyatîfa ‘Şoreşa Tiliya Jinek’ dengê dayîkên ji Mûdeweya Ceeferî zirar dîtine radighîne
Çalakvan Tahira Daxil, bi armanca belgekirina êşa dayîkên Iraqî ku mafê xwedîkirina zarokên wan piştî sepandina "Mûdeweya Ceeferî" ji wan hatiye stendin, însiyatîfa ‘Şoreşa Tiliya Jinek’ da destpêkirin.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Çalakvan Tahira Daxil, ji bo belgekirina êşên dayîkên Iraqî yên ku ji ber Mûdeweya Ceeferî zirar dîtine, însiyatîfa ‘Şoreşa Şopa Jinek’ da destpêkirin. Armanca însiyatîfê ew e ku bi rêya şahidiyên dîmenî yên kurt, êşên dayîkan belge bike, wan veguherîne fîlm û materyalên hişyariyê li ser torên civakî û piştgiriya mafnasî û civakî ya ji bo daxwazên wan, peyda bike.
Şahidiyên ji dayîkan
S. F ku nexwest navê xwe yê rastîn eşkere bike, diyar kir ku hevjînê wê yê berê peymana zewaca wan li gorî yasaya sala 2025'an, veguherandiye hikûmên Mûdeweya Ceeferî. S.F ragihand ku armanca wî, tevî ku berê eleqeyek wî bi wan re tunebûye jî, girtina xwedîkirina zarokan bûye. Piştî ku hemû bangewazî û protestoyên wan bê bersiv man, wan serî li însiyatîfa ‘Şoreşa Tiliya Jinek’ dan da ku dengê xwe bighînin cîhanê û parastina berjewendiya zarokên xwe bikin.
Q. W û zarokên wê, ji ber sepandina Mûdeweya Ceeferî bi bandora paşveçûnê, rastî niheqiyê hatin. Ji ber stendina xwedîkirina zarokên a bêyî agahî an razîbûna wê. Q. W diyar kir ku piştî lêdana deriyê zilamên olî, siyasetmedar û parlamenteran û xwenîşandana tevahiya salê ya li kolanên Bexdayê ku ti bersiv ji bo daxwazên wan nehatine dayîn, wê biryar daye ku dengê xwe bi rêya însiyatîfa ‘Şoreşa Tiliya Jinek’ bilind bike da ku doza xwe bighîne.
Ji Protestoyan heta belgekirinê
Çalakvan Tahira Daxil diyar kir ku însiyatîf, piştgiriya xwepêşandanên jinên Iraqî yên li dijî Mûdeweya Ceeferî dike. Tahira da zanîn ku jin di dema xwepêşandanan de rastî heqaret û guhertina wêneyên wan a li ser torên civakî hatine. Tahira destnîşan kir ku ev êrîş gihîştine jinên ku di medyayê de li ser pirsgirêkên xwe axivîne û bûne sedem ku hin dayîk, ji ber tirsa ji êrîş an şopandina yasayî di derbirîna li ser ezmûnên xwe de dudil bin.
Ji bo gihandina dengê dayîkan çar bangewazî
Tahira Daxil destnîşan kir ku înîsiyatîf şahidiyên kurt (1-4 deqîqeyî) yên jinan tomar dike û wiha domand: “Piştre çar rêbazên bangewaziyê dihewîne: Ya yekem ji bo hişyarkirina civaka Iraqî ye, ya duyemîn ji bo welatiyên li derveyî welat e da ku dozê bighînin raya giştî, ya sêyemîn ji bo lêkolîna li ser giliyên jinan arasteyî dadgeriya Iraqî tê kirin û ya çaremîn jî ji bo endamên Encumena Nûnerên Iraqî ye da ku piştgiriya daxwazên jinan bikin.”
Tahira Daxil tekez kir ku jina Iraqî rûbirûyî astengiyên aborî û civakî yên cûda dibe û wiha domand: “Bêparkirina wê ya ji zarokê xwe, dibe ku êşa wê zêde bike. Bi taybetî dema ku ji bo rûbirûbûna van şert û mercan çavkaniyên darayî û piştgiriya malbatî û civakî ya pêwîst tune ye.
Şahidiyên ku êşa dayîk û zarokan eşkere dikin
Tahira Daxil diyar kir ku şahidiyên ku hatine wergirtin du şêwazên sereke dihewînin û wiha vegot: ”Ya yekem kêmasiya girîngiya bav a di dema dîtina zarok de ye. Ya duyemîn bêparkirina dayîkan ji dîtina zarokên xwe ya piştî ku xwedîkirin derbasî bav bûye. Însiyatîf dê ji bo çêkirina fîlmekî belgeyî an anîmasyonan, bi armanca dengê dayîkan ji raya giştî re bê ragihandin û parastina mafên wan, berhevkirina şahidiyan bidomîne.”