Welatiyên Helepçe li ser berfê xwarinê ji balindeyan re didanin

Li sînorê Helepçe û Hewram nêzî 40 santîm berf barî, hemwelatî bi barîna berfê gelek keyfxweş bûn û hemû derketin nava berfê. Li gel kêfxweşiya berfê welatiyan erkê xwe yê jîngeparêziyê jî bi cîh anîn û balindeyên xwarina wan dibin berfê de mayî bê xwarin nehêlan. Bi pêşengiya Seroka şaredariya Helepçe Kuwêstan Ekrem welatiyan li derdorê xwarin ji bo balindeyan danîn.

Helepçe- Bi barîna befir û zêdebûna sermayê hemwelatî li bajar û bajarokên Kurdistanê bi awayek xwebexşane xwarin ji bo ajalan belav kirin. Çalakvan û jingehparêz daxwaz dikin ku hemû bejdarî kampanya bibin û erkê parastina ajalan bigrin ser milê xwe. Bi destpêkirina şilopeya barîna berfê re  xwarinên balinde û ajalan di minin bin berfê de û ew birçî dimînin. Welatiyên Helepçe weke berpirsyartiya xwe dibînin û li cihên giştî xwarinan didanin da ku balinde û ajal birsî nemînin. Seroka şaredariya Helepçe Kuwêstan Ekrem li gel komek xwebexweş kampanya ji bo xwarindayîna balinde û ajalan dane destpêkirin. Kom genim dibin di danin cihên giştî ber balindeyan da ku balinde namînin birçî. 
“Parastina balindeyan erka me hemûyane”
Kuwêstan Ekrem behsa rewşa balinde û ajalan di dema barîna berfê de kir û got: “Qederek befir bariye. Weke seroka şaredariyê em bi erk û berpirsiyariya xwe rabûn û me cede û cihên giştî paqij kir. Ji bo balinde bê xwarin nemîne ew cihên me paqij kirî me xwarin ji bo balindayan di danî, ji ber me bi çavê xwe didît gelek balinde dit ku bê xwarin bû. Min xwest pêwîstiyên wan balindeyan bi cih bînim ji bo wê me genim anî li cihên giştî yên Helepçe ku gelek balinde lêne belav kir. Balinde û ajal beşek ji temamkarên jingehê ne, divê em xwarin bidin wan û ji sermaya zivîstanê bi parêzin.”