Li Xezayê cara ewil keçek axa kompost çêdike

Alaa El-Mesrî der barê destpêka karê xwe di pîşesaziya axê de dibêje: "Min salekê li Wezareta Aboriyê ya Filistînê perwerde dît û ji vê fikrê hez kir lewre piştî serdana yek ji pêşangehên çandiniyê li Xezayê, min berê xwe da çandina kivarkan ku ji aliyê Rêxistina Alîkariya Çandiniyê ve hatibû fînansekirin.”

Alaa El-Mesrî der barê destpêka karê xwe di pîşesaziya axê de dibêje: "Min salekê li Wezareta Aboriyê ya Filistînê perwerde dît û ji vê fikrê hez kir lewre piştî serdana yek ji pêşangehên çandiniyê li Xezayê, min berê xwe da çandina kivarkan ku ji aliyê Rêxistina Alîkariya Çandiniyê ve hatibû fînansekirin."

NEXEM KARACA
Xeza- Jineke ciwan a Filistînî rojekê biryar da ku ji normalbûnê dûr bikeve ji ber şert û mercên xirab li Xezayê, da ku di qadeke din a dûrî xwendina xwe de nûjeniyê bike û bibe keça yekem li Xezayê ku di çandina kivarkên EL-Mehar de dixebite. Ew bêyî ku guh bide şîroveyên civakê yan jî radestî şert û mercên dijwar ên li Xezayê bibe. 
Alaa El-Mesrî, ya 27 salî, jineke ciwan a Filistînî ye li Xezayê dijî derçûya sê branşan e. Wê beşa zimanê Erebî, rojnamegerî û medyayê xwendiye û xwediya bawernameyê ye di warê rêveberiya karsaziyê de.
Alaa El-Mesrî der barê destpêka karê xwe di pîşesaziya axê de dibêje: "Min salekê li Wezareta Aboriyê ya Filistînê perwerde dît û ji vê fikrê hez kir lewre piştî serdana yek ji pêşangehên çandiniyê li Xezayê, min berê xwe da çandina kivarkan ku ji aliyê Rêxistina Alîkariya Çandiniyê ve hatibû fînansekirin. Li wir û li quncikekî keçek kivark difirot min pakêtek ji wê kirî, min li malê qeland û ez ji ber tama wê matmayî mam. Ji ber vê yekê, di Cotmeha 2019'an de, piştî ku rêbaza çandiniya wê ji înterentê hîn bûm, min hewl da li baxçeyê malê kivarkan biçînim lê di destpêkê de pêk nehat.
"Ji bo çandiniya kêvarkan bi israr xebitî"
Wê behsa israra xwe ya di serkeftina ramana çandinyê de kir û wiha domand: "Min berê xwe da Wezareta Çandiniyê û midûrê avahiya kivarkan li Wezareta Çandiniyê ya Filistînê dema ku coş û azweriya ku ez tê de bûm dît, tov da min û ji min re got: ‘Çima tu projeyeke taybet bi  kivarkan çênakî, ji ber ku pir kes hene dixwazin.’ Rêveberê avahiyê dest bi hînkirina min kir ku mirov çawa tovên kivarkan di nav axê de biçînin, kavilan bixin û sterilîze bikin. Piştre min li mala xwe çewlikek biçûk ava kir û ramana çandiniyê bi awayekî baş bi ser ket. Serkeftin bi riya ajansên medyayê derket holê û daxwazek mezin ji bo kivarkên EL-Mehar çêbû.”
Der barê zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane de jî wê ev yek anî ziman: "Di destpêkê de ez rastî gelek zehmetiyan hatim, ya yekem bazargeh bû, ji ber vê yekê min pir pere dan da ku bikaribim berhemên xwe li cihên bazirganiyê bidim nasîn. Ya duyemîn, nebûna madeyên xav lê ew pir biha ne, carna mirov berhemên herêmî tercîh nakin. Ya sêyem jî kêmasiya darayî ya ku rê li ber min girt, ez alav û amûrên taybet bi pêş bixim lewre min daxwaza alîkariyê ji hinek saziyên hikûmetê û federasyonê kir lê tu bersiv nehat. Ji ber vê ez neçar bûm ji qezenca xwe xerc bikim û bi alav û amûrên hêsan re bixebitim. Tevî ku hewcedariya min bi amûrên sterîlîzasyonê û alavên nûjen hebû jî.”
"Ez kivarkên ku bin daran de çêdibin ji welatên Ereb tînim"
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Kivarkên EL-Mehar di çend qonaxan re derbas dibin, kivarkên ku di bin daran de çêdibin hene. Ez wan ji welatên Ereb tînim û kar li ser girtina tevnên kivarkan û mezinkirina wan bi riya inkubatoran dikim û piştre ez wan dixim nav sterîlzerekê da ku jîngehekê çêbikim ji bo ji nû ve hilberînê û wan di qonaxên din re derbas dikim ji bo parastina wan. Di heman demê de ez di hemû saetên rojê de xema cotkariyê digrim da ku kîsên daleqandî bişopînim da ku bi avê av bidim, ji bilî ku bala xwe didim germahiya jûreyê û nemahiya guncaw, ji tirsa mirina nebatê. Piştî temamkirina qonaxên amadekirina kivarkên EL-Mehar, ez wan di qutiyên guncaw de pak dikim da ku li navendên bazirganiyê bifroşim û li gorî daxwazê wan digihîjînim mişteriyan, ji ber ku çandinî mehane 150 kîloyan berhem tîne.”
Der barê pîşesaziya axê de, Alaa El-Mesrî ev yek anî ziman: "Min axa kompostê ku mirov ji welatan îdxal dikin, di laboratûara xwe de çêkir û qonaxê mehekê dirêj kir piştî lêkolîna çar salan li ser axê. Her wiha min kivarkên Blortos, Şîtake û Agarîks jî ceriband û tovên wan di laboratûara min de bi serkeftî hatin hilberandin.”
Wê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez dixwazim laboratûara xwe bi alav û amûrên nûjen bi pêş bixim ku bi riya van laboratûwaran li hemû parêzgehên Xezayê berhemên xwe bi awayekî berfireh bifroşim û bi rêjeyên mezin bigihîjînim kargeh û şîrketan.”